Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi kom 180’an û di roja 920’an de didome.
Dewrgirtina çalakiyiyê nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 179’an ve çalakvanê bi navê Seîd Çomlek axivî.
‘HEMÛ ÇALAKÎ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO NE’
Seîd Çomlek di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Pêwîste em wek gelê Kurd Hemû derfetên xwe yên xebatê ji bo azad kirina Rêber Apo pêşbixin. Ev demek dirêj li Mexmûrê çalakiyek ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpê kirin. Heta em Rêbertiya xwe di nava xwe de azad ne bînin emê dest ji çalakiyên xwe bernadin. Em hemû çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên lidarxistin silav dikin.”
‘EM BI HÊZA XWE BAWER IN’
Seîd Çomlek bal kişand ser êrişên li ser Rojava û wiha pêde çû: “Wek tê zanîn ev demek dirêj êrişek hovan li hemberî gelê yê Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê rastî komployek navdewletî hat. Civaka Rojavayê Kurdistanê ev bêbextî heqne kiribû. Em bi hêza gelê xwe û şervanên gelê Kurd bawerin ku çawa di sala 2014’an de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi serkeftin, wê îro jî vê çalakiyê biserbixin.”
Di merasîma dewrgirtinê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Bexwedan Rojava’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin qirîn.

