Di êrîşa balafira bê mirov ya dewleta Tirk û çeteyên wê a li ser Pira Qereqozaxê de 2 endamên hêzên trafîkê û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn. Endamê hêzên trafîkê Hesen (Hesen Ibrahîm) û Sûhêl (Sûhêl Bekê) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Emîn (Mihemed Emîn Hemo) şehîd bûn. Cenazeyên şehîdan bi merasîmekê li Kobanê hatin veşartin.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê endama Rêveberiya ‘Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo’ Eyşe Efendî axivî û got, “Em soz didin ku em ê bi ser bikevin.” Eyşe Efendî bi dewamî got, “Dem dema şeref û rûmetê ye. Îro roja serîrakirina li hemberî dagirkeriyê ye. Êdî em di nava hebûn û tunebûnê de ne. Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin. Êdî dawiya her desthilatdariyê heye. Em ê li Sûriyeyê hebin û em ê hebin.”
‘EGER BI HEZARAN JÎ JI ME HERIN EM Ê AXA XWE BERNEDIN’
Endamê Rêveberiya Hêza Ewlekariya Hundirîn Şêro Mustefa jî got, “Ev der ne Heleb û Şam e, ku em serî ji dijmin re bitewînin. Ev der Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li ser her bihostek xaka wê xwîna me heye.”
Di dewama axaftina xwe de Şêro Mustefa got, “Ji bilî berxwedanê tiştekî din nîne. Divê her kes zanibe, cihê ku me bi xwîna xwe rizgar kiriye wê bibe hesret ji Erdogan û çeteyên wî re. Bila gelê me bi şerê taybet hişyar be, divê tenê wê yekê bizanibe; ne li Minbicê ne jî li devereke din a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavek pêşde neavêtiye. Ev der warê şervan û mêrxasan e, ev ne Şam û Heleb e ku di nava çend demjimêran de bê dagirkirin. Ev der bi xwîna me hatiye rizgarkirin. Eger bi hezaran jî em herin em bostekê jî ji axa xwe nadin.”
Piştre jî wesîqeya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi berzkirina dirûşmeyan li Şehîdgeha Şehîd Dîcle hatin veşartin.