Duşem, 18 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Sor: Xurtkitina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de erka şoreşgerî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Santiago Zabala: Hewldanên Ocalan divê vala neçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê goreke din a komî ya ji hestiyên qurbaniyên Êzidî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşereke azadiya jinên Efganistanê: Meena Keshwar Kamal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Xelîl: Dewleta Tirk dixwaze şer girantir bike
Rojava

Xelîl: Dewleta Tirk dixwaze şer girantir bike

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze şer û krîza li herêmê kûr bike û got, "Eger em li dijî êrişan bi ruhê Kobanê têbikoşin em ê hingî destketiyên xwe karibin biparêzin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl têklidarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û hilbijartinên tê payin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne lidarxistin ji ANF’ê re axivî.

Aldar Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk bi taybetî jî rejîma AKP-MHP hebûna xwe di tinekirina Kurdan de dibîne û got, “Hebûna xwe di tasfiyekirina projeya demokratîk de dibînin. Li gorî wan, eger projeya neteweya demokratîk bi cih bê anîn, eger gelê Kurd mîna gelên din bibe xwedî maf û jiyaneke azad, wê dawî li Tirkan bê. Çima di nava tirseke bi vî rengî de ne? Ji ber ku Komara Tirkiyeyê dema ava bû li ser tinekirina Kurdan ava bû. Kurd û Tirkan bi hev re ev komar ava kirin. Lê belê dewleta Tirk çi kir? Sozên ku da Kurdan ji bîr kir, li dijî Kurdan polîtîkaya komkujî û qirkirinê xiste meriyetê. Ji bo Kurd daxwaza mafên xwe neke êrişî Kurdan kir û xwest tine bike. Dewleta Tirk sed sal li pey xwe hişt, lê belê sed sal in bi vê tirsê dijî. Ditirse ku Kurd bibin xwedî mafên xwe. Mafên gelê Kurd mafên rewa ne. Hezaran sal in ev gel li ser vê xakê ye. Dîrok, çand û zimanê xwe tê naskirin. Ji xwe dema ku mirov bala xwe bidin ser her kolandin û lêkolîneke dîrokî mirovê bibîne ku li vê xakê şaristanî ji aliyê vî gelî ve hatiye avakirin. Dewleta Tirk ji vê rastiyê ditirse.

Wê eşkere bibe ku Tirk ne xwediyê vê xakê ne, ji derve hatine û li ser vê xakê li dijî Kurdan, Asûran, Ermenan û gelek gelên din komkujî û talanî kiriye. Ya ku jê ditirse ev e. Ji ber vê jî dixwaze dagirkeriyê berfireh bike û hikumê xwe li ser hemû gelan pêk bîne. Lewma Kurdan weke dijminê xwe yê sereke dibîne. Dewleta Tirk ne tenê hewl dide ya di destê xwe de biparêze, li gel parastina ya berê her ciha dixwaze herêmên nû dagir bike. Difikire ku bi vî rengî dikare hebûna xwe biparêze. Dewleta Tirk bi vî rengî difikire, piştî şerê cîhanê yê yekemîn qediya li herêmê nexşeyên nû hatin afirandin. Li gorî vê nexşeyê jî Osmaniyan dewletên li ser serwer bû winda kirin. Osmanî li vir şikest. Dewleta Tirk a niha plan dike ku deverên Osmaniyan ji dest dan ji nû ve bi dest bixe. Îro li herêmê şer diqewime. Pirsgirêkeke ewlekariyê li herêmê heye. Dewleta Tirk dixwaze vî şerî û vê krîzê girantir bike. Bi vî rengî dixwaze xaka di destê xwe de mezin bike. Ew dixwazin Tirkiyeya mezin ava bikin. Wê plana vê çawa bike? Dixwaze bi kevirekî li du çivîkan bike. Ji aliyekî ve dixwaze herêmên Kurd lê ne bi dest bixe û Kurdan tine bike, li aliyê din jî dixwaze sînorên dewleta Tirk berfireh bike. Di vir de armanca sereke jî desteserkirina Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê ye.

Ji roja ku bihara gelan destpê kir û vir ve dewleta Tirk li vê derê hewl dide rêveberiyeke cuda ava bike. Naxwaze li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk ava bibe. Timî piştgiriyê dide komên çete. Çete jî ji xwe ji bo wan dixebitin. Binihêrin, ev çete birin her deverê. Ji Somalî heta Lîbyayê, Azerbaycanê û li dijî gerîla jî da şerkirin. Van çeteyan li hemberî gelek welatan bi kar tîne. Yek ji van welatan jî Sûriye ye. Ev çete li Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi kar anîn. Hîn jî dixwaze li herêmên cuda bi kar bîne. Yanî dewleta Tirk naxwaze Komareke Sûriyeyê ya demokratîk ava bibe. Dixwaze Sûriye timî di destê çeteyan de be û bi vî rengî armanca xwe ya Osmanî bi cih bîne.”

Aldar Xelîl têkildarî mijara hilbijartinên şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî ku herî dawî ji bo meha Tebaxê hate taloqkirin û got, “Weke ku tê zanîn du sal bûn ku amadekariyên hevpeymana civakî di rojevê de bû. Ji hemû pêkhateyên gelan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîsyonek ji 158 kesan hate avakirin. Dawiya sala derbasbûyî ev hevpeyman hate erêkirin û ragihandin. Li gorî vê jî ev hevpeyman wê sîstema xwe bi rêxistin bikira û ji nû ve ava bikira. Yanî her tişt wê êdî li gorî hevpeymana civakî bêne kirin. Li gorî hevpeymanê divê bi rêveberiyên demokratîk guhertin bêne kirin. Yek ji van guhertinan jî şaredarî ye. Li gorî hevpeymanê sîstema şaredariyan hate guhertin. Ji bo şaredarî karibin xizmeteke hîn baş bikin divê sîstemek ji nû ve bê avakirin. Baş e ev sîstem wê çawa pêk were? Bi sîstema partiyekê yan jî aliyekî nabe. Ji bo vê jî divê pêkhateyên gelên herêmê li hev kom bibin û şaredariyên xwe ava bikin. Ti eleqeya vê bi mijarên siyasî û yekîtiya welêt nîne. Ev yek mijareke xizmetê ye. Pêwendiya xwe bi jiyana civakî heye. Lê belê dewleta Tirk û hin hêzên ku pê re di nava hevkariyê de ne qebûl nakin. Li ber radibin. Ji ber ku eger pêk were wê hingî xizmeteke hîn baş ji gel re bê kirin. Wê pirsgirêk bêne çareserkirin, rêxistiniya civakê hîn xurt bibe, rêveberiyên xwecihî hîn xurt bibe. Vê naxwazin. Heta ji wan tê hewl didin li ber vê rabin.

Bêguman wê tenê bi vê bi sînor nemîne. Hilbijartinên rêveberiyên xwecihî gaveke destpêkê bû. Ya duyemîn û ya herî girîng jî jinûve birêxistinkirina meclîs û komunman e. Ew ewqasî ji hilbijartinên şaredariyan ditirsin, gelo di hilbijartinên din de wê çi bikin? Hilbijartinên şaredariyan e lê belê wan gotin wê Sûriyeyê parçe bikin, gotin Kurd dewleteke nû ava dikin. Yanî di dema hikumeta Şamê de jî li van herêman şaredarî hebûn. Bi vî rengî hilbijartinên şaredariyan dihatin kirin. Di asta şaredariyan de sîstemek hebû. Bêguman têkilî û rêbazên wan ên kar cuda bûn. Berê bi rengekî cuda dihate kirin lê niha bi rengekî demokratîk tê kirin. Gel hemû di nav de hene. Bi hev re di nava têkiliyê de ne û mîna berê navendî nîne. Her şaredarî li gorî bajarê lê ye wê biryarê bi meclîsa xwe bide. Ev yek sîstemeke demokratîk e. Berê jî şaredarî hebûn. Wê demê Sûriye parçe bûbû? Na. Îro jî bi heman rengî şaredarî hene lê belê vê carê bi rengekî demokratîk kar tê kirin. Ew naxwazin îradeya gelan bê destnîşankirin. Dixwazin li herêmê timî zext û tundî hebe. Lê belê gelê me xwedî li îradeya xwe derdikeve. Xwedî li projeya xwe derdikeve. Her kes dixwaze ev hilbijartin pêk were û dixwaze ji bo tevahiya herêmê weke mînakeke demokrasiyê bê nîşandan.

Lê belê carna di amadekariyan de dibe hin kêmasî rû bidin. Dibe ku hin tişt di dema xwe de pêk neyên. Ev tiştên pratîkî ne. Di nava şoreşê de hin kêmasî rû didin û zehmetî têne kişandin. Lê belê ya girîng ew e ku bi hev re piştgirî ji vê biryarê re bê dayin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze vê pêk bîne. Desteya Hilbijartinê ya Bilind biryara vê yekê da. Weke hemû partiyên siyasî û pêkhateyên gelan divê em piştgiriyê bidin vê yekê. Beriya vê partiyan digotin di asteke têrker de amadekarî nekarîne bikin, dem kêm bû. Desteya Hilbijartinê ya Bilind dema hilbijartinê kir meha Tebaxê ku ev yek baş bûy Niha divê her kes di nava amadekariyan de bin. Divê careke din neyê gotin, em ne amade bûn. Pêwîste ev hilbijartin bi rengekî demokratîk pêk were û bibe mînakeke demokrasiyê. Bila derdê kesî ne ew be ku partiya xwe yan jî pêkhateya xwe bibe rêveber. Ya girîng ew e ku hilbijartin bi rengekî demokratîk pêk were û gelê me hemû tevlî van hilbijartinan bibe. Bila her kes bi vî rengî bifikire. Ev hilbijartin temsîla îradeya me hemûyan e.”

Di dewama axaftina xwe de Aldar Xelîl bi bîr xist ku 25’ê Hezîranê salvegera êrişa DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê ye û got, “Berxwedana Kobanê guhertinên gelekî mezin pêk anî. Bû hêz û navenda guhertinê. Ji ber vê jî hemû berxwedêrên tevlî nava berxwedana Kobanê bûn silav dikim. Şehîdên ku li Kobanê bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînim. Birîndaran û her kesên ku piştgirî dan bexwedanê, gelê me yê tevlî berxwedanê bû bi rêzdarî silav dikim. Bi taybetî ji çiyayên Kurdistanê di nava şert û mercên giran de berxwedêran xwe berdan nava Kobanê, tevlî berxwedanê bûn, hin ji wan şehîd bûn, hinek birîndar bûn, hinek jî piştre vegeriyan çiyê. Wan bi rastî jî dîrok guhertin. Eger ne ji berxwedana wan bûya dibe ku encam ne bi vî rengî bûya. Ji gelê me re jî vê dibêjim, pêvajo çiqasî giran jî be divê em têkoşîna xwe bi ruhê Kobanê mezin bikin. Em bi vî ruhî nêzî karê xwe bibin. Em zanin ku pêvajoya li pêşiya me wê hêsan nebe. Hîn jî dijminê me heye, demên zor û zehmet li pêşiya me ne. Eger em bi ruhê Kobanê têkoşîna xwe dewam bikin, zanim ku em ê serketinên hîn mezin bi dest bixin. Em ê karibin destketiyên xwe jî biparêzin. Wê demê li ber destê me ti derfet nebû, lê me encameke bi vî rengî bi dest xist. Îro wê encamên hîn mezin û bi wate bêne afirandin. Berxwedana Kobanê li gelê me pîroz dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin ji bo Colemêrgê li Stenbolê nobetê digirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kampanya hate destpêkirin: Pere ji girtiyan re hate şandin

Amed TUAY-DER'ê bi dirûşma 'Şandina pereyan ji girtiyan re sûc nîne" dest bi kampanyayê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Cazim Cirdo: Divê xelkê komelgeha Girzerikê vegere warên xwe

Cazim Cirdo, behsa xemseriya hikûmeta Iraqê ya li hember vegera gel a ji bo Şengalê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Tev-Çand û Hunera Mizgîn ji bo 2 hunermendan peyama sersaxiyê

Tev-Çand û Hunera Mizgîn ji bo her du hunermendên Kurd Kahtali Miçê û Reşîd Sofî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

‘Sedsala 21’an wê bibe sedsala civakeke azad û demokratîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Foza Yûsif: Nûreddîn Sofî ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şamê wesayita bombebarkirî teqiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrazorê rûspiyek û hevjîna wî hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?