Ajansa nûçeyan a Fransayê AFP’ê di nûçeyek xwe de ragihand ku Yekitiya Ewropayê (YE) daxwaz ji Îranê kiriye ku Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî bê berdan.
Têkildarî mijarê Berdevkê Dîplomatîk ê Yekitiya Ewropayê Enwer Elenunî ji ajansê re diyar kiriye ku Yekitiya Ewropayê daxwazê ji desthilata Îranê dike ku Nêrgiz Mihemedî azad bike û rewşa wê ya tendirustî li berçav were girtin.
Roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.

