Koma Aştî û Civaka Demokratîk di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo de 11’ê Tîrmehê li ber Şikefta Casenê ya li Silêmaniyeyê bi rengekî sembolîk merasîma şewitandina çekan lidar xist. Li gel Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat 30 gerîla tevlî bûn ku 15 ji wan jin, 15 jî mêr bûn. Gelek siyasetmedar û rojnamevanan merasîm şopandin.
Yek ji wan rojnamevanên li merasîmê Fatîh Polat bû ku qala wê rojê û bûyerên piştre kir.
Polat got, “Em roja Pêncşemê saet di 12:00 de bi çar otobusan ji Amedê bi rê ketin. Otobusa ku rojnamevan tê de bû zû bi rê ket.
Dema ku em ji sînor derbas bûn û gihîştin xaka Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Iraqê rayedarên rêveberiya herêmî heyeta payebilind a ji Hevserokên DEM Partî û DBP’ê pêşwazî kirin. Plan ew bû ku nîvê şevê bigihêjin Silêmaniyeyê, lê belê ji ber navberdayinê li Hewlêrê li otelekê bi cih bûn û saet di 07:00 de bi konvoyeke ji wesayitan ber bi cihê merasîmê bi rê ketin.
Mirov dikare bibêje ku YNK ji ber ku malovanî ji kêliyeke bi vî rengî ya dîrokî re kir bi rûmet bû û li gorî derfetên xwe hesas tevgeriya.
Piştî ku em ketin nava herêma Silêmaniyeyê û ber bi qada çiyayî ve çûn, konvoya ji 30 wesayitî nêzî qada merasîmê bû, ku ji hebûna tîmên taybet ên rûyê wan nixumandî ev yek diyar dibû. Piştî ku em gihîştin ber devê şikeftê ji me re hate gotin ‘bila mêvanên me derbas bibin’ û rê dan me ku em bigihêjin cihê merasîmê. Ketina me ya li qadê ji aliyê pîşeyî ve girîng bû. Her tişt li pêş çavên me diqewimî û bi qasî ku em bibînin nêzîkî me bû.”
Rojnamevan Polat dema ku bûyerên li merasîmê qewimîn ragihand, bi taybetî bal kişand ser heqîqetê. Ev bûyera dîrokî weke hêza heqîqetê ya dîrokî pênase kir û got, “Ji jora şikefta ku ji bo Kurdan ji aliyê mîtolojîk û dîrokî ve wateya xwe heye, ji pêlikan Besê Hozat li pêşiyê koma gerîla ya ji 30 kesî ku 15 jin, 15 jî mêr bûn, bi çekên xwe hatin dîtin û bi lez xwe berdan jêrê. Ev yek kêliyeke dîrokî bû. Ji xwe tevgereke gerîla bi rengekî temsîlî çekên xwe îmha dikirin ku vê tevgerê ne tenê li welatekî bi tenê 50 salan bandor li tevahiya herêmê kir û ji ber vê bandorê jî hêzên navneteweyî neçar man bala xwe bidin ser wê. Li şûna radestkirinê, şewitandina çekan, pêkanîna vê yekê ji aliyê koma gerîla ve ku Besê Hozat jî di nav de bû, bêguman tabloyeke amadekirî bû.
Wê wextê nehatibû bîra min, lê belê dema ku niha li ser difikirim, dibêjim ku platoyeke fîlm a bi pereyekî mezin hatibe çêkirin, wê hestê nade mirovan. Ya rast dikare vê hestê bide. Dema ku daxuyanî hate xwendin û çek hate şewitandin, komê da dû Besê Hozat û berê xwe da şikeftê, cihê ku jê hatin û careke din bi gavên hêdî hêdî meşiyan. Piştî ku çeka xwe ya bi salan bi îradeya xwe ya azad şewitandin, mirov dikare bibêje meşeke gerîla bû ku nizanîbû wê destê bixin ku derê. Yan jî meşa gerîla bû ku ji ber amadenekirina ‘qanûnên entegrasyonê’ berê xwe dan baregehên xwe. Em zanin ku Enqere û medya desthilatdariyê ji bo ‘Nebe weke Xabûrê’ û sempatî ji gerîla re çênebe zext li pêvajoya amadekariyê kirin. Lê belê metna dûrî propagandayê û merasîma ku demeke kurt dewam kir, ne kêmî Xabûrê bandor kir. Ya ku li pêşiya me diqewimî hêzeke heqîqetê ya dîrokî bû.”
Fatîh Polat piştî merasîmê axaftina Erdogan nirxand û got, “Piştî merasîmê em li wesayitan siwar bûn û ji bo çavdêriyên xwe binivîsînin bi rê ketin. Dema ku em gihîşt cihê bêhndanê ya li Hewlêrê min nivîsa xwe ya destpêkê şand. Bawerim tevlîbûna li televîzyonê jî li Îlke TV bû. Piştre ji bo vegerê em bi rê ketin. Ji Silêmaniyeyê û pê ve parêzvanên li gel wesayitên protokolê heta sînorê Tirkiyeyê bi me re hatin. Bi qasî ku min fêhm kir ji bo organîzasyon bi rengekî serketî temam bibe hesasiyeteke mezin hebû. Hem ji bo PDK’ê ya nêzî Enqereyê hem jî ji bo YNK’ê ya ku ji aliyê dîrokî ve nêzî tevgera azadiyê ya Kurd e, malovaniya serketî ya ji bo vê merasîmê dihate wateya testeke bilind a dîplomatîk.
Sibeha Şemiyê dema ku em hatin Amedê, me bi hev re li axaftina Erdogan temaşe kir. Piştre jî krîtîk kir. Şîroveyên cuda derdikevin pêş. Nuqteya hevpar jî ew bû peyameke ‘dîrokî’ ya dihate hêvîkirin nedabû. Lê belê dema ku mirov bi helwesta Erdogan a ku demeke dirêj xwedî li pêvajoyê dernediket û şîrove nedikir bîne hemberî hev, axaftina ku herî zêde tevlî pêvajoyê bû ev axaftin bû. Dikare bê gotin ku di axaftina xwe de weke ‘reîs’ bi zextê tevdigeriya. Li aliyekî vê axaftinê gef jî hebû.
Em dikarin vê yekê bi şênberî bibêjin, weke ku Besê Hozat di metna xwendî de anî ziman, pêvajo wê ji niha û pê ve zehmet be ku ev yek ji bo Erdogan jî derbasdar e. Dema ku pêvajo hem ji aliylê gelên Tirkiyeyê hem jî yên herêmê rast bê nirxandin, wê derfeta aştiyê bide me hemûyan. Li gorî lêkolînên raya giştî jî eger bê gotin ‘Ev pêvajo bi min nade qezençkirin’ û hewl bê dayin ku mase bê qelibandin, ev yek wê bibe sedema hilweşîneke piralî. Di metna ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ de ev gotin nîşan dide ku pêvajo ne tenê di navbera tevgera siyasî ya Kurd û dewlet/AKP’ê de ye: “Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar em bang li gelan, hêzên demokratîk û sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hiqûqnas, hunermend û siyasetmedaran dikin ku vê gava me ya dîrokî rast fêhm bikin, piştevaniyê bi me û gelê me re bikin.”