Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya KurdistanêXalîde Engîzek, der barê endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes ya 20’ê Nîsana 2020’an li Garê şehîd bûbû, axivî.
Xalîde Engîzek şehîd Emîne Erciyes bi bîr anî û got: “Di şexsê hevrê Emîne de, ez şehîdên me yên mezin ên ku di van demên dawî de ji aliyê tevgera me ve hatine ragihandin; hevrê Fûat, hevrê Riza, hevrê Nûreddîn Sofî, hevrê Koçero, şehîdê me yê ciwan hevrê Bextiyar û hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî bi bîr tînim û li ber bîranîna wan bi hurmet bejna xwe ditewînim. Bêguman tevgera me tevgera şehîdan e, PKK weke partiya şehîdan hate damezrandin, mezin bû û di dîroka mirovahiyê de cihê xwe girt. Weke PKK’ê bi hezaran şehîdên me çêbûn, hevrê Emine jî yek ji wan şehîdan e.
PKK weke xetek û îdeolojiyekî derket holê. Weke tevgereke sosyalîst a hemdem derket. Ji ber vê yekê, hemû gelên ku azadiyê dixwazin, ên ku ji azadiyê bêpar in, ciwanên ku xeyalên mezin ên sosyalîzmê hene, ne tenê ji neteweya Kurd, lê ji gelek neteweyan tevlî PKK’ê bûn. Tevgera Apoyî bi pêşengiya Rêber Apo li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têkoşînê dest pê kir. Ji ber vê yekê bi taybetî ciwanên ji Tirkiyeyê tevlî tevgera Apoyî bûn. Ji salên 1960’î û pê ve di nav ciwanên ji Tirkiyeyê de kevneşopiyeke şoreşgerî ya ku ji Mahîr û Denîzan dest pê kiribû, jixwe hebû. Rêber Apo jî diyar dike ku ew bi xwe jî sempatîzanê Mahîr Çayan bû.
Ji ber vê yekê kevneşopiya şoreşgerî berdewam kir. Di ruhê felsefeya Apoyî de sosyalîzm, komunîzm û enternasyonalîzm heye. Ji ber vê yekê ji hemû gelên ku li herêmê dijîn tevlîbûnên PKK’ê çêbûn. Hevrê Emîne jî weke jineke Tirk ku li Nevşehîrê, li Kapadokyayê ji dayik bûye û mezin bûye, tevlî bû. Hevrê Emîne xwendîbû, xwe pêş xistibû û di lêgerîna azadiyê de bû. Ji ber vê yekê ji bo berdewamkirina kevneşopiya şoreşgerî û bûyîna beşek ji şoreşê, tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû.
Dema merov li hevrê Emîne dinêre, merov fem dikir ku ew di nav civaka Anatolyayê de mezin bûye, ji ber ku kedkar bû, xwezayê hez dikir. Aliyekî wê yê din jî ew bû ku jiyana kevneşopî ya ku civakê ferz dikir nexwest û xwest kevneşopiya şoreşgerî ya Mahîran, Denîzan, Apoyiyan bidomîne. Li ser vê bingehê di sala 1996’an de tevlî tevgerê bû. Ew sal salên ku pêvajoyên pir girîng dihatin jiyîn bûn.
Têkoşîna me gihîştibû asta herî jor. Di wê salê de hevrê Zîlan çalakiyeke fedaî pêk anîbû. Yanî têkoşîna me hem di warê leşkerî, hem siyasî, hem jî rêxistinî de pir belav bûbû. Bi taybetî Rêber Apo nirxandin û analîzên girîng dikir, hem di warê çareseriyê de, hem di warê jinê de, hem jî di warê şer de. Hevrê Emîne jî tam di wê pêvajoyê de lêkolîn li ser tevgerê kiribû û bandor bûbû. Li ser vê bingehê tevlî bûbû.
Hevrê Emîne di nav partiyê de yek ji hevalên ku zû bi zû pêş ketibû bû. Ji ber ku yek ji hevrêyên ku bi hişmend û îdeolojîk tevlî bûbûn bû. Rêber Apo jî tevlîbûnên tevgerê di du bingehan de dinirxîne: Yek tevlîbûna hestyarî ya din jî tevlîbûna hişmendî ye. Hevrê Emîne jî yek ji wan bû ku bi hişmendî tevlî bûbû. Ev girîng e, heke hûn bi awayekî rast ji aliyê îdeolojîk ve tevlî bibin, hûn ê erkên xwe zû fam bikin û bi cih bînin.”
XWEST KEVNEŞOPIYA ŞOREŞGERÎ YA TIRKIYEYÊ BIDOMÎNE
Xalîde Engîzek bal kişand bi ser lêgerînên Emîne Erciyes ên di warê azadiya jinê de û wiha pê de çû: “Di wê demê de Rêber Apo jî her ku diçû li ser mijara jinê kûrtir dibû. Hevrê Emîne jî ji bo kûrtir fêmkirina mijara jinê, baştir vegotina wê ji kesên li hemberî xwe re û ji bo baştir têgihîştina ramanên Rêber Apo di vê mijarê de, bi berdewamî di lêgerînekê de bû. Hevrê Emine hem zû bi zû tevlî xebatên pratîk bû, hem jî rola pêşengiyê lîst. Beşdarbûna tenê di şer û xebatên pratîk de tiştekî cuda ye, tevlîbûna bi hişmendî tiştekî cuda ye. Ji ber vê yekê dema em behsa kesayetiya hevrê Emîne dikin, divê em bibînin ku ew bi hişmendî tevlî şoreşê bûye û xwestiye kevneşopiya şoreşgerî ya Tirkiyeyê bidomîne.
Hevrê Emîne her tim ji bo min hevrêyek mînak bû. Min xwest weke wê bijîm, weke wê bifikirim, weke wê hez bikim, weke wê hevrêtiyê bikim. Şoreşgereke pir alî bû. Hem pir dilnizm bû, hem jî xwezayî bû. Min qet nedît ku wê girîngî bide formalîteyê. Di axaftinên wê de, di kesayetiya wê de, di têkiliyên wê yên bi hevalan re, di têkiliyên wê yên bi gel re xwezayî bû. Min bi xwe jî şahidî kir ku wê çawa têkiliyên xwe bi gel re ava kir. Wê parçeyên din ên Kurdistanê jî geriyabû. Di avakirina têkiliyan de qet zorî nekişand. Çima? Ji ber ku têkiliyên pir xwezayî ava dikir. Ji bo vê yekê ked dida, fedakarî dikir. Têkiliyên ku dil û ruhê kesên li hemberî xwe têdigihîşt ava dikir. Pir germ bû.
Çiqas dilnizm bû, ewqas jî hişmend bû. Di suhbet û nîqaşên wê de huner hebû, ji ber ku aliyê wê yê çandî û hunerî jî pir pêş ketibû. Mînak, wê fîlmek jî çêkiribû. Nîqaşên wê yên felsefî, zanistî, îdeolojîk bi naverok bûn. Heke mirov du deqîqeyan jî li cem hevrê Emîne bimaya, tiştek jê digirt. Wê ked dida ku kesên li hemberî wê tiştekî fêr bibin. Jixwe perwerde dida, di heman demê de ji hevrêyên ku perwerde dikir jî tiştek fêr dibû. Di şopandina siyasetê, nirxandin û analîzkirina wê de jî aliyekî wê yê xurt hebû. Her wisa aliyê wê yê leşkerî jî pir pêş ketibû. Li Herêmên Parastina Medyayê şer kir, li Zagrosan şer kir, bi taybetî di şerê ku di dema rêveberiyên xweser de qewimî de rola pêşengiyê lîst. Fermandarî kir, di gelek qadan de erka xwe bi cî anî.”
XEYALÊN WÊ EM Ê BI TEQEZÎ BICÎH BÎNIN
Xalîde Engîzek bi bîr xist ku hevrê Emîne beriya şehîdbûnê di meclîsa PAJK’ê de, di rêveberiya rêxistinê de bi asta fermandarî erk girt û wiha domand: “Weke fermandareke jin, ji bo derxistina şêwaza rêveberiya jinê keda taybet dida. Mînak, di nîqaşan, civînan, perwerdeyan û jiyanê de xwest şêwaza rêveberiya jinê derxe holê, ji bo vê yekê bi berdewamî hewl dida. Yanî ji bo derxistina şêwazeke xwezayîtir, dûrî desthilatdariyê û navendîbûnê, kolektîf, komunal, parvekirî û li ser bingeha derxistina vînê têkoşîn dikir. Mînak, wê gelek ked da ku hevrêyên ku bi wê re dixebitîn hem vîna xwe derxin holê, hem jî ji desthilatdarî û navendîbûnê dûr bisekinin. Ji ber vê yekê xwedî ceribandineke mezin bû.
Qada ku hevrê Emîne lê bû, hebûna xwe zû diyar dikir. Ji ber ku li wir dîsîplîn, rêkûpêkî û rêxistinbûn çêdibû. Hevrêyên ku di bin fermandariya hevrê Emîne de şer dikirin, rola xwe lîstin û pêşengî kirin. Hevrê Emîne hevrêyek bi coş, bi kelecan bû û timî bi moral bû. Kesî nikaribû wê bê moral bibîne. Bi coşa xwe, bi kelecan û morala xwe, timî hêvî diafirand. Hevrê Emîne fermandareke ku hêvî dida her kesî bû. Di vê mijarê de jî hevrêyek mînak bû. Ji ber vê yekê em xwe pir bi şans dihesibînin ku me hevrê Emîne nas kir, bi wê re hevaltî kir, di bin rêveberî û fermandariya wê de me xebat meşandin. Em hemû ji hevrê Emîne gelek bandor bûn, em ê tiştên ku em ji wê fêr bûn bi hevrêyên xwe re parve bikin.
Em ê hevrê Emîne her tim di têkoşîna xwe de bidin jiyîn, daxwazên wê, armancên wê, xeyalên wê yên ku ji bo wan şehîd ket bi teqezî bicîh bînin. Ew ê timî pêşeroja me ronî bike. Bi saya van lehengan û şehîdan, îro Rêber Apo pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Ez careke din hevrê Emîne bi minetdarî bi bîr tînim, li ber bîranîna wê bi hurmet bejna xwe ditewînim. Hevrê Emîne wê rêya me ya azadiyê ronî bike.”