Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker (Sûltan Mehmût) ê ku 14’ê Nîsana 2018’an li herêma Gilîdaxê ya Serhedê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, bi bîr anî û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê û malbata şehîdî re sersaxî xwest.
Naveroka daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi vî rengî ye:
“Em Heval Cemşîd Elî Esker, Fermandarê Berxwedana Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Me bi xemgîniyeke kûr şehadeta hevalê xwe Cemşîd Elî Esker ku yek ji fermandarê pêşeng ê berxwedana dîrokî ya Kobanê ye, bihîst. Em hevalê Cemşîd ku pêşengtiya berxwedana Kobanê kir û bû sedem ku ev berxwedan bigihîje asta cîhanî, bi rêzdarî bîr tînin. Em ji bo şehadeta heval Cemşîd sersaxiyê ji hemû gelê xwe re, bi taybetî ji malbata wî ya welatparêz a bi rûmet re dixwazin.
Hevalê Cemşîd Elî Esker, li gundê Nauman ê Babê ku bi ser Helebê ye ji dayîk bûye. Nauman, gundê Kurdan e. Hin gundên derdorê Ereb in û yên din jî Tirkmen in. Ji ber vê taybetmendiyê, herêm xwedî avahiyeke kozmopolît e ku taybetmendiyên civakî têde bi hev ve girêdayî ne. Nauman, ku Heval Cemşîd lê ji dayîk bûye, gundek xwedî kevneşopiya welatparêziyê ye. Ji ber nasîna wan a tevgera azadiyê û beşdarbûna wan a di gelek xebatan de, him ji malbatê û him jî nava gund gelek ciwan tevlî têkoşîna azadiyê dibin. Malbata Cemşîd, aliyên xwe yên welatparêziyê gelekî li pêş e. Hevalê Cemşîd di nav şeş xwişk û birayan de wek birayê herî mezin di hawîrdoreke welatparêz de mezin dibe. Ew heta dibistana navîn çû dibistanê. Dema ku dibistana Baasiyan dixwend, wî polîtîkayên zordar ên rejîma Sûriyeyê dît. Di zarokatiya xwe de, bi pergala heyî re nakokiyên xwe çêbûn. Mezinbûna li derdoreke bi vî rengî, li ser pêşketina hestên wî yên welatparêziyê bandoreke mezin kir. Gundê Nauman, nêrîn û felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas kir û ev jî di civakê de hişmendiyek siyasî û polîtîk pêş xist. Beşdarbûna ji bo nava Tevgera Azadiya Kurd a hem ji xizmên wî û hem jî ji gund, bandoreke mezin li hevalê Cemşîd kir. Heval Cemşîd di navendeke wisa de mezin bû, di ciwaniya xwe de destpêkê, Tevgera Azadiya Kurd nas kir.
Di sala 1999’an de, weke bersiva ji Komploya Navdewletî ya li dijî Rêber APO, ew ber bi çiyayên Kurdistanê ve çû. Bi vî rengî, ew bi awayekî çalaktir beşdarî têkoşîna azadiyê bû û ji vir û şûn de têkoşînek bênavber da destpêkirin. Hevalê Cemşî li deverên cûrbecûr ên çiyayên Kurdistanê ma. Ew li gelek deverên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li deverên Qendîl, Bradost û Behdînanê gerîlatî kir. Di demên herî dijwar ên şer de, ew qet nesekinî, giraniya xwe da pratîkê. Bi beşdarbûna gelek çalakiyan re, ezmûnên leşkerî yên kûr bi dest xist. Bi pratîka xwe ya li gelek deveran, di şerê gerîla de pêşengtî kir û bû gerîlayekî rastîn. Di nav her şert û mercî de fêrî gerîlatiya herî çalak bû. Ji ber ku di qada leşkerî de lêhûrbûna xwe xurt bû, di çalakiyên ku beşdarî wan bû de derbên giran li dijmin da. Heval Cemşîd, bawer dikir ku divê bi her awayî li dijî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê yên li ser gelê Kurd têkoşîn bê meşandin. Ji bilî jêhatîbûna xwe ya leşkerî, wî xwe ji hêla îdeolojîk ve jî perwerde kir. Wî di hemû şert û mercan de xwe perwerde kir û hewl da ku rastiya Kurd, him ji hêla dîrokî ve û him jî ji hêla sosyolojîk ve baştir fêm bike.
Di sala 2014’an de, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê Rojavayê Kurdistanê û Kobanê hedef girtin, gelê me û şoreşgerên me ji her çar beşên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê ber bi Rojava ve herikîn. Her kesê xwedî wijdan beşdarî vê têkoşîna li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê bûn. Bi sedan gerîla ji çiyayên Kurdistanê daketin Kobanê, tevlî refên YPG-YPJ’ê bûn û di parastina gelê me de roleke çalak lîstin. Heval Cemşîd jî, ji eyaleta Erziromê bi komeke gerîla ve derbasî qada Rojava bû. Rojavayê Kurdistanê ji bo Heval Cemşîd wateyek xwe ya taybet hebû. Rojava, ew axa ku lê ji dayik bûyî, zarokatiya xwe lê derbas kirî û ciwaniya xwe ya destpêkê lê derbas kirî bû. Xetereya qirkirin û komkujiyeke mezin li ser gelê me yê Rojava hebû. Heval Cemşîd li hember hovîtiyeke wisa nikarîbû bêdeng bimîne. Heval Cemşîd, li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê bû yek ji çalakvan û têkoşerê herî xurt. Li Kobanê, şervanên YPG-YPJ’ê li kêleka gelê me, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke bênavber û bêhempa dan. Bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê weke ku ji bêxwîniyê tî mabûn êrîşî Kobanê dikirin. Çeteyên DAÎŞ’ê, bi teknîk û çekên herî pêşketî yên ku ji artêşên Sûriye û Iraqê desteser kiribûn êrîşî Kobanê dikirin. Di heman demê de, bi her cûre piştgiriya dewleta Tirk, çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên xwe yên hovane zêde kirin. Şer kolan bi kolan, mal bi mal dest pê kir. Li her kolaneke Kobanê bihost bi bihost, hawan, tank û guleyên obusê dihate barandin. Tu avahîyek nemabû ku derbê nexwaribe. Di bin van êrîşên dijwar de Kobanê bû bajarekî wêran. Şerekî wiha tenê ji hêla fermandarên bihêz û pir jêhatî ve dikaribû bê meşandin. Şivan Gever, Arîn Mîrkan, Gelhat Gabar, Zehra Penaber, Diyar Bagok, Rêzan Amed û di gel bi sedan şervan û fermandarên din ên YPGYPJ’ê, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedanek dîrokî hate destpêkirin.
Fermandar Cemşîd ji kêliya ku gihîşt Kobanê ve bi awayekî çalak beşdarî şer bû. Hem di koordînasyonê de û hem jî di birêvebirina rasterast a şer de rolek mezin lîst. Hevalê Cemşîd, ezmûna şer û fermandariya ku bi salan li çiyayên Kurdistanê bi dest xistibû, di şerê bajar û deştê de li Kobanê nîşan da. Bi taktîkên gerîla yên ku pêşxistî, çeteyên DAÎŞ’ê şok kir û derbên giran li wan da. Çeteyên DAÎŞ’ê, li bendê bûn ku di çend saetan de Kobanê dagir bikin, lê li hemberî berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê bi tevahî matmayî man. Heval Cemşîd her carê bi taktîkek cûda li dijmin da. Carinan bi rêya ketina nav refên çeteyan û bi êrîşên ji nişka ve vîna çeteyan şikand. Carinan jî bi kemîn û bi dorpêçkirina dijmin a ji piştê ve windahiyên giran li çeteyan da. Heval Cemşîd, di kêliyên ku dijmin qet hêvî nedikir de êrîş dikir. Tevî taktîkên gerîla yên jêhatî û berxwedana fedakar a Fermandar Cemşîd û hevalên wî, çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn û li Kobanê şikestinek mezin xwarin. Piştî ku li Kobanê bi hezaran windahî dan, çeteyên DAÎŞ’ê ketin serdema têkçûnê. Piştî berxwedana bi mehan, Kobanê û gundên wê bi tevahî ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin paqijkirin.
Piştî rizgarkirina Kobanê, heval Cemşîd, ku di gelek operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de xwedî erka fermandariyê bû, di van operasyonan de jî roleke bêhempa lîst. Fermandar Cemşîd yek ji pêşengên operasyonên li Reqa, Minbic, Eyn Îsa û Girê Sipî pêk hatin, bû. Di dema mayîna xwe ya li Rojava heta sala 2016’an de, wî pratîkek bêhnfireh û bêrawestan domand. Li gorî pêdiviyên Têkoşîna Azadiyê, Fermandar Cemşîd di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevalê Cemşîd bi pratîka xwe ya serkeftî bû yek ji lehengên pêşeng ên Şoreşa Rojava. Fermandar Cemşîd, tevahiya jiyana xwe li gorî prensîbên şoreşgerî û armancên azadiyê jiya, dizanibû li hember her dijwarîyê çareseriyan bibîne. Ew wek şoreşgerekî jiya û her nirxa têkoşîna azadiyê hembêz kir û parast. Wî di her hawîrdoreke lê dima de pêşengî û alîkariya hevalên xwe kir. Bi kesayeta xwe ya komunal; dizanibû hevalan li dora xwe bicivîne û wan beşdarî xebatan bike. Rêhevaltiyê di dilê xwe de hîs dikir û vê yekê bi derdora xwe re parve dikir. Xwe bi kedê afirand, jiyanê ji dil ve hîs dikir û her dem bi hevalê xwe re parve dikir. Heval Cemşîd, berî her kesî, hemû xebatên pratîkî dimeşand. Ew ne kesê axaftinê, yê karkirinê bû. Bi vî awayî, wî qet tawîz neda kesayetiya xwe ya dilnizm. Jiyana wî ya şoreşgerî her gav li qadên pratîkî û şer derbas bû. Bi kesayeta xwe ya kedkar û sade, wî hemû xebatên xwe bi serkeftî temam kir. Çi kar be jî, wî bi israr û heta ku bi ser ket, xwe bi karê xwe ve girêda. Wî di warê îdeolojîk de jî xwe mezin kir û dizanibû jiyaneke çawa bijî. Bi hestên xwe yên welatparêzî yên kûr û xwezaya xwe ya pirengî, li gorî hewcedariyên gel û partiyê di qadên têkoşînê de cihê xwe girt. Wî heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê me şer kir.
Ger îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şoreşa Roajva dabe nîşandan ku ew hêza pêşeng a tevahiya Sûriyeyê ye, bêguman Fermandar Cemşîd di vê yekê de xwedî kedeke mezin e. Bi hezaran hevalên fedayî yên mîna Fermandar Cemşîd rêya jiyana azad nîşanî me dan. Eger îro hemû gelên Sûriyeyê israr dikin ku ji bilî jiyana hevbeş jiyaneke din tune ye, ev bi saya mîrateya têkoşînê ye ku van kesên fedakar ji me re hiştine. Em ji bo şehadeta Fermandar Cemşîd Elî Esker, ku pêşengiya Şoreşa Rojava kir û navê xwe di dîrokê de neqişand, sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re, bi taybetî ji malbata wî ya welatparêz re dixwazin. Û ji ber vê şehadetê, em di şexsê hevalê xwe Cemşîd de soz didin hemû şehîdan û dubare û diyar dikin ku em ê têkoşîna azadiyê heta dawiyê bidomînin.”

