Şemî, 21 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê ziman jiyan nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Parastina azadiya zimanan, avakirina azadî û aştiyê civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA Û DAKB: Zimanê dayikê siberoja me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ’Êrîşên li ser ziman û çand ji êrîşên fîzîkî xeternaktir in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi zarokan re hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên li Rojhilatê Kurdistanê banga yekîtiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê çalakiyên Roja Zimanê Dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bafil Talebanî peyama Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Yên ku bi destê PDK’ê şehîd bûn -VII: Şehîd Hacî
Rojava

Yên ku bi destê PDK’ê şehîd bûn -VII: Şehîd Hacî

Şehîd Hacî ku li dijî zilma rejîmê tevlî nava refên PKK'ê bû, sala 1995'an ji aliyê PDK'ê ve li Metînayê şehîd hate xistin. Kekê wî Mihemed Ehmed got, "Divê gelê Kurd dest bide hev û li ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re rabe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hacî (Îdrîs Ehmed) ku sala 1975’an li Dêrikê ji dayik bû, bi çanda koçeriyê mezin bû. Dema ku malbata wî sala 1984’an Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir, ew 8 salî bû. Bi gotina kekê wî Mihemed Ehmed, bi pirsên baldar eleqeya wî ya ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn wê demê diyar bû. Şehîd Hacî mîna her koçerekî dilsozê xak, kevir û çanda xwe bû. Sala 1992’an dema ku biryar da tevlî nava refên PKK’ê bibe, xwendekarê zanîngehê bû. Nexwest xizmetê ji berjewendiyên rejîma Sûriyeyê re bike, tevlî nava refên PKK’ê bû û di oxira gelê xwe de şer kir. Sala 1995’an li Metînayê di encama hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şehîd bû. Mihemed Ehmed qala têkoşîna birayê xwe Şehîd Hacî kir û got, PDK’ê ji xiyanetê jî wêdetir aniye serê gelê Kurd.

‘ŞAŞITÎ QEBÛL NEDIKIR’

Mihemed Ehmed qala zarokatiya Şehîd Hacî kir û got, “Zarokekî jîr û jêhatî bû. Şaşitî qebûl nedikir. Dema ku li rewşeke şaş rast dihat, bi tundî li ber radibû. Tawîz nedida. Biçûk an jî mezin hişyar dikir û helwest nîşan dida. Mirovekî hêja bû.

Li Helebê li ser Wêjeya Fransî dixwend. Ji xwe Têkoşîna Azadiyê ya Kurd jî li Helebê ji nêz ve nas kir. Di salên xwendina zanîngehê de yekser tevlî nava têkoşînê dibû; ji aliyekî ve dixwend, li aliyê din jî karê rêxistinî û perwerdeyê dikir. Bi hevalan re gelekî hatibû girêdan û ji dil ji wan hez dikir. Rojekê hat gel min û got, ‘Ez ê tevlî nava PKK’ê bibim. Li şûna ku bibim koleyekî rejîma Sûriyeyê û mirovekî bêqîmet, li şûna ku her roj heqaret li min bê kirin, ez ê di oxira gelê xwe de şer bikim. Ez ê weke mirovekî bi rûmet derbasî dîrokê bibim’. Dema ku Hacî tevlî nava têkoşînê bû li nava malbatê guherînin mezin pêk hat. Bêguman em malbateke welatparêz bûn, lê belê tevlîbûna Hacî dilsoziya me hîn xurt kir.”

‘POZÎSYONA PDK’Ê CIHÊ ŞERMÊ YE’

Mihemed Ehmed destnîşan kir ku şehîdxistina birayê wî ji aliyê PDK’ê ve cihê şermê ye û bi vî rengî rexne li PDK’ê kir, “Mixabin birayê min ji aliyê PDK’ê ve hate şehîdxistin. Şehîdxistina ciwanekî Kurd ji aliyê PDK’ê ve ku ji malbateke biçûk a xwe Kurd pênase dike pêk tê, cihê şermê ye û nayê qebûlkirin. Ciwanên ku di oxira gelê Kurd de têdikoşin, ji bo berjewendiyên gelê Kurd xizmetê dikin, ji aliyê PDK’ê ve şehîd têne xistin ku rewşek ji vê xerabtir nîne. Xiyaneta malbata Barzanî ne ew xiyanet e ku sala 1995’an destpê kir û bi dawî bû. Dema ku mirov bala xwe bidin ser dîrokê dibînin ku timî xiyanet li gelê xwe kiriye. Yên ku birayê min şehîd xistin xayîn in, çete ne û xizmetkarê dijmin in. Rêber Apo di gelek nirxandinên xwe de qalê dike ku gelê Kurd ji ber xiyanetê ketiye vê rewşê. Lê belê malbata Barzanî ders ji vê nirxandinê wernegirt, wernagire. Hîn jî di nava xiyanetê de ye. Ji xiyanetê jî wêdetir ji bo berjewendiyên xwe dostaniyê bi dewleta Tirk re dike.”

‘DIVÊ GELÊ KURD BIBE YEK’

Mihemed Ehmed got, “PDK xixmetê ji berjewendiyên malbateke biçûk re dike. Ji bo malbata Barzanî dewlemend bike, gelê xwe datîne aliyekî. Heta niha ji bo berjewendiyên gelê Kurd gavek neavêtiye” û bangeke bi vî rengî li gelê kurd ê welatparêz kir, “Gelê Kurd ê welatparêz divê dest bide hev û li ber xiyaneta PDK’ê, li ber hevkarî, şirîkatî û dostaniya wan a bi dewleta Tirk re rabe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newaya Jin: Cotmeh meheke berxwedêr e
Nûçeya Pişt re ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Temellî:Modela eko-aboriyê ya Ocalan, paradîgmayeke rizgariyê ye li hember endustriyalîzmê ye

Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, diyar kir ku modela eko-aboriyê ya Rêber Apo,…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Em hevrêyên xwe Ronya, Gelhat, Nûda û Yilmaz bi rêzdarî bi bîr tînin

Hêzên Parastina Gel (HPG) Ronya Zagros, Gelhat Cûdî, Nûda Tolhildan û Yilmaz Piling ên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gorî Îranê Îsraîl hewl dide danûstandinên bi DYE’yê re sabote bike

Îranê îdîa kir ku Îsraîl hewl dide hevdîtinên têkildarî nukleerê yên bi Dewletên Yekbûyî yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gelê Rojava li kêleka hêzên ewlekariyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê 51 girtî hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mezlûm Ebdî: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?