Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku 25’ê Mijdarê saet di 02:00 de li taxa Başakşehîr a Stenbolê agir berdan wesayiteke nobedaran a li taxa Koyîçî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Divê ciwanên Kurdistanê yên welatparêz bi ruhê 27’ê Mijdarê li qadan bersivê bidin dagirkeran. Weke YCWK em careke din 27’ê Mijdarê pîroz dikin û dibêjin em ê şopdarên şehîdan bin.”