Şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê bi meşekê pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Apo şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.
Meş ji pêşiya Qada Jina Azad a li bajarê Dirêbsiyê destpê kir. Meşvanan posterên Rêber Apo, pankartên “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e” vekirin, her wiha dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Meş li ber Mizgefta Hac Sultan sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Li wir rêvebera Kongra Star Fatima Keleş pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Apo şermezar kir.
Fatima bal kişand ser nameya dawî ya Rêber Apo û rola wî ya di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de û ev peyam da: “Em ê xeta berxwedanê bidomînin. Em ê li qadan bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.”
Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê Ebdulletîf Bedewiyê jî anî ziman ku pergala êşkence û qirkirinê ya domdar a li ser Rêber Apo pêkanîneke ji rêzê nîn e, lê hewldanên çareserkirina aloziyan asteng dike.
Bedewiyê îşaret bi berxwedana gelan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî kir û got: “Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku em ê têkoşînê bidomînin û li ser xeta Rêbertî ber bi avakirina neteweya demokratîk ve herin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.