Şemî, 28 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Em li gel gelên Îranê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz wê bi şîara ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ were pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arakçi-Huseyîn civiyan: Îran wê baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Iraqê hedef bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Holloway: ‘Azadiya Ocalan wê deriyê demokrasiyeke kûr veke’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Demir: Avêtina gavên zagonî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star bernameya 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    12 salan de 5 hezar û 659 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya TAJÊ eşkere bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên windayan banga edaletê kirin
Rojane

Xizmên windayan banga edaletê kirin

Xizmên windayan û ÎHD'ê li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn û doza edaletê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Xizmên Windayan û Komeleya MAfên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin.  

AMED

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 877’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan û Komeleya Piştgirî û Yekitiyê ya ji bo Kesên Xizm û Nasên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER) a Amedê û gelek tev li daxuyaniyê bûn.

Xizmên Windayan û beşdar pankarta ku wêneyê windahiyan li ser bû jî li erdê hat raxistin û wêneyên kesên ku hatine windakirin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Ender Togcu ku ji 29’ê Mijdara 1994’an vir vê agahî jê nayê girtin, hat pirsîn. Beriya daxuyaniyê Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî û diyar kir ku duh salvegera kuştina parêzer Tahir Elçî û hefteya derbasbûyî salvegera kuştina Şevket Epozdemîr bûye û got ku kuştina wan jî bêceza hat hiştin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin jî anî ziman ku ew dê her piştgiriya Xizmên Windayan bikin û got: “Dewlet dîwaran li pêş edaletê datîne. Gel rastiyê dixwaze. Tevî daxwaza edaletê jî wîjdan tune ye û her kes kor e. Em hêvî dikin di vê pêvajoyê de faîlan derxin holê û bên cezakirin.”

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz daxuyaniya hefteyê xwend û diyar kir ku Ender Togcu zewicî bûye û zarokek wî hebûye. Firat Akdenîz anî ziman ku Ender Togcu ji bo biçe nexweşxaneyê ji malê derketiye lê li gor gotina dayika wî Ender Togcu qet neçûyê nexweşxaneyê. Firat Akdenîz wiha got: “Heman rojê di seat 22.30’yan de polîs bi ser mala bavê Ender Togcu de digirin û tundiyê li bavê Ender Togcu, Huseyîn Togcu û zarokên wî dikin. Piştre jî bavê Ender Togcu agahî digire ku kurê wî di dest polîsan de ye.”

Firat Akdenîz qala geşedanên bûye re kir û got ku tevî 31 sal bi ser bûyerê derbas bûye jî jî aqûbet nehatiye ronîkirin. Firat Akdenîz diyar kir ku tevî hewldanên malbatê yên hiqûqî jî tu encam nehatiye girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birayê mezin ê Ender di dema binçavkirina xwe de qêrîn û dengê Ender bihîstiye. Birayê wî yê mezin, Alî Togcu, di roja sêyemîn de li ser rêya Erxenê hate berdan. Bavê wî Huseyîn Togcu piştî windabûna kurê xwe, her meh serî li Serdozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê da, lê ji wî re hate gotin ku kurê wî nehatiye binçavkirin û tu qeyda binçavkirina wî tune. Birayê wî yê mezin jî bi devkî serî li Qereqola Polîsan a Çarşiyê da. Tevî hemû hewldanan û têkoşîna 31 salan jî hîn aqûbeta Ender Togcu nehatiye ronîkirin.”

Çalakî ji bo Ender Togcu û hemû windayan bi deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Çalakiya ÎHD û xizmên windayan li Êlihê di hefteya 713’an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li ser Kolana Gulistanê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li kiryarên Serokê Baroya Amed Tahir Elçi ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a navçeya Sûrê ya Amedê di êrişeke çekdarî de hatibû kuştin, hat pirsin. 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya du hefteyî ya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê berdewam kir. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa “Winda wijdan in, xwedî li wan derkevin” û “Winda diyar in, sûcdar li ku ne?” hatin hildan. Di çalakiyê de li aqûbeta Abdulselam Çelik ê ku di 6’ê Mijdara 1997’an de li Amed’ê hatibû revandin û Abdullatif Yagizay ê ku di Mijdara 1995’an de hatibû revandin, hat pirsin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heya kiryar neyên darizandin dê têkoşîn bidome.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD ya Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 203’yemîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Gever a Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan ji bo Abdulselam Şahin ku di sala 1993’yan de hat kuştin, edalet xwestin. 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê
Nûçeya Pişt re Ji bo girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun daxwaza berdanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtî Ahmet Yardim ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de ne peyam şand

Ahmet Yardim ê ku li Girtîgeha Afyonkarahîsar girtî ye, ji bo dayikên di Nobeta Edaletê…

Ji aliyê Stêrk TV

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi rojeva Sûriyeyê li Tirkiyeyê ye

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen têkildarî rewşa Sûriyeyê çû Tirkiyeyê. Seroka Komîsyona…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê daxwaza jinûve darizandina gerîlayê HPG’ê hate redkirin

Daxwaza jinûve darizandinê ya gerîlayê HPG'ê Hatem Ozdemîr hate redkirin ku di encama êrîşeke hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Plaftorma Yekîtiya Netewî ya jinên Kurd encamnameya bi 21 xalan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Em li gel gelên Îranê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?