Di civînê de, hevserokê saziya Zagrosê Taharê Ahmed û Hubra Surgûn axivîn û bal kişandin ser armanc û encamên vê komployê.
Taharê Ahmed di axaftina xwe de diyar kir ku komploya li dijî Rêber Apo ne tenê êrîşek li ser gelê Kurd û vîna wî bû, lê di heman demê de êrîşek li ser mafên mirovan û daxwaza azadiyê bû. Wî destnîşan kir ku derxistina Rêber Apo û kadroyên tevgerê ji pêvajoya çareseriyê, nîşana berdewamkirina fikir û armancên komployê ye.
Ahmed diyar kir ku bêyî beşdarbûna rasterast a Rêber Apo di pêşengiya pêvajoya çareseriyê de, çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina jiyaneke demokratîk zehmet e. Wî bang li gelê Kurd kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe xurtir bikin.
Ji aliyê xwe ve, Hubra Surgûn destnîşan kir ku komploya navneteweyî di bin serkêşiya hêzên emperyalîst û hêzên dewleta kûr de pêk hatiye. Li gorî Surgûn, armanca vê komployê kûrkirina nijadperestî û dijminatiya di navbera gelên Kurd û Tirk de û gurkirina şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bû.
Surgûn destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, pêdivî bi çareseriyeke demokratîk heye û got: “Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û azadiya mirovahiyê ye.”
Civîn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

