Pêncşem, 1 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ: Şervana me Berçem Kobanê di êrîşa hewayî de şehîd bû
Jin

YPJ: Şervana me Berçem Kobanê di êrîşa hewayî de şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ragihand ku şervana wan Berçem Kobanê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehadeta şervana xwe Berçem Kobanê ku di encama êrişa hewayî ya balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, aşkera kir.

YPJ’ê di daxuyaniya li ser mijarê de wiha diyar kir:

“Hevrêya me Zeyneb Mihemed bi nasnav Berçem Kobanê 1’ê Kanûnê di encama êrişa hewayî ya dewleta faşîst û dagirker a Tirk de tev li karwanên şehîdan bû. Em di kesayeta hevrêya xwe Berçem Kobanê de hemû şehîdên şoreşa azadî û mirovahiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ji mala xwe ya welatparêz û gelê xwe re sersaxî dixwazin.

Şoreşa Rojava bi berdelên mezin û giranbiha hatiye avakirin. Di encama vê têkoşîn û berxwedanê de bi sedan hevrêyên me şehîd bûn. Bi hezaran jî perçeyên ji canê xwe feda kirin û bûn gazî. Herwiha gelên me yên leheng bi hestên welatperweriyê tim xwedî li şoreşa xwe derdikeve û li beramberî her cure êrişên dagirkerî û komkujiyê berxwedanê pêşdixin. Hevrêya me Berçem ev rastî di temeneke ciwan de hîs kir û bi çîrokên lehengan ên hevalên şehîd û gazî mezin bû. Yek ji bandora herî mezin ku hevrêya me ber bi refên şoreşê ve anî, rastiya şehîdên me yên zindî hevrêyên gazî bû.

Di sala 2021’an de dema ku dewleta faşîst û qirker ya Tirk bi awayekî hovane êrişên Herêmên Parastina Medya kir û di encama êrişên kîmyewî de bi gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîd bûn, hevrêya me Berçem Kobanê li beramberî rewşa heyî bi hêrs û kîneke mezin sekinî. Wê nedikarî ku vê yekê bipejirîne û ji bo ku tola hemû êriş û dagirkeriya dewleta faşîst û qirker û çeteyên wî bistîne, bi ruhê berxwedana Kobanê berê xwe da fikir û felsefeya Rêber Apo.

Hevrêya me Berçem li Kobanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi çanda berxwedanê ya ku ji malbatê wergirtî mezin bû û hertim li ser vê bingehê jiya. Di nav şer de mezin bû û bû zarokeke şoreşê. Ji ber vê yekê jî bû şoreşgereke mezin û jineke ciwan a dilwêrek.

Hevrêya me Berçem Kobanê piştî tevlî refên şoreşê bû, demekê di nav kar û xebatên jinên ciwan de cih girt. Bi coş û xwestekeke mezin xebatên rêxistinkirin û perwerdekirina ciwanan meşand. Her tim pêşengiya rêxistinkirina ciwanan bi taybet jî jinên ciwan dikir. Bi qasî girîngî dida perwerdekirina xwe bi fikirên Rêber Apo, herwiha zanînên xwe fêrî ciwanan jî dikir.

Hevrêya me Berçem Kobanê di jiyanê de bi coş û jîndarbûna xwe dihate naskirin. Li her cihê ku dima jî ev moral û coşa xwe diteyisand. Hewl dida ku nasnameya xwe ya ciwantiyê bi wateya wê ya rast bijî.

Di jiyana xwe de di her mijarê de, ji disîplînê heya şêwaz û tempoyê, ji hizirîn heya pratîkirinê, ji kedkariyê heya bi zaferê re klîdbûn rastiya Rêber Apo esas digirt. Her roj bi ramanên Rêber Apo xwe perwerde dikir û bi vî rengî dest bi roja xwe dikir. Milîtaneke Apoyî ya mînak bû.

Piştî xebatên jinên ciwan, Berçem Kobanê bi tecrûbeyên xwe yên ku wergirtî, beşdarî YPJ’ê bû û di refên me de bi heman taybetmendiyên xwe yên wêrekî, fedakarî, dilnizmî û milîtantiya Apoyî roleke aktîf leyîst. Erk û berpirsyariyên xwe bi awayeke serketî pêk anî û ji hevrêyên xwe re jî bû mînak.

Delweta Tirk a dagirker bi feraseta şovenîst û dagirkeriyê şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye, kiriye hedef. Ji ber ku vîna Kurdên azad, mirovên azad, jinên azad, netewên azad û civakên azad di vê şoreşê de ava dibe û belavê herêmê û cîhanê dibe. Ji ber vê jî ji bo ku şoreşa me têk bibe, êrişên dûr ji exlaqê mirovahiyê pêk tîne, hemû qaûnên navnetewî binpê dike. Herî zêde jî jinên pêşeng, jinên şoreşger dike hedef. Di 1’ê mijdarê de dewleta dagirker ya Tirk êrişeke hewayî bi balafira bêmirov û bi çek pêk anî û di vê êrişê de şervana me Berçem Kobanê şehîd bû.

Di şoreşa azadiyê de bi sedan şervanên me bûn lehengên wek Şîlan, Arîn, Avesta û Barîn. Îro jî di çeperên herî dijwar ên şer de mîrateya şehîdan tê parastin, li beramberê hişmendiya qirêj a zilamê desthilatdar şereke bêmînak tê meşandin.

Em dubare ji malbata hêja ya hevrêya xwe re sersaxî dixwazin û didin diyarkirin ku wek YPJ’ê emê şehîd Berçem Kobanê di têkoşîna xwe de bidin jiyandin û xwedî li bîranîna wê derkevin. Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin, ala têkoşînê ku me ji şehîdan dewr girtiye, emê bigihinîn serkeftinê.

Emê tola şehîdên xwe ji hemû dagirker û çeteyên dijminê mirovahiyê hilînin û tola hemû jinên azadîxwaz û têkoşer ku rastê zordarî û tundiyê tên, bi serxistina şoreşa jinê di asta cîhanê de hilînin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û Paşnav: Zeyneb Mihemed
Nasnav: Berçem Kobanê
Navê Dayik: Emîra Mamo
Navê Bav: Mistefa Mihemed
Dîroka Şehadetê: 01.12.2024

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koçbera 11 salî 3 rojan di nav avê de sax maye
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk a dagirker ji 3 baskan ve êrîşê dibe ser Bendava Tişrînê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kaliforniyayê li dijî şewata mezin 5 hezar agirkuj seferber bûn

Şewatên daristanê yên li eyaleta Kaliforniya ya DYE’yê, qadeke 1.500 km2’yî texrîb kir. Bi hezaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nisêbînê piştî Newrozê meş

Li Nisêbînê piştî şahiya Newrozê ciwanan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme berz…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa DAÎŞ’ê: Ajokarek û şervanek şehîd bûn

Di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de ajokarê tankerekê û endamekî Hêzên Xweparastinê şehîd bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Hersonê êrîşa dronê pêk hat: Li gorî rayedarên Rûsyayê 24 kes mirine

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Zelenskiy: Peymana aştiyê ji %90 amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Kurdistanî li gel rojeva jinûveavakirinê dikevin sala 2026’an

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?