Şêniyên bajarê Dirbêsiyê û koçberên Serêkaniyê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Hisên Xedîca (Bengîn Serêkaniyê) ku di 13’ê Kanûnê de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê spart axê.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Bişar Koş axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan kir.
Endamê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Îsmaîl Xalid jî bal kişand ser girîngiya berdewamkirina têkoşîna şehîdan heta pêkanîna serkeftinê.
Nisrîn Salih a biraziya şehîd Bengîn jî li ser navê malbatê axivî û da zanîn ku malbata wan gelek şehîd ji bo azadiyê dane. Her wiha soz da ku heta serkeftinê li ser şopa şehîdan bin.
Piştî axftinan belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîlî û dirûşman spartin axê.

