WHO’yê, ragihand ku di navbera salên 2000 û 2019’an de li cîhanê ji ber germahiya zêde 489 hezar kes mirine û ji van ji sedî 36 tenê li Ewropayê pêk hatine.
Dîrektorê Herêmê Hans Kluge, têkîldarê mijarê got, “Mirovên li gelemperiya herêmê û 53 welatên wê yên endam berdêlên giran didin.”
Ji ber germahiyê, a ku di 20 salên dawî de zêde bûye ji sedî 30 mirin zêde bûne.
Li gorî WHO’yê ji ber germahiya zêde dibe di salên pêş de hejmara miriyan zêde be.
Li gorî vê rêxistina ku girêdayî NY’yê bi girtina hin tedbîran dikarin pêşî li mirina mirovan a ji ber germahiyê pêk tê, bê girtin.