Yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê Xalide Engizek, qala Berfîn Nûrhaq (Hanim Xanê Demir) kir a ku di 13’ê Kanûna 2021’an de di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibû.
Engîzek destnîşan kir ku Berfîn Nûrhaq şervanek e ku cihê wê bi hêsanî nayê dagirtin û diyar kir ku şehadeta wê ji bo Tevgera Azadiyê û gelê Kurd berdêlekî mezin e. Engizek anî ziman ku şehîd Berfîn bi têkoşîn, ked, fedakarî, sekn û hevaltîya xwe bûye mînak û weke jineke pêşeng mohra xwe li Tevgera Azadiya Kurdistanê xistiye.
Nirxandinên Xalide Engizek yên li ser şehîd Berfîn Nûrhaq wisa ne:
“Beriya her tiştî, ez heval Berfînê di salvegera şehadeta wê de bi rêz û minet bi bîr tînim, li ber bîranîna wê bejna xwe ditewînim. Bêguman heval Berfîn di dîroka têkoşîna me de hevaleke me bû ku 32 salan dilê wê ji bo azadiyê lê dida û ji bo vê têkoşiya. Heya roja şehadeta xwe jî di qadên herî dijwar de cih girt û her tim bi coş, kelecan û bê dudilî beşdarî têkoşînê bû. Rojekê jî, bîskekê jî ken ji rûyê wê kêm nebû. Ji ber vê yekê, heval Berfîn wekî şervaneke derwêş, zana, bi rûmet, wêrek û dilnizm mohra xwe li têkoşîna azadiya Kurdistanê û azadiya jinê xist. Ez xwe pir bi şans dibînim ku min heval Berfîn naskir û min bi wê re hevaltî kir.
MALBATA WÊ Û GELÊ ME ÇENDÎ BI HEVAL BERFÎNÊ SERBILIND BIN KÊM E
Ez li ser heval Berfînê pir difikirîm; mirovek tenê dikaribû bi vî rengî layîqî keda Rêbertiyê bibe. Ew layîqî keda Rêbertiyê bû û li gorî wê xwe pêş xistibû. Heval Berfîn di dilê me hemûyan de cih girtibû. Ji ber vê yekê şehadeta wê ji bo me pir giran bû, em pir pê bandor bûn. Ew nirxeke mezin ê têkoşîna me bû. Bi vê sedemê, divê malbata heval Berfînê, gelê me û gelên bindest heya dawiyê bi heval Berfînê serbilind bin. Ez careke din sersaxiyê ji malbata heval Berfînê re dixwazim, divê bi şoreşgereke wiha mezin serbilind bin. Ew li ser şopa Besê Anûş, Atakan, Erdal û Kasiman meşiya, bû şoreşger û mohra xwe li têkoşîna me xist. Ji ber vê yekê gelê Kurdistanê û malbata heval Berfînê çendî pê serbilind bin kêm e.
Heval Berfîn di sala 1997’an de tevlî partiyê bûbû, salek piştî çalakiya heval Zîlan tevlî bûbû. Salên 1996-97-98 salên ku şerê herî giran ê têkoşîna me dihat meşandin bûn, ji bilî şerên tunelan ên dawî. Hem komploya navneteweyî di dewrê de bû, dixwestin Rêbertiya me tasfiye bikin, li Şamê suîqest hatibû kirin. Li dijî vê suîqestê heval Zîlan çalakiya fedaî kiribû. Hem jî şerê me yê li çiyayan di asta herî jor de dihat meşandin. Di şexsê Şemo de hinek xiyanet û tasfiyegerî jî pêş ketibûn. Wê demê heval Berfîn li zanîngehê dixwend, di nav xebatên ciwanan de cih digirt. Agahî ji têkoşînê hebû. Çalakiya heval Zîlan bandoreke mezin li ser têkoşîna me kiribû, li dijî êrîşên li ser Rêbertî û îxaneta hundirîn bûbû xala werçerxê. Rêbertî jixwe çalakiya heval Zîlan wekî manîfestoyekê pênase kiribû ku em ê çawa bijîn û çawa şer bikin.
JI ÇALAKIYA ŞEHÎD ZÎLAN BANDOR BÛ Û TEVLÎ TEVGERÊ BÛ
Heval Berfîn jî wê demê di nav têkoşînê de ye, agahî ji rûdanan heye û ji çalakiya heval Zîlan bandor dibe. Hem di navbera me û PDK’ê de şer hebû, hem jî dewleta Tirk pir bawer dikir ku wê tevgerê tasfiye bike, û xwe li ser vê motive kiribû. Heval Berfîn tam di vê demê de, di sala 1997’an de, di pêvajoya ku şer herî dijwar bû de tevlî tevgerê dibe. Zanîngehê di sala 4’an de dihêle û tevlî gerîla dibe. Partiyê lêkolîn dike, dixwîne, bêguman bingeheke wê ya welatparêziyê ya xurt jî heye lê ew bi xwe jî lêkolîn dike, dixwaze partî û Rêbertiyê fêm bike û bi rengekî bi zanebûn tevlîbûneke îdeolojîk pêk tîne.
Hem ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd, hem jî ji bo jinan berê xwe dide rêya jiyana azad. Hema ku tevlî partiyê dibe, rasterast derbasî qada rêbertiyê dibe. Li wir perwerdeya rêbertiyê dibîne. Di warê îdeolojîk û rêxistinî de xwe hîn bêtir pêş dixe. Piştre bi komek hevalan re diçe çiyê. Yekemîn gerîlatiya xwe li Metînayê dike. Bi rastî, di navbera salên 1997-98’an de rêbertî hevalan wekî kom dişandin çiyê. Bi taybetî ji bo pêşketina artêşa jinan, rêbertî hevalên ku di warê îdeolojîk de gihîştibûn astekê, wekî ekîb dişandin çiyê. Ji bo ku bikaribin guhertin-veguherînê pêk bînin, di jiyanê de rola xwe bileyzin, hişmendiya mêr jî biguherînin û di şêwaza şer de jî guhertin-veguherînê biafirînin.
Ji ber ku piştî şehadet û çalakiya heval Zîlan, Rêbertî bêtir li ser meseleya jinê kûr bû. Ji ber vê yekê bi avakirina YAJK’ê re di partiyê de guhertinên mezin pêş ketin. Piştî perwerdeya Rêbertiyê, heval Sarya, heval Baran û heval Berfîn derbasî qadên Metînayê dibin. Dema ku hûn di rojnivîska heval Berfîn de tiştên ku li ser gerîlatiyê nivîsandine dixwînin, hûn dibînin ku ew evîndara çiyayan, gerîlatiyê û jiyana gerîla ye. Mirovek dibêje ku ka jinek dikare çawa çiya û gerîla bi vî rengî rast fêm bike û wate bide wan. Li Kurdistanê bêyî şer mirov nikare tiştekî bi dest bixe, mirov nikare bêhnê jî bistîne. Şêwaza şer a li Kurdistanê gerîlatî û çiya ne. Hem wateyeke dîrokî lê bar dike, ji ber ku bav û kalên me di her zoriyê de berê xwe dane çiyayan û hebûna xwe parastine; hem jî wekî gerîlatiya serdemê, çiyayên Kurdistanê wekî avantajekê pênase dike.
KÎNA WÊ YA LI HEMBERÎ DIJMIN WEKÎ ÇIYAYÊN AMANOSÊ MEZIN BÛ
Jiyana gerîla ne tenê çeper girtin û şerkirina li dijî dijmin e; şêwazê jiyana komunal e, şêwazê jiyana şoreşgerî ye, di têkiliyên jin û mêr de pîvanek e. Gerîlatî hêza avakirina têkiliyan, hêza rêvebirinê, hêza şer, hêza bikaranîna erazî, hêza kolektîfbûn û komunalîteyê nîşan dide. Di gerîlatiyê de her tişt xwe bi rengekî wisa tazî derdixe holê ku jiyan ne tevlîhev e. Ji ber vê yekê tu çendî fêm bikî û tevlî bibî, tu ewqas dibî xwedî hebûn. Heval Berfîn jî ev yek pir baş fêm kiribû û wateyeke pir baş dabûyê.
Ew bi nazikî û bi watedarkirin nêzî her tiştî dibû; nêzî gulekê, zindiyekî, darekê, hevalekî xwe… bi kurtasî nêzî her tişt û her kesî bi rengekî nazik û bi zanebûn nêz dibû. Jixwe tiştê heval Berfîn cûda dikir ev bû. Di heman demê de kîn û hêrseke wê ya mezin wekî çiyayên Engizek, Toros û Nûrhaqê hebû. Di naskirina rastiya dijmin, fêmkirina rastiya asîmîlasyonê, dîsa li hemberî zextên li ser jinan û nêzîkatiya pergala serdestiya mêr de kîneke wê ya wekî çiyayên Nûrhaq û Amanosê hebû. Mirovek tenê dikaribû ewqasî bi zanebûn bijî. Hem hêrseke wê ya mezin hebû, hem hay ji rastiya dijmin û pergala baviksalar hebû. Di heman demê de di heval Berfîn de taybetmendiyên qazanckirina mirovekî û ji nû ve afirandinê jî hebûn.
Heval Berfîn di bijartinên xwe de, di pîvanên têkoşînê de bi zanebûn tevdigeriya. Weke jineke pêşeng di têkoşîna azadiya Kurdistanê û têkoşîna azadiya jinê de, hem di warê gerîlatî û şer de, hem di warê rêveberiyê de, hem jî wekî hevalekê miroveke mînak bû. Bi şêwaza jiyana xwe, bi têkiliyên xwe, bi nêzîkatiyên xwe vedigot ku jiyaneke azad wê çawa be. Nirxên ku diparast, pêşî di kesayetiya xwe de ava dikir, pêşî wê bi xwe dikir. Jixwe bi tiştên ku dikirin re tiştên pêwîst îfade dikir. Heval Berfîn di pîvanên azadiyê de zelal bûbû, ramanên wê zelal bûn. Ji ber vê yekê jiyana wê, nêzîkatiya wê û hevaltiya wê teşwîqkar bû.
DEMA LI SER ERKA XWE BÛ ŞEHÎD KET
Heval Berfîn û heval Jiyan bi hev re li Şaho mabûn. Dema ku qala heval Jiyan dikir; qala bedewiya wê ya wekî jin, fermandariya wê, hevaltiya wê, keda wê û şerê ku dimeşand dikir, min digot qey mirovek tenê dikare bi vî rengî pesnê hevalê xwe bide. Heval Berfîn evîndara Şaho bû, li wir gerîlatî kiribû, pratîk meşandibû. Her tim qala Şaho dikir; qala kulîlkên wê, çiyayên wê, darên wê, kevirên wê û her tiştê wê dikir. Yek Metîna bû, didu Şaho bû. Van her du herêman di dilê heval Berfîn de cihekî taybet hebû. Yek cihê yekemîn gerîlatiya wê bû, ya din jî cihê yekemîn berpirsiyariya wê bû. Dema qala van her du herêman dikir, bi rastî heqê wan dida.
Piştî her pratîkê em û heval Berfîn dihatin cem hev. Min heval Berfîn di sala 2000’an de naskir. Piştre piştî 5 salan me hev dît. Du-sê salan em di heman rêveberiyê de man, di rêveberiya YJA’yê de me bi hev re xebat meşand. Dîsa di dewra perwerdeyê ya Zeyneb Kinaci de me bi hev re perwerde dît, herî dawî jî di sala 2019’an de me hev dît. Piştî wê me di xebatên cuda de cih girtin û şansê me çênebû ku em careke din hev bibînin. Em di nav YJA Starê de bûn, demekê di Fermandariya Herêmên Parastinê yên Medyayê de cih girt, piştre di Fermandariya Biryargeha YJA Starê de cih girt. Hem bi xebatên perwerdeyê yên Şehîd Bêrîtan hem jî yên Apollon re mijûl dibû. Jixwe di wê pêvajoyê de di encama êrîşeke hewayî de ligel heval Sema şehîd ket. Şansê min çênebû ku ez heval Sema ji nêz ve binasim. Bi vê boneyê ez heval Sema jî bi hurmet bi bîr tînim, li ber bîranîna wê bejna xwe ditewînim.
ŞEHADETA HEVAL BERFÎN JI BO ME BERDÊLEK E PIR MEZIN E
Wekî ku min got, heval Berfîn dema ku li ser erka xwe, û dema ku xebatên perwerdeyê dimeşand şehîd bû. Bêguman şehadeta heval Berfîn pir bandor li min kir. Hem ji bo tevgera jinên azad, hem ji bo tevgera me ya azadiyê, hem jî ji bo gelê me şehadeta heval Berfîn berdêleke mezin bû. Ew ne hevalek e ku cihê wê bi hêsanî were dagirtin. Em ê di her serdemê û li her derê têkoşîna xwe de sekna heval Berfîn ji xwe re bikin mînak. Wek jineke pêşeng mohra xwe li Tevgera Azadiya Jinê xist, wê di Tevgera Azadiya Kurdistanê de her tim bijî, her tim bû sembola hevaltiyê, kedê, fedakariyê û dilnizmbûnê. Em ê wê her tim wiha bi bîr bînin, wê di dilê me de her tim cihê wê hebe.
Di şexsê heval Berfîn de, li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re em ê erk û berpirsiyariyên dikevin ser milê xwe pêk bînin. Bi taybetî heya ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dabîn nekin, heya ku em Kurdistana azad û gelê azad ê ku wê di oxira wê de şehîd ketî neafirînin, em ê têkoşîna wê bidomînin. Em ê heval Berfîn her tim di dilê xwe de, di mêjiyê xwe de, di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û em ê teqez armancên wê bi ser bixînin.”

