Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin
Jin

Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

Jinên TJA’yî yên ku wê di çarçoveya xebatên 4’ê Nîsanê de di 1’ê Nîsanê de dest bi xebatan bikin, wê çalakiyên xwe di 19’ê Nîsanê de li Gemlîkê bi dawî bikin. Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam got: ‘’Ji bo qîrkirina aşitî û azadiyê em ê li qadan bin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo dest bi çalakiya xwe ya ku wê bi şîara ‘’Dema jinan, dema hevdîtina azadî û Rêbertiya azad e’’ li dar bixin, kirin. Jinên ku wê di 1’ê Nîsanê de dest pê bikin û  heya 19’ê Nîsanê li qadan bin, wê di 4’ê Nîsanê de li Amarayê bi rê bikevin û li gel bi hezaran jinan ber bi Gemlîkê ve bimeşin.

Jin wê di 19’ê Nîsanê de li Gemlîkê li dijî polîtîkayên şerî aşitî û azadiyê qîr bikin.  

Di bernameya berfireh a ku wê 1’ê Nîsanê dest pê bike de; çandina daran, atolye, festîval, meş û çalakiya bafirokê û meşên bi meşaleyî cih digirin. Wê her bajar bernameya xwe li dar bixe û wê beşdarî festîvala ku wê di 4’ê Nîsanê de li Amarayê were lidarxistin, bibin. Piştî festîvalê wê di 4’ê Nîsanê de li gel girseya li navçeyê ber bi Amarayê ve meşek were lidarxistin. Jin wê piştî axaftin û çalakiyên li Amarayê ji bo meşa mezin a ber bi Gemlîkê ve bi rê bikevin.

Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz bal kişand ser çalakiyên ku wê werin lidarxistin û girîngiya daxwaza aşitî û azadiyê ya di vê pêvajoyê de û diyar kir ku jin di vê pêvajoyê de biker in û bang li hemû kesan kir ku beşdarî vê xebatê bibin.

Jinên TJA’yî têkildarî armanc û naveroka xebata ku wê were lidarxistin, ji ajansa me re axivîn.  Rûken Zeryam di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li gorî salên borî êdî daxwaz bi awayekî eşkeretir tên bilêvkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Weke ku di şîarê de jî hatiye diyarkirin, êdî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. Weke tê zanîn ev saleke dawîn e pêvajoyeke ku hatiye destpêkirin heye. Li vê pêngava ku weke aşitî û civaka demokratîk hatiye destpêkirin dema ku em weke TJA’yê li çalakî û xebatên di saleke dawîn de hatine lidarxistin dinêrin, êdî bi peyamake zelal tên birêvebirin.’’

‘WEKE TJA’YÊ EM JI BO SERKETINA VÊ PÊVAJOYÊLI QADAN IN’

Rûken Zeryam piştre bal kişand ser geşedanên li herêmê û got: ‘’Dema ku em ji aliyê Rojhilata Navîn , Kurdistan û di heman demê de jinan ve lê dinêrin, tê dîtin ku krîzên mezin hene.  Ji ber vê yekê jî bersiva ku ji vê yekê re bibe bersiv, pêngava aşitî û civaka demokratîk e. Di vê xalê de li gel îdîaya me ya bûna pêşeng û xwediyê vê pêngavê em li gel çalakî û xebatan li qadan in. Edî dem dema jinan e. Di pêşengtiya jinan de ji bo pêkhatina vê pêngavê û dabînkirin azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê li qadan bin.’’

‘EM Ê DI ÇALAKIYAN DE DAXWAZÊN XWE YÊN AŞITÎ Û AZADIYÊ BÎNIN ZIMAN’

Rûken Zeryam hûrgiliyên têkildarî bernameya 4’ê Nîsanê parve kirin û diyar kir ku ew ê di van çalakiyan de bi taybetî balê bikşînin ser şerê li herêmê yê berfireh bûye û girîngiya aşitiyê û ev yek anîn ziman: ‘’ Çalakiyên me wê di 1’ê Nîsanê de dest pê bikin û li gel meşa li Gemlîkê ya di 19’ê Nîsanê de bi dawî bibin. Em ê li wir jî dîsa bi awayekî zelal daxwazên xwe bînin ziman. Di nava şerên heyî de herî zêde jin mexdûr dibin. Em dikarin bibêjin ku herî zêde jin tên cihêkirin, weke îrade nayên hesibandin û mexdûr dibin. Herî zêde pêdiviya jinan bi aşitiyê heye.’’

‘DIVÊ DAXWAZ BI YASAYÎ WERIN MISOGERKIRIN’

Rûken Zeryam Işik di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di çarçoveya pêvajoya hatiye destpêkirin de divê pêngavên sererastkirina yasayî tavilê werin avêtin û ev yek anîn ziman: ‘’Weke gelê Kurd, jin, ciwan û gelên din; em daxwaz dikin ku mafên weke ziman, çand û yasayî tavilê  werin misogerkirin.

Em dibêjin ku ji bo parastina cidîyeta pêngava hatiye destpêkirin û belavnebûna wê ya weke di pêvajoyê beriya niha de temînata herî mezin girêdayî yasayan e. Ji ber vê yekê em dubare dikin ku divê yasa bi awayekî cidî werin amadekirin û hemû maf û daxwaz werin misogerkirin.’’

‘XEBAT WÊ BI ROJAN DEWAM BIKIN’

Aktîvîsta TJA’yê Nûrten Uzumcu jî têkildarî xebata ku tê birêvebirin bang li jinan kir. Nûrten Uzumcu bal kişand ser wateya 4’ê Nîsanê û got: ‘’4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertî ye û ev rojbûn di rastiyê de vejîn û rojbûna hemû jin û gelan e.  Em wisa lê dinêrin ûwisa pîroz dikin. Ji niha ve li ba hemû jinan moral û kelecaneke mezin heye. Hem di çarçoveya xebat û çalakiyên xwe yên xwecihî de  hem jî di çarçoveya festîvala ku wê 4’ê Nîsanê  li Amarayê were lidarxistin de em di nava tempoyeke xebatê ya zêde de ne.’’

‘GEL XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERDIKEVE’

Nûrten Uzumcu piştre bal kişand ser xwedîlêderketina pêvajoyê û ev yek anîn ziman: ‘’Me hem di 8’ê Adarê de hem jî di pîrozbahiyên Newrozê de dît ku gel çawa xwedî li pêvajoya ku di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, derdikeve.  Yekbûna van dengan û ev xwedîderketin li hemberî gîrokirina pêvajoyê û paşveneçûna wê ya weke tê xwestin bersivek e. Em diyar dikin ku li gel van xebat û çalakiyan wê jin êdî zêdetir li qadan bin.’’

Nûrten Uzumcû di dawiya axaftina xwe de bang kir û got: ‘’ Ji aliyê serkeftina vê pêvajoyê û dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve wê hemû xebatên me bi vî rengî bin. Em dixwazin ji vir banga xwe ya ji hemû gelan û jinan re dubare bikin: Em bang dikin ku beşdarî festîvala ku em ê di 4’ê Nîsanê de li Amarayê li dar bixin û li gel vê yekê meşa li Gemlîkê ya xwedîlêderketina pêvajoyê û daxwaza azadiya fîzîkî bibin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Balafira leşkerî ya Rûs ket: 29 kes mirin
Nûçeya Pişt re Heyeta YPJ’ê li Şamê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji DBP’ê seferberiya rêxistiniyê

Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk encamnameya civîna xwe ya li Amedê eşkere kir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê girtiyekî din ê siyasî darve kir

Li Îranê endamê Rêxistina Mucahîtên Gel Sultan Ali Şirzadi bi îdîaya "sîxurtiyê" hate darvekrin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li navçeya Ebex a Wanê meşa piştgiriya ji bo Rojava

Li navçeya Ebex a Wanê li dijî êrîşên li ser Rojava, meş hate lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li cihê ketina Licê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?