Şemî, 5 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Faysal Sariyildiz: Divê dewlet ne bi konjonkturel, bi stratejîk nêzîkî pêvajoyê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Ji bo pêvajo ber bi pêş ve biçe dive gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Selen Uçer piştgirî da pêvajoyê: Huner evîndarê azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Firat: Elewî ne temaşevanên aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lojmanên leşkerî êrîşî karkerê ku formeya ‘Amedsporê’ li xwe kiribû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê kelpîçên betonî li dijî sîlueta dîrokî û çanda cîrantiyê bilind dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ya li pêşberî me, hêza heqîqeteke dîrokî bû’
Rojane

‘Ya li pêşberî me, hêza heqîqeteke dîrokî bû’

Rojnamevan Fatîh Polat merasîma îmhakirina çekan a li Şikefta Canesê nirxand û got, bûyera ku qewimî weke hêza heqîqetê ya dîrokî pênase kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koma Aştî û Civaka Demokratîk di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo de 11’ê Tîrmehê li ber Şikefta Casenê ya li Silêmaniyeyê bi rengekî sembolîk merasîma şewitandina çekan lidar xist. Li gel Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat 30 gerîla tevlî bûn ku 15 ji wan jin, 15 jî mêr bûn. Gelek siyasetmedar û rojnamevanan merasîm şopandin.

Yek ji wan rojnamevanên li merasîmê Fatîh Polat bû ku qala wê rojê û bûyerên piştre kir.

Polat got, “Em roja Pêncşemê saet di 12:00 de bi çar otobusan ji Amedê bi rê ketin. Otobusa ku rojnamevan tê de bû zû bi rê ket.

Dema ku em ji sînor derbas bûn û gihîştin xaka Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Iraqê rayedarên rêveberiya herêmî heyeta payebilind a ji Hevserokên DEM Partî û DBP’ê pêşwazî kirin. Plan ew bû ku nîvê şevê bigihêjin Silêmaniyeyê, lê belê ji ber navberdayinê li Hewlêrê li otelekê bi cih bûn û saet di 07:00 de bi konvoyeke ji wesayitan ber bi cihê merasîmê bi rê ketin.

Mirov dikare bibêje ku YNK ji ber ku malovanî ji kêliyeke bi vî rengî ya dîrokî re kir bi rûmet bû û li gorî derfetên xwe hesas tevgeriya.

Piştî ku em ketin nava herêma Silêmaniyeyê û ber bi qada çiyayî ve çûn, konvoya ji 30 wesayitî nêzî qada merasîmê bû, ku ji hebûna tîmên taybet ên rûyê wan nixumandî ev yek diyar dibû. Piştî ku em gihîştin ber devê şikeftê ji me re hate gotin ‘bila mêvanên me derbas bibin’ û rê dan me ku em bigihêjin cihê merasîmê. Ketina me ya li qadê ji aliyê pîşeyî ve girîng bû. Her tişt li pêş çavên me diqewimî û bi qasî ku em bibînin nêzîkî me bû.”

Rojnamevan Polat dema ku bûyerên li merasîmê qewimîn ragihand, bi taybetî bal kişand ser heqîqetê. Ev bûyera dîrokî weke hêza heqîqetê ya dîrokî pênase kir û got, “Ji jora şikefta ku ji bo Kurdan ji aliyê mîtolojîk û dîrokî ve wateya xwe heye, ji pêlikan Besê Hozat li pêşiyê koma gerîla ya ji 30 kesî ku 15 jin, 15 jî mêr bûn, bi çekên xwe hatin dîtin û bi lez xwe berdan jêrê. Ev yek kêliyeke dîrokî bû. Ji xwe tevgereke gerîla bi rengekî temsîlî çekên xwe îmha dikirin ku vê tevgerê ne tenê li welatekî bi tenê 50 salan bandor li tevahiya herêmê kir û ji ber vê bandorê jî hêzên navneteweyî neçar man bala xwe bidin ser wê. Li şûna radestkirinê, şewitandina çekan, pêkanîna vê yekê ji aliyê koma gerîla ve ku Besê Hozat jî di nav de bû, bêguman tabloyeke amadekirî bû.

Wê wextê nehatibû bîra min, lê belê dema ku niha li ser difikirim, dibêjim ku platoyeke fîlm a bi pereyekî mezin hatibe çêkirin, wê hestê nade mirovan. Ya rast dikare vê hestê bide. Dema ku daxuyanî hate xwendin û çek hate şewitandin, komê da dû Besê Hozat û berê xwe da şikeftê, cihê ku jê hatin û careke din bi gavên hêdî hêdî  meşiyan. Piştî ku çeka xwe ya bi salan bi îradeya xwe ya azad şewitandin, mirov dikare bibêje meşeke gerîla bû ku nizanîbû wê destê bixin ku derê. Yan jî meşa gerîla bû ku ji ber amadenekirina ‘qanûnên entegrasyonê’ berê xwe dan baregehên xwe. Em zanin ku Enqere û medya desthilatdariyê ji bo ‘Nebe weke Xabûrê’ û sempatî ji gerîla re çênebe zext li pêvajoya amadekariyê kirin. Lê belê metna dûrî propagandayê û merasîma ku demeke kurt dewam kir, ne kêmî Xabûrê bandor kir. Ya ku li pêşiya me diqewimî hêzeke heqîqetê ya dîrokî bû.”

Fatîh Polat piştî merasîmê axaftina Erdogan nirxand û got, “Piştî merasîmê em li wesayitan siwar bûn û ji bo çavdêriyên xwe binivîsînin bi rê ketin. Dema ku em gihîşt cihê bêhndanê ya li Hewlêrê min nivîsa xwe ya destpêkê şand. Bawerim tevlîbûna li televîzyonê jî li Îlke TV bû. Piştre ji bo vegerê em bi rê ketin. Ji Silêmaniyeyê û pê ve parêzvanên li gel wesayitên protokolê heta sînorê Tirkiyeyê bi me re hatin. Bi qasî ku min fêhm kir ji bo organîzasyon bi rengekî serketî temam bibe hesasiyeteke mezin hebû. Hem ji bo PDK’ê ya nêzî Enqereyê hem jî ji bo YNK’ê ya ku ji aliyê dîrokî ve nêzî tevgera azadiyê ya Kurd e, malovaniya serketî ya ji bo vê merasîmê dihate wateya testeke bilind a dîplomatîk.

Sibeha Şemiyê dema ku em hatin Amedê, me bi hev re li axaftina Erdogan temaşe kir. Piştre jî krîtîk kir. Şîroveyên cuda derdikevin pêş. Nuqteya hevpar jî ew bû peyameke ‘dîrokî’ ya dihate hêvîkirin nedabû. Lê belê dema ku mirov bi helwesta Erdogan a ku demeke dirêj xwedî li pêvajoyê dernediket û şîrove nedikir bîne hemberî hev, axaftina ku herî zêde tevlî pêvajoyê bû ev axaftin bû. Dikare bê gotin ku di axaftina xwe de weke ‘reîs’ bi zextê tevdigeriya. Li aliyekî vê axaftinê gef jî hebû.

Em dikarin vê yekê bi şênberî bibêjin, weke ku Besê Hozat di metna xwendî de anî ziman, pêvajo wê ji niha û pê ve zehmet be ku ev yek ji bo Erdogan jî derbasdar e. Dema ku pêvajo hem ji aliylê gelên Tirkiyeyê hem jî yên herêmê rast bê nirxandin, wê derfeta aştiyê bide me hemûyan. Li gorî lêkolînên raya giştî jî eger bê gotin ‘Ev pêvajo bi min nade qezençkirin’ û hewl bê dayin ku mase bê qelibandin, ev yek wê bibe sedema hilweşîneke piralî. Di metna ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ de ev gotin nîşan dide ku pêvajo ne tenê di navbera tevgera siyasî ya Kurd û dewlet/AKP’ê de ye: “Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar em bang li gelan, hêzên demokratîk û sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hiqûqnas, hunermend û siyasetmedaran dikin ku vê gava me ya dîrokî rast fêhm bikin, piştevaniyê bi me û gelê me re bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 17’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Îtiraf têrê nake divê lêborîn ji vî gelî bê xwestin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Divê statuya Birêz Ocalan garantî bibe

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakrihan got, "Ji bo aştiyeke mayinde divê statu û…

Ji aliyê Stêrk TV

M.S’ê ku çeteyên dewleta Tirk 42 roj êşkence lê kirin, nikare tevbigere

Rewşa tenduristiyê yê M.S’ê ku çeteyên dewleta Tirk di 1’ê Kanûna 2024’an de revandin û…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Li Dersimê xebatên ku Elewî erê nakin divê bên rawestandin

DEM Partî, nerazîbûn nîşanî projeya çêkirina mizgeftê ya li Dersimê ku Elewî li dijî wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Bolîvyayê di tesîsa leşkerî de teqîn çêbû: 2 mirî, 59 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Faysal Sariyildiz: Divê dewlet ne bi konjonkturel, bi stratejîk nêzîkî pêvajoyê bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê kelpîçên betonî li dijî sîlueta dîrokî û çanda cîrantiyê bilind dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bayik: Ji bo pêvajo ber bi pêş ve biçe dive gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?