Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand.
Daxuyanî wiha ye: “Rêhevala me Mizgîn Jiyan, barê şoreşê da ser milên xwe û ji bo tevahî hevrêyên xwe bû mîmara jiyana biwate. Em di serî de ji mîmarê azadiyê Rêber Apo re, ji malbata hevrêya xwe ya şehîd û ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêya me Şûkran Yildiz bi nasnav Mizgîn Jiyan, li bajarê qedîm Mêrdînê, li gundê Sewrê çavên xwe li jiyanê vedike. Hevrê Mizgîn, ji vê kaniya zelal a welatparêziyê tov girt. Malbata wê û hawirdora wê ya li gundê Tewrî, bi nirxên civakî û bi dildariya azadiyê hatibûn nasîn. Vê mîrateya qedîm a Mêrdînê, di kesayetiya wê de hîmên bawerî û dilsoziyê ava kirin. Wê bi çand û exlaqê vê axê, ruhê xwe bi hestên tolhildana li dijî dagirkeriyê ava kir. Welatparêziya Mêrdînê ya ku bi ked, ax û nasnameyê ve hatiye girêdan, di bîra hevrê Mizgîn de veguherî biryardariyeke mezin a şoreşgerî. Lewma gava wê gavên xwe yên pêşîn ber bi çiyayên azad ve avêt, wê hêza xwe ji vê koka kûr û ji vê deryaya welatparêziyê ya ku di dilê her dilsozekê de diherike, digirt.
Hê di sala 1989’an de, gava ku li Kurdistanê pêlên serhildanê bilind dibûn, ew bi Tevgera Azadiyê re rûbirû tê û vê tolhildana dîrokî nas dike. Sala 1989’an ji bo wê ne tenê salek e, lê destpêka hişyariya neteweyî û azadiyê ye. Di wê temenê biçûk de, ruhê şoreşê yê ku li her çar parçeyên Kurdistanê belav dibû, di dilê wê de dibe çirûskek. Vê naskirinê rê li ber wê vekir ku ew rastiya dagirkeriyê fêm bike û li hemberî dîroka civaka xwe bibe xwedî helwest. Bandora ku di sala 1989’an de ji keda gerîla û têkoşîna gel girt, piştî neh salan, yanî di sala 1998’an de wê ber bi biryara herî mezin a jiyana wê ve bir û wê bi daxwazeke mezin berê xwe da çiyayên azad.
Hevrêya me Mizgîn Jiyan, tenê weke şervanekê sînorên têkoşînê nas nekir; wê xwest bibe şoreşgereke bîrdozî ku di her hucreya xwe de felsefeya azadiyê hîs dike. Ji bo vê armancê, di nava refên têkoşînê de di serî de perwerdeyên navendî û akademiya bîrdozî dîtin. Wê di van perwerdeyan de, li ser bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê, kesayetiya xwe ji nû ve ava kir. Bi kedeke mezin felsefeya Rêber Apo di jiyana xwe de şênber kir. Wê bîr û baweriya xwe bi zanista Jineolojiyê xurt kir û li hemberî hişmendiya baviksalar a pênc hezar salî, bû xwedî vînekê ji pola. Ji bo wê, perwerde ne tenê wergirtina agahiyan bû, lê di heman demê de pêvajoyeke Xwebûn’ê û xwe guhartina ji bandorên pergala kapîtalîst bû. Wê her kêliya perwerdeyê weke qada şerê li dijî nefsa xwe û sîstema serdest dît û bi kûrbûneke mezin, bîrdoziya azadiya jinê di kesayetiya xwe de tacîdar kir.
Hevrêya me Mizgîn Jiyan, bi salan li lûtkeyên herî asê yên çiyayên Kurdistanê de weke pêşengek azadiyê têkoşîna xwe dimeşîne. Ew dibe şahida felsefeya jiyana azad û di her gavê de ruhê xwe bi keda gerîlatiyê re distêre. Lê gava ku tarîtiya DAIŞ’ê ya hov û tarî êrîşî nirxên mirovahiyê û gelê me yê Êzîdî kir, hevrê Mizgîn bi fermanekê berê xwe da eniyên herî pêş. Wê di Berxwedana Şengalê de, ji bo tolhildana jinên Êzîdî û parastina rûmeta gelê me, kedeke bêhempa da. Di kêliyên herî dijwar de, gava ku ferman bi ser gelê me de hatibû, hevrê Mizgîn weke mertalekî fedayi li beramberî hovîtiyê sekinî. Piştî ku li Şengalê hovîtiya DAIŞ’ê hat şikandin, vê carê bi heman ruhê şoreşgerî derbasî eniyên Rojavayê Kurdistanê bû. Li her bihosta axa Rojavayê, li dijî çeteyên ku dijminên jin û jiyanê ne, bi vîneke ji pola şer kir. Ji Şengalê heta Kobanê, hevrê Mizgîn bû sembola yekîtiya neteweyî û vîna jinên şoreşger ku li dijî tarîtiya sedsalê ronahî afirandin.
Hevrêya me Mizgîn, herî dawî berê xwe da bajarê berxwedanê Kobanê; ew bajarê ku bi lehengiya fedaî ya Arînan û Rêvanan li dijî tarîtiya herî reş a sedsalê bûbû keleha rûmeta mirovahiyê. Kobanê, ne tenê bajarek e, lê bûye sembola şikandina dagirkeriyê û şitla yekem a şoreşa jinê.
Jina têkoşer Mizgîn, li ser vê axa pîroz ku bi sedan jinên leheng lê destanên nemir nivîsandine, bi sekneke ji pola û bi vîneke şoreşgerî cihê xwe girt. Wê di her kozikekê de, li dijî hovîtiya dagirkeran bi kîn û nefreteke mezin şer kir. Di kêliyên herî dijwar de, gava ku êrîşên dagirkeran bi hemû teknîka xwe ve dijwar dibûn, hevrê Mizgîn bi bîr û baweriya ku ji felsefeya Rêber Apo girtibû, nehişt ku dijmin gavekê jî bi pêş bikeve. Heya hilma xwe ya dawî, bi îradeyeke ku ti carî natewe, li dijî dagirkeriyê bû bersiv û ticarî gav paşde neavêt. Heya kêliya ku gihîşt mertebeya şehadetê, li hemberî dijminê gelan serê xwe netewand û bû mîrateyeke zindî ji bo hemû jinên ku li pey azadiyê ne.
Dijminê ku nikaribû di şerê rûbirû de li hemberî îradeya hevrê Mizgîn bisekinê, bi teknîka xwe ya nemerdane xwest tola têkçûna xwe ya li Kobanê hilîne. Lê belê hevrê Mizgîn, heya kêliya dawî ya ku bi êrîşa keşfê ya çeteyan bû hedef, kêliyekê jî ji armancên xwe yên azadiyê dûr neket û bi serbilindî ber bi karwanê nemiran ve meşiya. Ev êrîşa tirsonek, nîşaneya herî mezin a bêçaretiya dagirkeran e li hemberî şoreşa jinê.
Weke jineke berxwedêr û şoreşger, li ser pîvanên “Jina Azad” û “Welatê Azad” bû xwedî ezmûneke bêhempa. Ji bo parastina hebûna xwe û ji bo bibe “Xwebûn”, bêguman berdêlên giranbiha da. Yên ku rêya me ronî dikin, mîrateya şehîdên dildarên azadiyê ne. Wê di tevahiya jiyana xwe de kêlî bi kêlî wate afirand û bi hevrêyên xwe re girêdanbûneke bêdawî û dilsoz ava kir.
Hevrê Mizgîn Jiyan bû pêşenga jiyana azad. Em soz didin hevrêya xwe ya hêja û birûmet ku em ê xewn û xeyalên wê yên jiyana azad, gav bi gav bi mezinkirina têkoşînê bi cih bînin. Em ê ticarî ji armancên xwe yên pêşeroja azad gav paşde neavêjin. Heya Rêbertiyeke azad û jiyaneke azad, em ê bêrawestan têbikoşin.
Nasnameya şehîd Mizgîn Jiyan wiha ye:
Nasnav: Mizgîn Jiyan
Nav û Paşnav: Şukran Yildiz
Navê Dayikê: Hamida
Navê Bav: Şerîf
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê – 26’ê Çileya 2026”

