Bi sedan kes ji malbat, xizm û hevrêyên dîlgirtiyên li gel hêzên hikumeta demkî, li çerxerêya Kevokê ya li bajarê Hesekê hatin gel hev û xwepêşandanek lidar xist.
Malbat, xizmet û hevrêyên dîlgirtiyan xwestin çarenûsa dîlgirtiyan werin aşkerakirin û di zûtirîn dem de werin azadkirin.
Di xwepêşandanê de wêneyên dîlgirityan hatin hildan û pankartên “Em daxwaza dîlgirtiyan dikin”, “Azadî mafeke nabe were paşxistin”, “Azadî ji dîlgirtiyên me re”, “Ez birayê xwe yê yekane dixwazim”, “Heya dîlgirtiyek azad nebe, em ê bêdeng nemînin” hatin vekirin. Her wiha dirûşmên bi banga serbestberdana dîlgirtiyan hatin berzkirin.
Di xwepêşandanê de axaftin hatin kirin. Bang li aliyên têkildar hat kirin ku berpirsyariyên xwe yîn mirovî û qanûnî bicih bînin û ji bo çareserkirina dosyaya mirovî xebateke xebatek cidî bikin.
Xwepêşanêdaran bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kirin ku bi lez bendên lihevkirinê bicih bînin û di zûtirîn dem de dîlgirtiyan azad bikin.

