Li dijî Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş, ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ doz hatibû destpêkirin.
Rûniştina 7’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hate dîtin.
Sofya Alagaş beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên wê Resûl Tamûr û Pîrozhan Karali Guler beşdarî rûniştinê bûn.
Beriya rûniştina dozê zêdebûna polîsan a li ber edliyeyê bal kişand. Heyeta dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Sofya Alagaş birî.