Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojbûna 76'an a Rêber Apo hate pîrozkirin. Şitil hate çandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo dewam dikin.

QAMIŞLO

Bi pêşengiya Kongra Star şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Meclisa Bajarê Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya 4`ê Nîsanê li Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Hilêliyê dar çandin.

Beriya çandina daran hevseroka Şaredariya Gel a Qamişloyê Bêrîvan Umer axivî û da zanîn ku felsefeya Rêber Apo ji bo pirsgirêkên gelan çareserî ye. Bêrîvan diyar kir ku ji dema derketina peyamên Rêbertî ve gel bi geşbûnekê rêya têkoşîna ji bo bidestxistina azadiyê didomînin û got: “Em bi çandina daran diyariya herî girîng pêşkêşî Rêbertî dikin û pê re jî hêviyên nû diçînin. Parastina hawirdorê beşeke felsefeya Rêbertî ye.”

Bêrîvan Umer bal kişand ser 4`ê Nîsanê roja damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî û wiha got: “Ya ku karîbû şoreşê biparêze YPJ`ê bû û ew hişt ku şoreşa me deng vede û bibe mînak li hemû deverên cîhanê.”

Piştre şêniyan li gorî temenê Rêber Apo, 76 darên cur bi cur li baxçe çandin.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi boneya 4’ê Nîsanê li Tirbespiyê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna Dayîkên Aştiyê û hevjînên Şehîdan, ji hêla rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê Xerma Elî bi zimanê erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi armanca têkbirina îradeya gelan zêdetirî 27 sal e Rêber Apo li zindana Îmralî girtî ye û sîstema îşkencê û qirkirinê li ser wî berdewam e.

Daxuyaniyê wiha dom kir: “Tevî ku Rêber Abdullah Ocalan bangên aştiyê kiribû, lê hîna jî dewleta Tirk a dagirker tu mafên wî nedane. Em bawer in ku ev banga aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye wê bibe pêvajoyeke mezin û aştiyê li Rojhilata Navîn bîne.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku malbatên şehîdan wê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin. Bang li rêxstinên hiqûqî yên navneteweyî jî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de rojbûna Rêber Apo li malbatên şehîdan û tevahiya gelên Kurdistanê hat pîrozkirin.

HESEKÊ

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya rojbûna 76’an a Rêber Apo û salvegera 12’an a damezirandina xwe şahiyek li bajarê Hesekê li dar xist.

Şahî bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan, şêniyên Hesekê, şervanên YPJ, QSD û YPG’ê hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin beşdaran li hola şahiyê dar çandin. Li ber stranên şoregerî jî dar hatin çandin.

HOL

Meclisa Leşkerî ya Holê jî bi boneya rojbûna Rêber Apo şahiyek li dar xist. Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şervan û fermandarên hêzên leşkerî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêveberê nivîsgeha leşkerî ya Kampa Holê Delîl Hesekê axivî. Delîl Hesekê 4’ê Nîsanê li tevahiya gelên têkoşer pîroz kir, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û şervanên li sengerên berxwedanê jî silav kir.

Hevserokê nivîsgeha PYD’ê ya bajarê Holê Emar Mûsa jî anî ziman ku 4’ê Nîsanê rojbûna berxwedan û lehengiyê ye û rojbûna rakirina zilm û zordestiyê ye.

Emar Mûsa 4’ê Nîsanê li Rêber Apo û gelên azadîxwaz pîroz kir û got, rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn û rojbûna azadî û berxwedanê ye.

Piştî axaftinan govend hat gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Tişrînê çalakiya 4’ê Nîsanê û paqijiya biharê
Nûçeya Pişt re Elewiyên xwestin heta Wezareta Edaletê bimeşin hatin astengkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Em ê li gorî felsefeya xwe ya damezrandinê tevbigerin

QSD'ê têkildarî salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û got, "Ji bo parastina gel, rûmet û…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Çareseriya ji mêtingeriya li Kurdistanê re, paradîgmaya Abdullah Ocalan e

Sezaî Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e. Li dijî vê yekê paradîgmaya demokratîk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Di muzakereyan de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Kongra Star: Yekîtiya me dê hewldanên fitneyê têk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Polonyayê îdîaya hewldana sûîkastê ya li dijî Serokwezîr û Wezîrê Parastinê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê êrişa li ser navenda meclîsê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?