Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) raighand ku di navbera yekîneyên wan ên li Qoserê û hêzên dewleta Tirk de şer qewimî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê bi Rêber Apo re bibin yek û azad bikin” di 24’ê Mijdarê saet di 23:00 de ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê xwestin meşekê lidar bixin.
Hate ragihandin ku ciwanên YCWK’ê bi fîşekên hewayî û teqemeniyan bersiv dan êrîşa polîsan.