Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li gundewarê rojavayê Hemayê û herêma Misyafê, dest bi girtina welatiyên duh tev li xwepêşandanên aştiyane bûn, kir.
Hêzên hikûmeta demkî li gundên Belîn, Huwêr û Selîb ên herêmên navborî dest bi girtina ciwan û kesên duh tev li xwepêşandanên aştiyane bûn, kir.
Her wiha li taxên piranî Elewî yên Laziqiyê, bi taybet kesên duh derketina xwepêşandanan hêzên hikumetê ev girtin û li tevahî herêmê rewşeke awarte heye, bendên kontrolê li herêmên Merdaş, Nehir Barid û Kirom hatine danîn.
Li Laziqiyê, çekdaran êrişî mal û milkên welatiyên Elewî kir û texrîbat kirin, gotinên taîfperestî kirin, bi kêran êrişî welatiyên diçûn û dihatin kirin, hin jî bi giranî birîndar kirin.
Li ser banga Şêx Xezal Xezal, duh li herêmên peravê û hundirê Sûriyeyê xwepêşandanên aştiyane yên girseyî pêk hatin. Ev xwepêşandan ji bo şermezarkirina tundî û sûcên li dijî Elewiyan tên kirin, hatin lidarxistin, li kêlek wê jî xwepêşandêran daxwaza jiyana birûmet di nava dewleta federal a nenavendî kir.

