Sala 2025’an ji aliyê binpêkirina mafê jin û zarokan ve bû salek ku bêcezahiştin zêde bû. Di vê salê de ku ji aliyê desthilatdariyê ve weke ‘Sala malbatê’ hate ragihandin, li her qadê zext li jiyana jinan hate kirin; biryarên dadgeriyê û guhertinên destûra bingehînî bingeh ji van zext û komkujiyan re amade kirin.
Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Ekonomîk (SAMER) di navbera 1’ê Çileyê û 31’ê Kanûna 2025’an de 420 jin hatin kuştin, 508 jin jî bi gumanbarî mirin. Yekemcar hejmara jinên bi gumanbarî mirin ji hejmara jinên hatin kuştin derbas kir.
Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk anî ziman ku mêr hêzê ji polîtîkayên bêcezahiştinê werdigirin û ev yek jî mirinên bi guman zêde dike.
Şîlan Çelîk diyar kir ku pêvajo veguheriye pirsgirêkeke bi rêk û pêk û pir alî.
Alîkara Serokê Baroya Amedê got, “Pirsgirêka bingehîn a vê rewşê ew e ku lêpirsînên têkildarî mirina jinan bi bandor nayê meşandin. Di van dosyayan de bi giranî delîl nayên komkirin, tespîta cihê bûyerê di dema xwe de nayê kirin û di dema xwe de li şahidên têkildarî bûyerê nayê guhdarîkirin.”
Şîlan Çelîk destnîşan kir ku ev yek nîşan dide ku dosya bi zanebûn bi demê re tê hiştin û diyar kir ku dirêjkirina dema lêpirsînê encamên cidî bi xwe re tîne, bandorê li rêveçûna dosyayan dike û got, “Dema ku dema dosyayê dirêj dibe, kiryar dikarin delîlan ji holê rake, veşêre, birevîne yan jî rêveçûna dosyayan ber bi aliyê xwe ve bikişînin. Ji ber vê jî gelek dosya weke mirina bi guman a jinan têne qeydkirin.”
Şîlan Çelîk bal kişand ser mirina jinan a ku weke întixarê tê nîşandan û anî ziman ku di beşeke girîng a van dosyayan de mêrek timî weke şahidê bûyerê ye. Şîlan Çelîk ragihand ku di vê mijarê de nêzîkatiya dadgeriyê diyarker e û got, “Heta ku rastiya madî dernekeve holê her bûyer divê weke mirineke bi guman a jinê bê dîtin. ji ber ku atmosfera bêcezahiştinê ya ji ber dadgeriyê tê afirandin, cesaretê dide kiryaran.”
Şîlan Çelîk diyar kir ku divê çîroka jiyanê ya jinan li pey xwe hiştine bi berfirehî bê lêkolîn û got, di dosyayên ku weke xwekuştinê tê nîşandan jî divê nêzîkatiyeke bi vî rengî bê nîşandan.
Şîlan Çelîk got, “Eger xwekuştinek hebe jî divê sedemên ku xwekuştin bi xwe re aniye bê lêkolîn. Di beşeke mezin a van dosyayan de bi giranî sûcên tundiyê, binpêkirina bi rêk û pêk û sûcên berê hene. Ronîkirina vê pêvajoyê dikare sûcên cuda jî tspît bike.”
Şîlan Çelîk herî dawî destnîşan kir ku bicihneanîna mekanîzmayên tedbîrê û parastinê jinan bêparastin dihêle û got, “Di navbera hiqûqa li ser kaxizê û hiqûqa di jiyana rasteqîn de cudahiyeke cidî heye. Hêzên ewlekariyê gelek caran guh nadin giliyê jinan an jî negirîng dibînin. Heta ku ev mekanîzma bi cih neyê anîn, nepêkan e ku pêşî li tundiyê û mirina jinan bê girtin. Heta ku pratîkeke dadgeriyê ya ku hesab ji kiryaran dipirse neyê bicihanîn, em ê nikaribin qala sîstemeke edaletê bikin ku jin û zarokan biparêze.”

