Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YJŞ’ê û YBŞ’ê Axîn Întîqam axivî û got; “Di serî de em şehîdên komkujiyê, şehîdên fermana 74’an bi hurmet û minetdarî bibîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Di şexsê wan de kesên ku wek fedayî rê li pêşiya fermanê girtin û ji bo gel bûn mertal di şexsê hevrê Dilşêran de, hevrê Egîd Civyan, Mam Zekî, Nûjiyan’an, Berxwedan, Zinar û Şengal’an de em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin.”
Ji Fermandariya YJŞ’ê Axîn Întîqam di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman; “Neku em ji fermanekê rizgar bûn û em azadî jiyan dikin. Gavê şoreşê ku me avêtî bi taybetî di van deh salan de wekî hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê di pêşengtiya hevalê Seîd de, di pêşengtiya Dijwar, Zerdeşt, Pîr Çeko û bi dehan hevalên wekî wan pêşengtiya YBŞ’ê û YJŞ’ê kirin. Pêşengtiya Êzidxanê kirin û ji bo bikaribin çanda Êzidxanê biparêzin canê xwe kirin feda. Em di vê meşa dirêj a deh salan de li beramber gelek êriş û planên qirêj sekînin û em amade ne ku li beramber hemû êrişên li ser civaka me were biseknin û berxwe bidin.”
Axîn Întîqam di derbarên êrişên dewleta dagirker a Tirk de ev yek anin ziman û got; “Roja me ya îro de Erdoğan wek DAİŞ’ê nû ketiye meydana û beyî ku nasbike çi civake, beyî ku nasbike çi netewe dide berxwe û talan dike. Xwezaya Kurdistanê ji kokê radike, êrişa, fermana pêk tîne. Niha jî dixwaze bi DAİŞ’ê nû, hêzên hevkar li pêşiya xwe dide meşandinê û planên fermanê nû dike. Yek ji vê planê jî dagirkirina axa başurê Kurdistane û niha daye ber xwe axa başur dagir dike. Ji zindîkirina DAIŞ zêdetir, ew û hevkarên wan yê îxanetkar KDP, li derdora xwe çete kom kirine û êrişî civakê dikin. Em li dijî vê plana Neo-Osmanî hişyar in. Em amade ne ku ne tenê civaka Êzidî, hemû civakên li Iraqê jiyan dikin bi taybetî jî kêm netewa biparêzin. Li pêşiya dijminê dagirker yê ku dixwaze hemû çand, ol û baweriyan ji holê rake biseknin û berxwebidin.”
Axîn Întîqam di berdewamiya axaftina xwe de got; “Îxaneta mala Barzanî ya ku li beramber Êzidiya pêk hatî niha bi destê heman kesa berfirehtir buye û dixwazin berdewam bin. Malbata Barzanî tê naskirin û niha dest dane destê çeteyên DAIŞ’ê û dixwazin vê olê, vê baweriyê ji holê rakin. Li beramber van xeteriyê heyî, di dehemîn salvegera fermanê de em vê peyamê didin ku hemû raya giştî û gel li beramber van planan hişyar bê. Dijminê dagirker dixwaze hemû axa Iraqê, hemû axa başurê Kurdistanê dagir bike û sînorên xwe yê mîsak-ı mîlî bi dest bixe. Ji bo vê em herkesî hişyar dikin ku ger îro ev plan li ser başurê Kurdistanê be, wê sibê li ser hemû Iraqê be.”
Ji Fermandariya YJŞ’ê Axîn Întîqam axaftina xwe bi van gotinan dawî kir û got; “Em wekî YBŞ’ê û YJŞ’ê li Êzîdxana pîroz de, li Şingala xweser de ji bo na em bikaribin van destkeftiyan biparêzin ku me vê axê gav bi gav bi xwînê av da û me bi xwînê rizgar kir. Emê ji niha paş jî amade bin ku em bikaribin destkeftiyê heyî hîn bêhtir biparêzin. Em amade ne ku di tarz û taktîk de kurahî bidin çêkirin ku pêşiya fermanê nû biseknin. Em bang li gelê xwe dikin ku, em bikaribin axa xwe biparêzin vegerin Şingalê û xwedî li vê axa pîroz derkevin. Em car din şehîdan bibîrtînin. Em soza xwe car din dubare dikin ku emê vê axê biparêzin.”