Dozgeriya Berlînê piştî îdîayên destdirêjiya zayendî ya giran li navenda ciwanan a li navçeya Neukölln a Berlînê ku di meha Çileyê de rû dabû, lêpirsîn da destpêkirin. Tê îdîakirin bûyer ji hêla 8 kesên ku temenê wan di navbera 15 û 19 salî de hatiye kirin. Lê belê wezîfedarên xizmeta civakî ji bo navê ciwanan eşkere nebe, agahî nedane polîsan.
Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E), têkildarê bûyerê daxuyaniyek weşand û helwesta saziyan a li hemberî bûyera giran rexne kir.
YJK-E, derbarê îdiayên destdirêjiya zayendî û revandina keçeke 16 salî li Berlînê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku skandala herî mezin ne tenê sûcên tên îdîakirine, her wiha îdiayên ku hin saziyan rewş veşartine an jî rayedaran agahdar nekirine.
Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku bêdengiya li hember şîdeta li dijî zarokan hevkariya sûc e û mafê tu saziyekê tune ku ji ber sedemên siyasî sûcan veşêre.
YJK-E got, “Tu hesasiyeta îdeolojîk, hevsengiya siyasî, xema civakî nikare li pêşiya edaletê li hemberî tundiya zayendî ya li dijî zarokekî bisekine. Sûcdar kî be, ji kîjan kok û baweriyê tê, sûc sûc e û nikare bê ceza bimîne. Ev ne tenê dozek ceza ye, di heman demê de mijarek berpirsiyariya sazûmanî û berpirsiyariyê ye. Li ser vê bingehê em bang li civaka navnetewî û saziyên mafên mirovan dikin. Li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî, hemû navendên jinan û komeleyan dikin ku van îdîayan ji nêz ve bişopînin û însiyatîfên pêwîst bigirin da ku pêvajo bi şefafî were meşandin.”
YJK-E, ragihand ku ew ê nehêlin bûyer were veşartin û ji bo darizandina sûcdaran û berpirsyaran ew ê têbikoşin.

