Jinên Rojavayê Kurdistanê ji despêka Şoreşê û heta roja îro kêlî bi kêlî berxwedan û têkoşînê didin meşandin û mohra xwe li qadê jiyan û kar û xebat xistin. Xebatên Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê jî yek ji wan xebatên ku lingek esas a pêşxistin û mezinakirina têkoşîna jinan e.
Rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Sultanê Xişo li ser despêka avakirina weqfa jina azad û makanîzmeya xebatên waqfê axivî û wiha got, ”Weqfa jina azad di Cotmeha 2014’an de bi pêşengtiya 5 jinan û derfetên pir kêm hate avakirin. Xebata despêkê di weqfa jina azad de hatiye kirin belavkirina ankêtan di nav gel de bûn û li gorî encamên di wan ankêtan de derketine kar û xebata me di weqfa jin de hate pêşxistin. Her wiha navendên weqfa jina azad li hemû kanton, bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li kampan hatine avakirin.”
ARMANCA WEQFÊ RÊXISTINKIRINA JINAN E
Sultanê Xişo di berdewamiya axaftina xwe de qala armanca xebata weqfa jinê kir û wiha got: ”Armanca xebatên weqfa jinê ya sereke ji bo pêşxistina jin û zarokan e. Ji ber ku dema di welatekî de şer diqewime yên ku herî zêde zirarê dibînin jin û zarok in. Li seranserê Rojhilata Navîn mafê jin û zarokan tên binpêkirin. Taybet jin weke di rêza duyemîn de tên dîtin. Me jî xwest em alîkariyê bidin aliyê ku di her derê de erka xwe dibîne lê mafê wan nayê nasandin. Di despêkê de em mal bi mal geriyan da ku em jinan di nav weqfê de bi rêxistin bikin û xebata waqfa jinê bi wan bidin nasîn.”
WEQFA JINÊ BI JASNAMEYA JINÊ KAR DIKE
Sultanê diyar kir ku di sala 2020’an de navê weqfa jinê hate guhertin û wiha pê de çû: ”Di sala 2020’an de me navê weqfa jinê guherand. Despêkê navê wê Weqfa Jina Azad a Rojava bû lê paşê hate dîtin ku weqfa jina azad bi nasnameya jinê kar dikin ne bi nasnameya herêmekê ye, ji ber wê me wekî Weqfa Jina Azad a Sûriyê guherand.”
DIVÊ JIN RASTIYA XWE NAS BIKE
Sultanê anî ziman ku xebata weqfa jinê li ser esasê komîteyan tê meşandin û got, ”Xebata weqfa jinê li ser avakirin û esasa komîteyan hatiye avakirin, ji bo wê jî komîteyên ku di nav xwe de dihewîne bi vî awayî ne; komîteya perwerde, komîteya tenduristî, komîteya proje, komîteya diplomasî, komîteya mafnasî, arşîv û ragihandin. Armanca me ew e ku em jinek bi hêz û mafê xwe nas dike bidin avakirin. Ji ber ku ya herî zêde dikare civaka demokratîk ava bike jin e, ji ber ku ya herî zêde bi mal û civakê re eleqder dibe jin e. Welatê ku mafê jinê tê de tune be ew welat her tim binketî ye. Armanca me ew bû ku jin rastiya xwe nas bike û azadiya xwe nas bike da ku em bikaribin pêşerojek azad ava bikin”
JIN KARÊ HERÎ PÎROZ DIKIN
Sultanê da xuyakirin ku di hemû komîteyên heyî de beşa pratîk û tewrî hene û wiha berdewam kir, ”Hemû komîteyên me yên heyî ji du beşan pêk tên, beşa tewrî heye. Li kêleka her karek pratîkî girîngiya xebatên tewrî jî hene. Di doza azadiya jinê de xweseriya madî aliyek girîng e. Ji bo vê jî di vê derbarê de proje ji bo jinan hatin pêşxistin. Ji ber ku jin her tim tenê ji bo karên malê û xizmeta zarokan dihatin dîtin, di rastiyê de ev karê herî pîroz e, lê ji ber ne têgihiştina civakê ev karên jinê biçûk têne dîtin. Ji bo vê jî gelek kargehên dirûnê hatin vekirin. Hejmarek zêde jin tevlî wan kargehan dibin û piştî wê em festîvalan li dar dixin û berhemên wan jinan di wan festîvalan de pêşkêş dikin. Ev jî dihêle ku jinek bi hêz derbikeve holê.”