Bernamçêkera Can TV’YÊ Ezgî Soysal li navçeya Ataşehîr ê Stenbolê li kolana ku mala wê lê bû ji aliyê malbateke ku cîranên wê bû ve rastî êrîşê hat. Ezgîn Soysal ji aliyê komeke ku 3 mêr, 4 jin û 3 zaork têdebûn ve hat derbkirin. Ezgî Soysal diyar kir ku der barê êrîşkaran de gilî kiriye lê serlêdanên wê bê encam mane.
Her wiha Ezgî Soysal daxuya kirin ku heman malbatê ev 3-4 sal in gef lê dixwin û di demên dawî de jî zirarê dane wesayîta wê.
Ezgî Soysal wiha got: “Di meha Çile de sê jinan êrîşê min kirin. Tiliya min şikest. Di meha Nîsanê de êrîşê bavê min kirin. Herî dawî di 28’ê cotmehê de ji pişt ve li min xistin. 10 kesî dora min girt. Li serê min û bedena min xistin. Yên derdorê negihiştibana ez ê bimrama. Bi qesta mirinê li min xistin. Kolan bê ewle ne. Mirovên qeyda wan ya sûc hene li kolanan digerin. Rojnamevan Hakan Tosun jî rastî êrîşê hat. Ji vê hêzê digirin. Ez çûm qerekolê. Lê tu tiştek nehat kirin. Ez li edaletê digerim.”
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		