Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Herekol Til Hemîs li Pakrewangeha bajar spart axê.
Şervanê QSD’ê Herekol Til Hemîs (Malik Mihemed El Xelîl) ê 12’ê Kanûnê (2025) li bajarê Til Hemîsê şehîd bû.
Merasîma cenaze bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayîf axivî û got: “Siberoja ku em xeyal dikin, jiyaneke birûmet ji bo zarok û ciwanên me ye. Ev yek jî bi berdêlên îro û cesareta duh dibe.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Holê Ciwan Til Hemîs jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan ta avakirina jiyaneke birûmet û ewle da.
Ji rêveberên Kongreya Îslama Demokrat a bajarê Til Hemîsê mela Mutez El Enter jî şehadet li dinyayê û li axiretê jî serfirazî ye.
Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd Herekol hat xwendin û pêşkêşî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd Herekol bi dirûşman hate veşartin.

