Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirehman Zal hate spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayek Azadiyê, Ruhê Şehîdekî, Mîrasek Nemir: Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nisêbînê gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê Çapemeniya Azad Osman Kiliç hate spartina axê: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi hezaran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Kopê: Dema azadiya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xelfetiyê agirê Newrozê hate vêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ: Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya tevahî gel û jinan
Jin

YPJ: Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya tevahî gel û jinan

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi peyamekî destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe li ser armanca avakirina Sûriyeyê azad û wekhev ku xwe dispêre çareseriya demokratîk mezin bikin û bi awayekî xurttir tevlî pêngava azadiya Rêber Apo bibin

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 26’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo peyamek weşand.

YPJ’ê di peyama xwe de wiha got: “Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo sala xwe ya 26’an tijî kir. Em destpêkê roja qirkirinê ya 15’ê Sibatê û hemû hêzên komploger şermezar dikin. Berxwedana bi rûmet ê hevrêyê dilsoz ê jinan Rêber Apo bi rêzdarî silav dikin. Hemû şehîdên rêya azadî û ronahiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî qehremaniyên wan ditewînin.”

Di dewama peyamê de hate diyarkirin ku komploya 15’ê Sibata 1999’an te wateya hedefgirtina sosyalîzm û îradeya azad ku yekane alternatîf e û wiha hate gotin: “Wekî ku Rêber Apo jî nirxandiye, weke destwerdana li ser herêma Rojhilata Navîn hate destpêkirin. Îro pir eşkere xuya dike ku ev komplo weke parçeyekî girîng a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn e. Di vê wateyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo sûcê li dijî gelê Kurd, xeta jina azad û li dijî hemû gelên azadîxwaz e.

Pergala kapîtalîst ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve hewl dide herêma Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe şêwe bide. Bi vê armancê ji nû ve şêwe dan nexşeya Rojhilava Navîn. Bi afirandina netew-dewletê li herêmê jehra netewperestiyê belav kirin. Lê belê di encamê de pergala netewedewletê bi kêrî Rojhilata Navîn nehatiye, li gel serdema fînansî êdî hewceyî bi pergalên netewedewletê nemaye û ev yek weke astengiyan hatine dîtîn û derbaskirin. Lê belê li pêşiya kapîtalîzmê astengiya herî mezin çanda Rojhilata Navîn a exlaqî û siyasî ye. Standart û nirxên vê çandê, di tevgera azadiyê ya Rêber Apo rêbertiya wê dike de bi awayekî siyasî û rêxistinî tên temsîlkirin. Ji ber vê yekê komplogeran weke pêngava ewil êrîşî Rêber Apo kirin. Lê belê Rêber Apo bi pêşbîniya xwe ya kûr planên komployê hesiya û ji bo têkbirina komployê modernîteya demokratîk weke rêyeke çareseriyê pêş xist.

Di vê salvegera komploya 15’ê Sibatê de jî dewleta Tirk bê navber êrîşên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê domandin. Ji roja hilweşîna rejîma BAAS’ê heya îro dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bi dijwarî êrîşî Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ev êrîş li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bi berxwedana bêhempa ya şervanên YPJ, YPG û QSD’ê re rû bi rû man. Gelê me dubare fedekariyeke mezin û sekneke birûmet nîşan da. A rastî dewleta Tirk ji bo ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo pêşxistî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete meriyetê, belav nebe tevahiya Sûriyeyê xebatên pirhêlî bi rê ve dibe. Lê belê Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, siyasî û hiqûqî weke demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn dibîne û bi israr balê dikşîne ser talûkeya domandina şerê qirkirin û dagirkeriyê.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), dubare diyar dikin ku em ê heya dawiyê li projeya ‘’Modernîteya Demokratîk’’ a Rêber Apo xwedî derkevin û wê biparêzin. Beriya her tiştî hemû jinên li tevahiya Sûriyeyê, hemû gelê Sûriyeyê dikarin Sûriyeyeke azad û xwe dispêre çareseriya demokratîk ava bikin. Em ê weke YPJ’ê girêdayî vê armancê têkoşîna xwe mezintir bikin û bi awayekî xurttir tevlî pêngava azadiya Rêber Apo bibin. Ev pêngav li Kurdistan û hemû cîhanê belav bûye û dostên gelê Kurd û şoreşgerên enternasyonalîst gelek xebatên hêja pêk anîn û encamên dîrokî hatin bidestxistin. Ev yek jî nîşan dide ku paradîgmaya Rêber Apo ji hemû sînoran derbas bûye û bûye hêviya hemû neteweyan. Girêdayî vê yekê em bang li hemû jinan û gelê xwe dikin ku bi awayekî xurttir tevlî pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re ‘’ bibin.

Li ser vê bingehê komploya navneteweyî ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadî û şoreşa gelan hedef digre bi tundî şermezar dikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi esasgirtina xeta Rêber Apo û dilsoziya bîranîna şehîdên xwe yên qehreman teqez têkoşîna jina azad û civaka demokratîk bi ser bixin. Paradîgmaya Rêber Apo wê mirovahiyê ji tarîtî û qirkirinê rizgar bike. Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya tevahî gel û jinan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 30 saniyeyan bi zarê rojê kir
Nûçeya Pişt re Li dijî komploya 15’ê Sibatê meşa girseyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Leyla Guven bang kir: Ji bo azadiyê dengê xwe bilind bikin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven peyamek ji konferansa aştiyê ya li Amedê re şand û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Abdî: Divê piştgirî heta ku siberoja Rojava mîsoger be, dewam bike

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku berxwedana li Rojava bandoreke erênî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Sûcdariyên nû li Nêrgiz Mihemedî û Aliye Mutalîbzade tê kirin

Çalakvanên mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî û Aliye Mutalîbzade di peywendiya kurt a li gel malbatên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Salih Muslim li Qamişlo û Dêrikê merasîm

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?