Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê girtin, 31 sal in girtî ye. Di Mijara 1994’an de cezayê girtîgehê yê muebbetê lê hate birîn, lê belê li gel ku dema ceza qediya ye jî nayê berdan. Berdana Ardil Çeşme 3 caran her carê ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Xwişka Ardil Çeşme Asiye Seyhan got, “Ev yek girtin nîne, dîlgirtin e.”
Li gorî daneyên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li girtîgehan berdana 4 hezar girtiyan tê taloqkirin. Yek ji wan jî girtiya 30 salan Ardil Çeşme ye ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê ragirtin. Xwişka wê ya mezin Asiye Seyhan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li gel nebûna cezayê dîsîplînê jî Ardil nayê berdan û li zextên bi rêk û pêk rast tê. Asiye Seyhan got, “Timî bi heman hincetê, bi hinceta ‘têkiliya xwe ya bi terorê re neqedandiye’ berdana wê tê taloqkirin. Ti cezayekî dîsîplînê lê nehatiye birîn. Her cara em diçin hevdîtinê li provokasyon û zextên gardiyanan ên li hemberî wê rast tên. Ji ber vê yekê naxwaze em biçin hevdîtinê. Herî dawî dema em pê re axivîn, anî ziman ku hêviya wê ji desteyê nîne. Digot, ‘Eger sererastkirina qanûnî bibe hingî em ê bên berdan, naxwe dixwazin me 36 salan girtî bihêlin’.”
‘BILA TENÊ HIQÛQÊ BI CIH BÎNIN’
Asiye Seyhan diyar kir ku li gel her tiştî jî moralê Ardil baş e û got, “Wê bi xwe moral dida me. Nêzîkatiya xwe jî li ser vê bingehê ye; divê ev rewşa dîlgirtinê tavilê bi dawî bibe. Girtîgeha Erzînganê ji xwe ji her alî ve zehmet e. Ji hevdîtinê heta bi axaftinê zext gelekî zêde ye. Nahêlin em silavê bidin hinekî din, her wiha nahêlin girtî di nava xwe de wêneyan bikişînin. Dema ku bi hev re didin û distînin gardiyan yekser dest li wan werdidin. Em mafê xwe dixwazin. Em dixwazin hiqûq bi cih bê anîn.”
‘DAYIKA MIN JI BO MIRINÊ LI BENDA KEÇA XWE YE’
Asiye Seyhan anî ziman ku dayika wê ya 86 salî 8 sal in nikare Ardil bibîne û got, “Dayika min ji ber felcê nekarî biçe hevdîtinê. Tenê bi telefonê dengê wê dibihîze. Dayika min li benda keça xwe ye, di her axaftina bi telefonê de dibêje, ‘Tu yê kengî were, êdî were ku ez jî bimirim. Ma ne bes e?’ Mafê kesî nîne ku vê êşê bi van malbatan, bi van mirovan bidin kişandin. Ev bêhiqûqî û dîlgirtîbûn divê bi dawî bibe. Bi helwesteke kêfî ev pêvajo tê meşandin. Em vê qebûl nakin. Zarokên me niha girtî ne, hemû jî dîlgirtî ne. Ev yek bi taybetî li hemberî jin ên girtî tê kirin.”