Çarşem, 15 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çîçek: Helwesta AKP’ê ya di pêvajoyê de bandorê li medyayê jî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka KESK’ê: Ev meş hem ji bo mafên me ye hem jî ji bo aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ji bo sersaxiya Şehîdê HPG’î Andok Jîrkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Huseyîn Aykol ji ber xwînrijiya mejî rakirin nexweşxanyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyên PJAK û Komeleya Zehmetkêşan li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talebanî bi Sefîrê Fransa yê Iraqê re li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê Zeynep Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Hevala Emîne pira navbera xwişk û biratiya gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hiqûqnas Demîr: Azadiya Abdullah Ocalan temînata pêvajoyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sirûnaz Ehmedî a ku li Îranê girtî ye dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê di şewatê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Ne faşîzm, lê têkoşîna aştiyê ya jinan wê bi ser bikeve”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên nedîtbar: Rûyên bêdeng ên şoreşa li Hindistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên li Girkê Legê û Rimêlanê name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyeke jin ji Girtîgeha Qerçekê sirgûnî Girtîgeha Evînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Zilar Stêrk: Divê bingeha diyaloga bi Rêber Apo re ava bibe
Kurdistan

Zilar Stêrk: Divê bingeha diyaloga bi Rêber Apo re ava bibe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, "Divê bingeha diyaloga bi Rêber Apo re ava bibe" û bang li her kesî kir ku guh nedin nûçeyên spekulatîf û bala wan li ser daxuyaniyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Zilar Stêrk, di bernameyeke taybet de ku di Televîzyona Medya Haberê de hate weşandin axivî û ji şefê MHP’ê Devlet Bahçelî re got, “We deriyê Îmraliyê girtiye. Hûn nahêlin yek gotinek ji Îmraliyê derkeve. Hûn çi bangê li Îmralî dikin? Li holê hevdîtinek bi Îmraliyê re nîne, hûn çawa dikarin bang li Îmraliyê bikin?

Zilar Stêrk, destnîşan kir ku ji bo bang li Îmraliyê bê kirin, ewil divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û got, “Divê tevahiya gelê Kurd û dostên wan guh bidin daxuyaniyên tevgera me. Divê rastiya ku hewl tê dayîn bê veşartin, ji navendê pêvajoyê bişopînin.”

Zilar Stêrk di nirxandinên xwe de got, “Beriya her tiştî ez careke din Komploya Navneteweyî ku dikeve sala xwe ya 27’an bi hemû kîn û hêrsa xwe şermezar û lenet dikim. Dîsa ez di şexsê şehîdên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de ku di pêvajoya komployê de li dora Rêbertî xelekek ji agir çêkirin, hemû şehîdên me yên şoreşê bi bîr tînim.

Em di meha Cotmehê de ne. Meha Cotmehê ji bo tevgera me ya jin, mehek a şehîdên jin e. Di vê mehê de ez careke din şehîdên me yên Cotmehê di şexsê Heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku kadroya pêşeng a artêşa me ya jinê ye û mohra xwe li vê mehê xist, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Her wiha îro berxwedaneke dîrokî ya mezin û bi rûmet li çiyayên Kurdistanê tê meşandin. Bi taybetî ez hemû hevrêyên li xeta Zap, Metîna û Avaşînê şehîd bûne, di şexsê hevrê Asmîn Seyît de ku duh hat ragihandin Hevrê Agir, Besta û Cemal bi rêzdarî bibîr tînim. Li hemberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Dîsa ez Apê Nemir ku di şerê Kobanê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi şoreşgerên Kurd re mil bi mil li ber xwe da û di heman çeperê de şer kir û gelek caran birîndar bû bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim. Ji malbata wî û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim.

KOMPLOYÊ BERIYA SALA 1998’AN DEST PÊ KIR

Di ser Kompoloya Navneteweyî de 26 sal derbas bûn û di van 26 salan de Rêber Apo li êşkencexaneya Îmraliyê têkoşîneke bêhempa meşand.  Bi vê wesileyê ez Rêber Apo û têkoşîna wî ya bêhempa silav dikim.

Armanca sereke ya vê komployê tunekirina Rêber Apo ya fîzîkî bû. Di rastiyê de armanckirina tunekirina fîzîkî ya Rêber Apo bes bi komploya 9’ê  Cotmehê dest pê nekir. Ger were bîra we jî di 6’ê Gulana 1996’an de jî li Şamê komployeke mezin ya tunekirina Rêber Apo armanc dikir, hatibû plankirin. Bi saya tedbîr û pêşbîniya mezin ya Rêber Apo  ew komplo hatibû pûçkirin.  Di demên cida de hin hewldan çêdibûn. Rêber Apo dîsa li hemberî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê jî ji Rojhilata Navîn derket û pêşiya tunekirina fîzîkî girt.

Çimkî Rêber Apo baş dizanî ku hebûna wî bi xwe ji bo çarenûsa gelê Kurd gelekî girîng e.  Û girêdayî vê yekê pêşî li tunekirina fîzîkî girt.

Rêber Apo bi aqilekî stratejîk tevgeriya û girêdayî vê yekê ji qada Rojhilata Navîn derket û armanca komployê pûç kir. Weke hûn jî dizanin di wê serdemê de dema Rêber Apo derbasî Ewropayê bû û li Romayê bû gelê me pêl bi pêl diçû Romayê. Gelek kes li wir li dora Rêber Apo kom bû.  Însanan xwe bi saxî dan ber agir. Çalakiyên fedaiyane pêk anîn û ev peyam dan hêzên komploger; Em in Rêber Apo. Hebûna Rêber Apo hebûna gelê Kurd e.  Misogeriya sereke ya hebûna gelê Kurd, hebûna Rêber Apo ye, azadiya Rêber Apo ye.  Girêdayî vê yekê hêzên komploger nekarîn tunekirina fîzîkî pêk bînin. Lê belê piştre Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ket dewrê û bi awayekî korsanwarî Rêber Apo ji dewleta Tirk a dagirker re hate radestkirin.

LI ÎMRALIYÊ TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA HEYE

Rêber Apo ev 26 sal in li Îmraliyê li hemberî, pergala êşkence û tecrîdê li ber xwe dide. Têkoşîneke dîrokî û bêhempa dide meşandin. Ev tekoşîn ne tenê têkoşîneke fîzîkî ye.

Beriya her tiştî em dikarin bibêjin ku Rêber Apo şoreşeke zîhniyetê ya mezin pêk anî. Helbet ev bi pêvajoya Îmraliyê neda destpêkirin. Beriya Îmraliyê jî Rêber Apo tim weke îdeolojîk, paradîgmayî û rêxistinî di nava kûrbûnên mezin de bû.  Lê belê şert û mercên şer û pirsgirêkên li pêşiya rêxistinê û rojev li pêşiya vê yekê hinekî asteng bûn. Weke Rêber Apo anî ziman li Îmraliyê yanî şert  û mercên destgirîyê ev şert û mercên esaretê berovajî kirin.

Rêber Apo xwedî terzeke têkoşînê ya bêhempa ye. Divê ev yek baş were zanîn. Ev ne tenê têkoşîneke fîzîkî ye. Ev têkoşîneke fikrî, ruhî, îdeolojîk û paradîgmayî ye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku Rêber Apo bi vê têkoşîna xwe hemû hesabên komployê pûç kirine.  Rêber Apo çi kir? Rêber Apo kod û şîfreyên fikr û zîhniyeta pergala dewletparêz, dersthilatparêz û pergala serdest a mêran a 5 hezar salan yek bi yek çareser kir.  Yek bi yek danî li pêşiya me hemûyan. Bi parastinên xwe kuliyateke mezin derxist holê. Di mijara pergala mêran a serdert ya pênc hezar salî de bi perspektîf û analîzên pergalê ji bo hemû mirovahiyê bû hêviyeke mezin. Û îro em hemû ji vê yekê sûd werdigirin. Yanî ji xwedewendên şaristaniyan hesab pirsî û alternatîfa wan afirand.

RÊBER APO BALA CÎHANÊ DIKIŞÎNE SER XWE

Ramangerên cuda jî hene ku hewl didin şaristaniyê çareser bikin. Lê belê rêbaza Rêber Apo ya analîzkirina şaristaniyê bi analîzên teorîk re ne sînor in. Rêbertî ji cihek şoreşgerî heta ji rêberekî hîn şoreşger li mijarê nihêrî. Beriya pêvajoya Îmraliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi heybet ku avakiribû hebû. Rastiyeke gel a rêxistinkirî hebû. Bêguman bi guhertina paradîgmaya nû re hûn dikarin bêjin ku vê yekê hê bêhtir xwe li hev zêde kiriye û pêşketinên gelekî mezintir bi xwe re aniye. Şoreşa Rojava pêş ket. Şoreşa Rojava bi paradîgmaya mezin a Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk, wekhevîparêz û azadîxwaziya jinê pêş ket û teşe girt.

Di vê wateyê de em dikarin bêjin ku di vê pêvajoya bîst û şeş salan de komploya navneteweyî heta astekê pûç bûye. Lê em nikarin bibêjin ku me encamên tam bi dest xistine an jî me komplo têk biriye. Ji ber ku ev hemû têkoşîna bîst û şeş salan a ku me daye meşandin bi armanca pêşxistina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Bi armanca misogerkirina azadiya Rêber Apo ye. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya azadiya Rêber Apo. 

GEL AZADIYA RÊBER APO DIXWAZE

Tişta ku asta biryardarî û îdîayê di nava gel de pêş dixe çi ye? Bi rastî jî sekn e, qêrîna li dijî komploya navneteweyî ye. Daxwaza azadiya Rêber Apo ye. Êdî tehemûla gelê me li hemberî dîlgirtina Rêbertî nemaye. Ji ber vê yekê divê di zûtirîn demê de deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêber Apo bikeve nava gelê me. Gelê me ji qada mitîngê ya Amedê ev peyam daye. Îdîa û biryardariya xwe nîşan daye. Ji ber vê yekê dost û dijmin, lazim e her kes vê bibihîze û bibîne. Ewil jî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya qirker, mêtinger, divê vê peyama gel ya li qada Amedê rast bixwîne.

DIVÊ BINGEHA DIYALOGA BI RÊBER APO RE AVA BIBE

Devlet Bahçelî yê faşîst di axaftina xwe ya li meclîsê de bang li Îmraliyê kir. We deriyê Îmraliyê girtiye. Hûn nahêlin yek gotinek ji Îmraliyê derkeve. Hûn çi bangê li Îmralî dikin? Li holê hevdîtinek bi Îmraliyê re nîne, hûn çawa dikarin bang li Îmraliyê bikin? Bang li Îmraliyê dike û dibêje bang li tevgerê bike. Dibêje bila rêxistina xwe tasfiye bike. Bahçelî ma qey wê ji te re nebêjin ma Kurd mirin e? Ma ev tevger qediya ye? Kurdan peyama xwe ji Amedê pir zelal dan. Gotin “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bê Serok Jiyan Nabe.” Hewce dikir peyama esasî te ji vir girtiba. Eger hûn ê bang li Îmraliyê bikin, eger hûn ê bangeke samîmî bikin, hingî divê hûn pêşî li deriyê Îmraliyê vekin. Divê hûn bingeha hevdîtin û diyaloga bi Îmraliyê re ava bikin.

Hin nûçeyên spekulatîf ên di vê çarçoveyê de hatine weşandin jî hene. Gelek nîqaş jî tên kirin. Bila nîqaş bikin. Em ji nîqaşên wan re tiştekî nabêjin. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd nehatiye nîqaşkirin, di nava pêvajoya bêçareseriyê de ye. Divê bê nîqaşkirin. Lê divê ev nîqaş rastiyê tarî nekin. Rastî çi ye? Ya rast ew e ku niha li Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ya mutleq, sîstema qirkirinê heye.

Rastî çi ye? Niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer û berxwedaneke dijwar tê meşandin. Xwîn tê rijandin. Beriya her tiştî divê ev xwîn raweste.

Heke hûnê bangek bikin, ewil divê hûn xwînê rawestînin. Beriya her tiştî hûn ê mîtînga ku gel dixwaze pêk bîne qedexe nekin. Hûn ê dest ji qedexekirina wê berdin. Piştî wê banga xwe bike.

Di vê mijarê de divê Kurd, gelê Kurd û dostên wan guhên xwe bidin daxuyaniyên tevgera me. Divê rastiya ku hewl tê dayîn bê veşartin, ji navendê pêvajoyê bişopînin. Û em bawer dikin ku gelê me û dostên me di ferqa vê yekê de ne.

EGER ARTÊŞBÛN NEBÛYA, EM HETA VÊ ROJÊ NEDIHATIN  

Em di meha Cotmehê de ne. Şehîdên me yên Cotmehê di şexsê Hevrê Bêrîtan de şênber dibin. Artêşbûna me ya jinê ku bi pêşengiya hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi pêş ket 30 sal li dû xwe hişt. Zêdeyî 30 sal in gerîlayên azadiya jinê li çiyayên Kurdistanê bi perspektîfa artêşbûnê têkoşîneke rêxistinbûyî û îradeyeke rêxistinbûyî derdixînin holê.

Çima artêşbûn? Ger me bi artêşbûbûnê dest pê nekirina, gelo em ê heya roja îroyîn bihatana? Na, ev ne pêkan bû. Ji ber vê yekê em bi saya artêşbûna jinan a beriya 30 salan ya ku bi pêşengtiya Bêrîtanan pêş ketî, hatine vê rojê û li Kurdistanê xwediyê partiya azadiyê ne. Û îro ev artêşbûnan me ya jinan xwe gihandiye qonaxeke pêşdetir. Jinên Kurd îro ne tenê li çiyayan di nava artêşbûnekê de ne.  Bo nimûne li bajaran jî jinên Kurd têkoşîna pêşxistina artêşa xwe dimeşînin û  têkoşîna birêxistinkirina hêzên xweparastinê bi rê ve dibin. Di nava pêvajoyeke bi vî rengî re derbas dibin. Weke mînak li Rojava weke YPJ di pêşengtiya jinên Kurd de pêşketineke mezin derket holê û asta rêxistinbûnê derket holê. 

Em dibêjin; ‘’Şoreşa Rojava şoreşa jinan e.’’ Di pêşengtiya YPJ’ê de pêş ket. YPJ’ê jî îlhama xwe ji Rêber Apo, artêşbûna jinan a ku di şexsê Şehîd Bêrîtan û Gulnaz Karataşan de û ya li Herêmên Parastinê yê Medyayê pêş ketî, wergirt. Gotin ku em ji bo xwe weke mîrateyekê dibînin. Ji ber vê yekê pêvajoyeke ku di pêşengtiya YPJ’ê tê birêvebirin heye. Dîsa li Şengalê avabûniya YJŞ’ê ya ji aliyên jinên Êzidî ve hatî pêşxistin, heye.

Ew jî ji Hevrê Bêrîtanan, ji Hevrê Meryeman û ji Hevrê Zeyneban îlhama xwe werdigirin.  Bûn peyrewên Heval Delal û Arîn Mîrkanan. Dîsa li Rojhilatê weke HPJ jinên Kurd hewl didin ku rêxistinbûna xwe pêş bixin.

Ev pêvajo berdewam dike. Çimkî şoreşa jinan bi rastî jî wê dem bigire. Geşedaneke şoreşî ya wisa ye ku belkî pêncî salan yan jî sed salan berdewam bike. Tespîta ku sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin.  Ev tespît bi xwe beriya sedsala 21’emîn ji ber ku geşedan û tecrûbeyên têkildarî azadiya jinan baş dizanî û dîsa ji ber ku dizanî ku sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan, bi ked û hewldanên xwe ev tespît kiribû. Îro ev têkoşîna jinan ya ji bo azadiyê ya di pêşengtiya gerîlayên YJA Starê ya li çar perçeyên Kurdistan û  Herêmên Prastinê yên Medyayê her ku diçe mezintir dibe. Dibe ku şoreşa jinan ji sedsala 21’emîn jî derbas bibe. Diyarkirina sînorekê ne pêkan e.  Çimkî wextekî ku ev yek bi dawî bibe nîne. Bêdawî ye. Azadiya jinan qadeke wisa ye. Çimkî qadeke îdeolojîk e.  Şoreşeke îdeolojîk e. Şoreşeke felsefîk e. Ev ronîbûn li Kurdistanê di pêşengtiya Bêrîtana de, di pêşengtiya artêşa azadiyê ya ku ji aliyê Bêrîtanan ve hatî destpêkirin, dest pê kir. Ji hemû cîhanê re dibe îlham. Û ev yek wê bi salan berdewam bike.

Bêguman beşek ji vê têkoşîna çekdarî ye. Beşeke wê jî têkoşîneke îdeolojîk e. Beşeke wê jî têkoşîneke felsefî ya teorîk e. Beşeke wê jî têkoşîna civakî ye. Şoreşa jinê di heman demê de şoreşeke civakî ye. Azadiya jinê jî bi azadiya civakê ve girêdayî ye. Divê jin azad bibe da ku civak jî azad bibe. Di vê wateyê de bêguman ev têkoşîna azadiya jinê ya pêşketî, dijmin ditirsîne. Dijminê Kurdan ditirsîne. Dijminên jinê ditirsîne. 

Ji bo vê jî polîtîkayeke pir cidî ya şerê taybet di meriyetê de ye. Navendên ku vê bi taybet pêk tînin hene. Bi taybetî li Kurdistanê, lê tenê bi Kurdistanê re jî ne sînordar e. Li metropolên Tirkiyeyê heta dawiyê polîtîkayên qetilkirina jinan û polîtîkayên qetlîamker ên jinan xistine meriyetê. Mînak li Kurdistanê her roj jin tên qetilkirin. Di nava kolanê de jin rastî bûyerên destdirêjî û tacîzê tên. Hewl tê dayîn di nava civaka Kurd û Tirk de rizîbûna exlaqî pêş bixin û belav bikin. Ev ji aliyê rejîma şerê taybet a AKP-MHP’ê ve weke stratejiyek bi awayekî pergalî dimeşîne.

Û ev polîtîka û çalakî bi armanca paşvekişandin û sebotekirina têkoşîna me ku bi îdîaya şoreşa azadiya jinê ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê mezin bibe bi pêş dikeve, hatine destpêkirin. 

Li ser jinê êrîşeke mezin heye. Pêwîste gel, civak, hem gelê Kurdistanê hem jî civaka Tirkiyeyê li dora vê bibin yek, rabin ser piyan û qiyemetê rakin. Ji ber ku ne exlaqa civakî, ne jî exlaqa azadîxwaziya jinê, ne tevgerên femînîst, ne têkoşînên azadiya jinê, ne jî têkoşîna azadiya civakî ya giştî vê yekê qebûl nakin. Divê hemû jinên Kurdistan û Tirkiyeyê dest bidin hev û li dijî vê sîstemê têkoşînên rêxistinbûyî yên hevpar xurt bikin.

Jinên ku piştgiriyê didin desthilatdariyê jî vê êşê dikişînin. Bi gotineke din, jinên ku destekê didin desthilatdariyê û dengê xwe didin AKP-MHP a faşîst jî, mexdûrên vê yekê ne. Ew jî jin in. Divê ew jî vê bibînin. Divê li dijî vê yekê biaxivin. Ez dibêjim divê jinên AKP’yî, jinên CHP’yî û hemû jinên deng didin hemû partiyên din, mezin û biçûk, li hev bicivin û vê konsepta êrîşên bêexlaqî yên li dijî jinê vala derbixin û li dijî wan asta hevpar a têkoşînê bi rêxistin bikin û derxînin holê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kirin
Nûçeya Pişt re Şengal careke din hate bombekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Polîsan merasîma sersaxiyê ya ji bo gerîla Abdûrrahîm Erzen asteng kir

Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdûrrahîm Erzen (Gabar Botan) ê ku 4’ê Sibata 2025’an li herêma…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê banga xwedîderketina berxwedana li zindanan kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Çînê baranên zêde: Otoban hilweşiya û herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Gûangdong ê li başûrê Çînê ji ber barana zêde beşeke otobanekê hilweşiya û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bafil Talebanî bi Sefîrê Fransa yê Iraqê re li hev civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serdana girseyî ji bo sersaxiya Şehîdê HPG’î Andok Jîrkî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Krîza siyasî li Madagaskarê: Rajoelina parlamento fesix kir, artêşê li cem gel cih girt  

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îranê di 20 rojan de 164 kes hatin darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?