Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê ji bo piştgiriya bi QSD’ê re daketin qadan û meşiyan.
Girseyê ji qada Jina Azad dest bi meşê kir. Di meşê de alên QSD’ê û wêneyên şehîdên azadiyê û pankartên “Em hemû QSDˈê ne”, “Em hemû QSD`ê ne, QSD`ê rûmeta me ne” hatin hildan û bê navber dirûşma “Bijî berxwedana QSD’ê” hate qîrîn.
Girseya gel ber bi qada Şehîd Egîd ve meşiyan, li vir deqeya rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan hat girtin, pişte ji Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Ismaîl Ismaîl berxwedana şervanên di çeperên şer de silav kir.
Ismaîl got, “Şervanên di çeperên şer de çi li milê bendava Tişrînê, çi li pira Qereqozaxê, gundewarên Micbicê û her wiha li milê Girê Spî jî şerekî giran dikin. Di vî şerî de şervanên me berxwedaneke dîrokî dikin.”
Ismaîl diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê her tim planên xwe yên qirêj didin meşadin, lê her tim şervanên QSD’ê ew planên wan têk birin û got, “Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ew e ku her tim dixwaze Kobanê dorpêç bike. Lê ev yek dûrî xewn û xeyalên wan e, bila vê yekê tu carî nehizirin, ji ber ku berxwedana şervanên me tu carî nahêlin axa wan binpê bibe. Şervanên QSD’ê her tim êrişên dagirkeriyê têk dibin, wê her tim dagirkeran têk bibin. Em ê jî her tim li derdora QSD’ê bibin xelek.”
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Eloş diyar kir ku şervanên QSD’ê, YPG, YPJ her tim li hemberî dagirkeriyê têdikoşin, li ber xwe didin û got: “Şervanên me her tim êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane têk dibin û li hemberî wan berxwedaneke dîrokî bi tîpên zêrîn dinivisînin. Gelê me yê bi rûmet kombûna me ya li vê derê ji bo ku em piştgiriya hêza xwe ya YPG, YPJ, QSD’ê bikin, berxwedana wan a dîrokî pîrok bikin. Em hemû QSD’yî ne, em ê her tim li pişta hêza xwe bin û wan biparêzin.”
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana QSD’ê” bi dawî bû.