AMED
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan di hefteya 895’emîn a çalakiya xwe ya ‘’Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’’ de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolê ya li navçeya Rezanê civiyan. Xizmên windayan, li qada çalakiyê wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin vekirin. Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û Odeya Bijîşkan a Amedê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pirsa failên Necatî Aydin ê di 4’ê Nîsana 1994’an de di binçavan de hate windakirin, hate pirsîn ku Necatî Aydin yek ji damezrînerê TUM SAGLIK-SEN’ê bû. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê ÎHD û xizmên windayan di hefteya 731’emîn a çalakiya xwe de lipêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘’Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’’ hate vekirin û li gel mafparêzan nûnerên rêxistinên civakî jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmûd Demîrel ê ku di 2’yê Nîsana 1994’an de li Êlihê hate revandin û piştre bi awayî agahî jê nehate standin, hate pirsîn. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
GEVER
Li navçeya Gever a Colemêrgê jî ÎHD û xizmên windayan di hefteya 221’emîn a çalakiya xwe de li hev civiyan. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê Ozan Akbaş ve hate xwendin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Necatî Aydin daxwaza edaletê hate kirin.

