Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin
Jin

TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin

TJA’yê bernameya çalakiyên ku bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo dayî destpêkirin, eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qesra Cemîlpaşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê derbarê azadiya Rêber Apo û 4’ê Nîsanê roja rojbûna wî de civînek çapemeniyê li dar xist û deklarasyonek eşkere kir. Aktivîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û gelek jinên siyasetmedar tevlî daxuyaniyê bûn.

Di bernameyê de pankarta “Niha Dema Azadiya Rêber Apo ye, Niha Dema Jinan e” hate daliqandin. Metna deklarasyonê ya bi bi Kurmancî Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Vefa Elyakût xwend û metna bi Tirkî aktivîsta TJA’yê Dîcle Tekîk xwend.

Rûçem Vefa Elyakût diyar kir ku ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Amarayê heta Îmraliyê ji bo hesreta civaka demokratîk a gelan li Îmraliyê têkoşîna azadiyê veguherand avakirina civaka azad û demokratîk, êdî dema azadiyê ye û got: “Em jin bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe ya azadiya jinan didomînin û ev têkoşîna ku bi salan e tê meşandin, veguherî dîrokeke destanî. Li dijî sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêran ku sêhra xwe winda dike û hebûna jinan bi mêtingeriya li ser ked û bedenê dibe wek amûr û li hemberî vê ferasetê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi analîz û xeta îdeolojîk-polîtîk bê guman ne tenê rêyeke nû vedike, di heman demê de vê rêyê ronî dike.”

Rûçem Vefa Elyakût anî ziman ku Rêber Apo bi gotina “Tevgera azadiya civakî ku ger di navenda wê de azadiya jinan nebe, nikare bibe şoreşeke rasteqîn” rêya bidestxistina azadiya civakê nîşanî wan dide û wiha berdewam kir: “Em jin jî dibêjin heta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad nebe, aştiyeke mayînde pêk nayê. Em jin dibêjin; dixwazin gelan bixin nava şerekê. Ji bo pêşîlêgirtina şer pêwîst e pêvajoya avakirina civaka demokratîk û aştiyê were destpêkirin, têkiliyên Kurd û Tirkan ku ev du sed sal e li Rojhilata Navîn dibe sedema şer û krîzan, li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û azad ji nû ve binirxînin û komareke demokratîk were avakirin ku tê de hebûna hemû nasnameyan, çand û baweriyên li Tirkiyeyê, bi taybetî Kurd, tên naskirin û azadiya wan bê mîsogerkirin.”

Rûçem Vefa Elyakût destnîşan kir ku jin dibêjin; dema azadiya Rêber Apo ye û wiha got: “Dema azadiya rêberê gelan û rêberê modertnîteya demokratîk e û li Rojhilata Navîn ku cihê zayînên mezin, berxwedanên mezin û trajediyên nejibîr e, bi afirandina hêviyê û soza wekhevî, azadî û aştiyê dide gelan. Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya gelê Kurd û mîsogerkirina jiyana wekhev û azad a gelên Rojhilata Navîn e. Weke TJA’yê bi minasebeta 4’ê Nîsanê em dixwazin bi eşkere bibêjin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe û ne jî şerê li herêmê bi dawî dibe. Em bang dikin ku ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û ji bo bidestxistina aştiyeke rasteqîn şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di zûtirîn demê de pêk were.”

Rûçem Vefa Elyakût di dawiya daxuyaniyê ev yek anî ziman: “Êdî dema hevdîtina bi Rêbertiya Azad re ye, êdî dema jinan e. Bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê di 4ê Nîsanê de li Rihayê û di 19’ê Nîsanê de jî li Gemlîkê bin. Ji 1ê Nîsanê heta Meşa Gemlîkê ya 19’ê Nîsanê, bi çalakiyên xwe û bi dirûşma ‘Niha dema jinan e û dema azadiya Rêber Apo ye’ em ê li qadan bin.”

Piştî xwendina deklarasyonê jinan dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, ”Bijî Serok Apo” û ”Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û bi çepik û tilîliyan govend gerandin û bername bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir
Nûçeya Pişt re Şêniyên Dirbêsiyê 68 şehîd bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Ummanê êrişa li mizgeftê: 4 kes mirin

Li paytexta Umman Maskatê, li mizgeftekê êrişeke çekdarî rû da. Hate ragihandin ku 4 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Xebatê Zarokan’ destpê kir

'Xebatê Zarokan' ê ji şano, perwerdeya muzîkê û nîşandana fîlman destpê kir. Zarokên navbera 9…

Ji aliyê Stêrk TV

8’ê Adarê li Helsinkiyê hat pîrozkirin

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta FInlandiya Helsînkiyê meş û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?