Xelkê Siwêdayê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û ji bo piştgiriya Rojava li dijî êrişan çalakiyek lidar xist.
Şêniyên Siwêdayê pankartên bi dirûşmên piştgiriya Rojava rakirin. Di pankartan de her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku ji bo parastina sivîlan tavilê bikevin nava tevgerê.
Şêniyan di peyamên xwe de girîngiya hevgirtina sûriyeyiyan nîşan da û diyar kir ku piştgirî û hevgirtin li hemberî hewldanên çewisandina mafên gelê Kurd bend e.
Ji Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Siwêdayê, Besma Ferûnî got: “Em bi dil û can bi xwişkên xwe yên Kurd re ne. Li bakurê Sûriyeyê li dijî Kurdan zilm hat meşandin. Beriya niha jî li dijî me hat kirin. Em bi hêvî ne ku zilm li ser her kesî bi dawî bibe.”
Besma Ferûnî banga vekirina gorên komî, garantiya vegera koçberan li malên xwe, derketina çeteyên hikumeta demkî kir, her wiha daxwaz kir ku her kes biryara diyarkirina çarenûsa xwe bide.

