Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ya Memyan çîrkokeke avabûnê ye
Kurdistan

Ya Memyan çîrkokeke avabûnê ye

Ya Memyan çîrokeke avabûnê ye ku kariye bibe hevrêyê kedê û cewhera PKK’yîbûnê bi dest xistiye. Berpirsiyariya şopdariyê girtiye ser milên xwe û li girêdayî vê yekê bûye şervanê jiyanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Carna mirov li dû hinan diçin lê belê carnan jî hin bi çîroka xwe li dû we tên. Teqez dixwaze were behskirin, fêmkirin û naskirin. Ji ber ku çîrok ruhê wê demê radixe li pêşiya. Çîroka israra însanbûnê ye. Dema ku mirov jî guhdariya wê çîrokê dikin, di xeleka demê ya helezonîk de gelek caran xwe dibîne…

Çawa ku hemû gerdûn, cîhan û jîndar xwedî pêvajoyeke avabûnê ne, pêvajoyeke avabûnê ya gel û takekesan jî heye. Avabûn bi giştî piştî daneheveke wesfanî pêk tên. Ger di pêvajoya avabûnê de  mekanîzmayeke zextê hebe, wê demê dibe ku parçebûna hebûnê pêk were. Qirkirina ku bi sedan salan e li ser Kurdistanê tê kirin, eşkeretirîn mînaka vê yekê ye. Kurdbûn rastiyeke wisa ye ku avabûna wê ya civakî tim tê texilîn û ji aliyê mekanîzmayên dijwar ve tê dorpêçkirin. Kurdbûn, hayjêbûna van hemûyan e. Yên ku rê li ber vê yekê vekirin jî Rêbertî û PKK’ya ku di şexsî de avabûyî ye.  di gel vê yekê PKK ronesansa Kurdan e. Li gel  Şoreşa Rojava ya bi pêşengtiya jinan pêk hatî, PKK bû tevgereke ronesansê ya Rojhilata Navîn û cîhanê. Vaye têkoşîna xwerêvebirinê ku di sala 2015’an de li Bakurê Kurdistanê dest pê kirin, bûn derketina wesfanî ya mirovên xwedî vîna azad yên ku di şexsê PKK’ê de avabûna xwe temam kirine. Daxwaza ‘Birêvebira xwe û bajarê xwe’ veguherî çalakiyaên gel yên xwerêvebirinê. Ciwan jî bûn ew hêz ku ji her kesî bêtir xwedî li wê çalakiyê derketin û têkoşîn birêxistin kirin. Çiyager, Zeryan, Îslam, Roza û bi dehan legengên din karîn şopdarên xwe yên ku bi eşqeke mezin ber bi azadiyê ve baz didin, biafirînin. Hakîm Tekîn yek ji van e yan jî bi navê xwe yê nû Memyan. Ji ber vê yekê ya Memyan çîrokeke avabûnê ye.  Ji ber vê yekê ye ku dema mirov dest didiyê, wî li ser dilê xwe hîs dike. Memyan berpirsiyariya şopdariyê girtiye ser milên xwe û li girêdayî vê yekê bûye şervanê jiyanê. Memyan, çûna mewziyên têkoşînê yên mirovên ku bi bişirînên xwe yên pîroz, dilên xwe yên mezin û bi kedên xwe afirandine weke bedêleke ku hewce ye were dayîn pênase kiriye. 

BI KEDA XWE JIYANÊ HEMBÊZ DIKE

Li Qendîlê dest bi jiyana gerîlatiyê dike.  Ger ne însanê vê demê jî be, însanê xwezayê ye.  Di hemû gavên xwe de dengên di kûrahiya dîrokê de olan didan, dibihîst.  Bi feraseta însanbûna vê erdnigariyê xwe digihand lûtkeyên çiyayan. Ratiyên civaka xwe bi hemû aliyên wê ve nas dikir û ji bo ku bibe hêza çaresiyên pirsgirêkan bi keda xwe jiyan hembêz dikir.  Ji ber vê yekê gelek dihat hezkirin û karî bibe hevrêyê rastîn û hevrêyê kedê. Ji ber vê yekê dema mirov wî ji kîjan hevrêyên wî dipirse bersiva; ‘Ew mirovekî kedê bû’ dibihîze.  Jixwe tişta ku PKK’ê diafirine jî ma ne ev  bi xwe ye? Memyan kariye bibe hevrêyê kedê û cewhera PKK’yî bûnê bi dest xistiye. Xizmetkirin û karkirina weke PKK’yîyeke rastîn, keddayîna ji bo gelê xwe û keddayîna ji bo hevrêyên xwe, weke rêgeza jiyana azad pênase kiriye. Bêyî ku gazindan bike û bêyî dudilî bi dilekî pak bû xwedî kedeke mezin û sade.

PKK’YÎYEKÎ SERKETÎ YE

Hevrêyê wêrek ku di hemû pêngavên xwe li dû xwe şopa xwe dihişt, ne tenê di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cih.  Di heman demê de ew di dilê gelê Başûr de jî xwedî cihekî girîng bû.  Yek ji sedema bişirîna li ser rûyê zarokên Başûr, Memyan bi xwe ye.  Li Qendîlê her kesî ew nas dikir ku ew dildarê gelê xwe bû.  Bi baldarî bi gel re kar dikir û ji bo peydakirina çareseriyên pirsgirêkên gel zêde li ber xwe dida û bi vê yekê li ser zimanê gel veguherî destanekî.  Gerîlayê çiyayan Memyan ku xwe gihand kesayeta kadro û dema hewce dikir di dilê dijmin de tirseke mezin bû û ji bo xizmeta gelê xwe gelekî li bere xwe dida ku karî bi awayekî serkeftî rola xwe ya pêşengtiyê bi cîh bîne. Gelê ku bihîst Memyan Armanc tevlî karwanê nemiran bûye, bi rojan bi êşa dilê xwe yê mezin xemgîn bûne û bi vedana konên sersaxiyê dilsoziya ji Memyan re nîşan daye.  Yên ku ew nas kirine û bûne şahidê xebatên wî navê wî li zarokên xwe kirine û bi vê yekê soza heya heyayê ya girêdayîna ji bîranînên wî re bi awayekî xweşik dane. Aha Memyan xwediyê çîrokeke wiha ye. Memyan dostekî wisa bû ku jiyan xweştir dikir, bi keda xwe xwe afirand û di kêliyên herî dijwar de jî xwedî sekneke diyar bû. Memyan mîlîtanekî PKK’yî ye.

SOZ DIDA KU ÊŞAN VEGUHERÎNE SERKETINAN

Rêya Memyan vê carê dikeve ber akademiyan ku wî dizanîbû dewlemendiya jiyanê girêdayî kûrbûna li ser felsefeya Rêbertî ye bi kedeke mezin hatiye avakirin. Di pêvajoya şerî ya herî dijwar de pêşniyara Memyan beşdarbûna şer bû. Hevrêyê çiyayan ê resen Memyan di mewziyên herî pêş e cihê xwe girt û bi xwesteke mezin hewl da tola hevrêyên xwe bistîne ku wê bi awayekî vê daxwaza xwe bi dest bixe.  Li pêşiya Memyan perwerde hebû.  Felsefeya jiyanê ya sereke ya PKK’ê girêdayî perwerdeyê ye.  Bi taybetî jî qadên ku lê şer dijwar perwerde xwe weke pêdivîyeke zarûrî nîşan dide. Memyanê xwedî dilê resen jî beriya ku derbasî qadên lê şer heyî bibe, perwerdeya îdeolojîk distîne.  Ev der qadeke dijwar e.  Perwerde ew der e ku rasterast Rêbertî tê pêşwazîkirin û rasterast li hemberî Rêbertî, şehîd û hemû nirxên şoreşê rexnedayîn tê kirin. Memyan bi vê hişmendiyê bi hemû rastiya xwe derdikeve li pêşberî Rêbertî û şehîdan.  Helbet tecrûbeyên salan, êşên pêşveçûnê, xetayên ku hatine kirin û hemû destkeftî wê di wê platformê de werin nirxandin û rexnedayîna wan werin kirin. Wê bi feraseta Rêbertî ya girîng xwe pêş ve bibe û bi dil û mejîyekî paqij dest bi qonaxeke din a têkoşînê bike. Memyan Armanc ji van qonaxan hemûyan derbas dibe û bi rastiyên xwe re dubare rû bi rû dimîne. Di kesayeta xwe ya Kurdbûnê de  aliyên kêm yên bi destê dagirkeran derketine holê, hestiyariyan û lawaziyan ferq dike û kesayeta xwe bi yekbûna wêrektiya Kurd, rastiya têkoşînê û ruhê fedaîyîbûnê re ji nû ve diafirîne.  Bi sozdayîn û xwegihandina biryardariya ku kûrtirîn êşên Kurdbûnê veguherîne mezintirîn serketinan, berê xwe dide Xakurkê.

ROLA MEMYAN YA PÊŞENGTIYÊ

Xakurk warê lehengên weke Asya Kanîreş, Rojhat, Azad û Toprakan e. Xakurk di salên dawî de bû şahidê şerên herî dijwar.  Xakurk warê lehengên weke Dijwar, Egîd û Rusteman e ku heya guleyên xwe yên dawî li ber xwe dane û piştî ku zêdetirî 80 dagirker bi guleyên xwe li nava eniyên wan ew ceza kirine û dijminê xwe bi destên xwe xeniqandine û gihane şehadetê. Xakurk di dîroka şerî de hemû caran bi mezintirîn geşedanên şoreşgerî rûmeta pêşengtiyê di destê xwe de girtiye. Ji ber vê yekê berpêbûniya Xakurkê  ji berpêbûniyên din cihêtir e û rêyê wê xof zêdetir e. Di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de ev operasyonên hovane yên dagirkeriyê hatine pûçkirin. Gerîlayên Xakurkê, bi pêşengtiya taktîkên şerî yên HPG’ê  di sala 2023’yan de  gelek çalakiyên ku di dilê dagirkeriyê de tirseke mezin ava kirin, li dar xistin. Yek ji van jî  di 22’yê Kanûna Pêşîn de di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ahmed Rûbar de li Girên Şehîd Kamûran û Şehîd Heqî hate lidarxistin. Serketina çalakiyê dagirkerî wisa têk bir ku medyaya şerê taybet bi rojan bi nûçeyên derewîn hewl da ku bertekên gel yên li dijî desthilatdariyê veşêre. Aha di rêxistinkirin û serketina vê çalakiyê de rola Memyan ya pêşengtiyê gelekî girîng bû. Memyan ê lehengê Xakurkê beriya çalakiyê ji bo pozîsyona êrîşê bistîne gelekî israr dike. Û israra wî encamê distîne. Kelecana çalakiyê gelekî zêde bû. Bi moral û biryardariyeke mezin dikeve nava mewziyên dagirkeran. Bi ruhê fedaî yê Apoyî li dijmin dixe. Mewziyên dagirkeran yek bi yek tarûmar dike. Bi sepandina pêşengtiya taktîkên serdemî gerîlatiya şert û mercên herî dijwar bi awayekî serkeftî nîşan dide. Di jiyan û şerî de xwe digihîne serkeftinê û li dû xwe mîraseke têkoşînê ya mezin dihêle. Memyan ew leheng e ku wezîfeya xwe ya dilsoziya ji Rêbertî û şehîdan re bi awayekî serketî bi cih tîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêxistina Efûyê: Êrîşên sîstematîk û astengî hene
Nûçeya Pişt re Hêzên gerîla li Zap, Xakurkê û Heftanînê gelek çalakî lidar xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 2’Ê KANÛNA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Yilmaz: Êrîşên li ser Kurdî zêde dibin

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku di bingeha êrîşên li ser çand…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Di têkbirina DAÎŞ’ê de rola Abdullah Ocalan girîng e’

Hîndekarê Zanîngeha El Ezherê Şêx Ehmed Turkî destnîşan kir ku di têkbirina DAÎŞ'ê de rola…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?