Ezmûnî Kar u Jiyan le Çîn (3)
Qazî: Nawendî le pêwendî derewey Çîn eger biyanewê zanyarî peyda ken.
Sîvan Se’îd: Belê, ca ewey ke heye trip durust deken, geşt durust deken bo xwêndkaran, meselen sed xwêndkar, hezar xwêndkar carî wa heye le yek trip da deben sê hefte bo Engiltera, sê hefte bo Emrîka yanî alugorêkî zor gewre û aktîv heye êstake le nêwan Çîn û wilatanî dinya da be taybetî legel ‘alemî Englîsî ziman da. Lew nêwende da her lew zankoyey ke min ziyatir lêyewe nizîkim û lêy agadarim beşekey min ke pêy dewtrê kolêcî mêjû legel medenîyet/ History and civilization ême ziyatir le penca ta heşta mamostaman heye, profêsorin, profêsorî musa’îdin. Yanî yareyderî profêsorin yan dukturî gencin yan be her şêweyek lew babetane be pêy tuwanay xoyan hem researcherin û hem research deken û lewê cornall heye yanî be rastî ‘alemêkî tre. Emin wîstim lew pêwendîye da ewe bllêm meselen gûgill heye, feys bûk heye be nawî trewe ewane ke maşînî xoyanin bo sêrç, cornallî cyawaz cyawaz heye, nawendî akadêmyayan heye ke curnall bllaw dekatewe, êsta babetêkî min lewê terceme dekrê bo çînî û bllaw dekrêtewe be hoy ewe ebête hoy terqîye bo mnîş.
Qazî: zmanî serekî xwêndin lew zankoyaney ke pêwendîyan heye be meseley rojhellatnasî û pêwendîyekanî derewe be îngilîsî ye, wa nîye?
Sîvan se’îd: bellê, beder lewe bêjm ke zman îngilîzîye êsta le planî pî.êç. Dî da meselen xwêndkaranî duktura ke dexwênin sîstimî dû sûpirvayizrî bekar dê. Dû kes serperşitî behsî duktura deken yekyan be îngilîzî dekat, yekîşyan be zmanî xoy wew xwêndkare ferrze le serî sallêk legell xwêndnekey da zmanî çaynîş bixwênê, zmanî çaynî fêr bbê, teqrîben be sallêk mrov detwanê ta radeyekî baş çaynîz fêr bbê lanî kem bo qse kirdin eger bo nûsîn sîmbolekan hendêk narrehetin. Wîstim ewe bllêm ke lewê zmanî zorîney xellk mandirîn e ke ewe zmanî ‘îlm û teknelocyaye be derecey yekem û mîlletî here gewreş ke be mandirîn qse deka pêyan ewtirê ” xan ” bellam beder lewe penca û şeş grûpî dîkey êtnîkî heye û sî û şeş zmanî resmî heye. Her le parekeyan be çendîn zman nûsrawe ke çendîn zmanyan be elfubêy ‘errebî enûsrê. Be elfubêy konî turkî, nazanim ew grûpe êtnîkyane çonin bellam le ser pare be çendîn zman nûsrawe û ew zmanane resmîn û corêk le otonomîyan heye lew wîlayetaney ke zorîney lê pêk dênin. Bo nmûne
Qazî: êsta ba her le syan rawestîn çunke zor gewreye. Wa bzanim le xudî syan da neteweyek heye be nawî xuîy ya wîy ke ewane musullmanin û goya penca hezar kesîşn ke lew ustane, lew parêzgaye da dejîn.
Sîvan se’îd: penca hezar nîn, mîlyonêkin û zortirîn û gewretrîn maynorîtî musillmanin.
Qazî: emeş wêney mizgewtekeyane
Sîvan se’îd: bellê min lewê bûm legell îmamî mizgewtekeda hevdîtnim kirduwe bo karî tir, bo karî lêkollînewey xom beder lew babetaney tir. Xoy û çendîn maynorîtî tir hen ke musullmanin, nzîkey çil mîlyon musullman le hemû çayna heye. Lew bajêrre be tenha xoy ke no mîlyon xellkî lê dejî, nek le hemû muqate’eke, be tenya şareke yek mîlyon musullmanî lêye, yek gerrekî gewre ke pêy ewtirê gerrekî musullmanekan lewê ew mizgewteyan heye ke mizgewtêkî zor gewreye. We çendîn mizgewt û merakîzî trîşyan heye. Ewane musullmanin lewê, le merkezî ewan mesîhîyekan gewretrin ke nzîkey çil mîlyon mesîhî heye le hemû wllateke ke zor dekat nzîkî seda pênc çwar dekat. Em wêneyey deybînîn bazarrî musullmanekane, xwardinî helalî lêye be hîsabî ewan. Lewê ew zmanane hemûy corêk le otonomîyan heye û ew xellkey bepêy ‘adet û dînî xoyan dewllet corêk le otonomî pê dawn bo nmûne xwardinî hellall lew şwênane heye û be nawbange û hîç rêgeyekyan lê negîrawe weha bken ke be zmanî xoyan û be pêy ‘adetî xoyan bcûllênewe.
Qazî: ew meseley fşar kem bûnewe le ser bawerrmendan û pêrroyanî dîn û trradîsyonî cor be cor le zemanêkî mu’eyen da be taybetî le serubendî şorrşî kultûrî da, şorrşî ferhengî da, kalçirrall rêvolûşin lew bareyewe zext û fşarêkî zor hebû, êsta ew meseleye be tewawî hellgerrawetewe yanî tewaw pêçewanekey druste wa nîye? Wate azadîy beyan û azadîy bawerr û ew ştane heye û rêgayan pê dedrê ke em trradîsyon, nerîtyane cê becê bikrên.
Sîvan se’îd: bênewe kaye. Beder lewey ke azadî heye her kes bîka rêgey lê nagîrê bellkû dewllet boxoy hestî kirduwe ke kalçirrall rêvolûşin ew şorrşî kultûrî xelletêkî gewre buwe lew lhazewe ke zorbey nerîtî çendîn hezar sallî ew gele xerîke ekewête ber dem herreşe û kewtuwete ber dem herreşe, bellam spas bo gelî çîn xoyan, be zmane îngilîzîyeke ke ellê thankis to them xoyan parastûyane de bin da û êsta dewllet dezanê dîsan pêwîste ew helleye rast bikrêtewe û xoy teşuyqî xellk deka ke dîsan bêtewe ew kallçir û ewane. Meselen le nawerrastî syan, lenawerrastî bajarrî syan da lewê yek tîmsalî gewre, hezaran esp û tîmsalî şa û ewaney kon heye ke serokî ew dînastîyen, dînastî sêzde ke hemû çînî yekangîr kirduwetewe, ewe êsta lewê heye û hemû êşe kallçirralekan lewê dekrên. Pareyekî zor dedrê hemû ew mûzexanane her ştêk le her şwênêk mawe bên ko bikrênewe dîsan kallçirî konî çîn bgutrê. Hemû wixtêk ewe gutrawe le layen çînîyekanewe eger btewê çînî rastî bbînî pêwîste ya bçî bo korya ya bçî bo taywan. Leber ewey kallcir rêvolûşin ewanî xapûr nekirduwe tenanet le xwardinîşyan da. Bellam êsta le çend sallî rabridû da ewe hatuwetewe ke ew zemîne çal dekrêtewe bo ewey dûbare pere dan bew kare kallçiryaney ke zû memnû’ krawn le şorrşî kultûrî da.
Qazî: wekû dîkeş dezanîn herçonêk bê corêk bestranewe heye. Bo nmûne bekar hênanî torrî komellîy, torrî giştî wekû feys bûk û tuytir û ewan wa bzanim şêweyekî neteweyyan dawe be wane. Torrî lemerr xoyan heye. Ew daxrane be çî debestirêtewe?
Sîvan se’îd: ewey ke heye syasetî ew wllate syasetêkî ta radeyek mu’eqede bo terh kirdin û şerh kirdnî. Ta êstaş çîn tirsêkî gewrey heye lewey ke aya ew kraneweye çî lew wllate gewreye milyar û nîwe xellke eka. Aya ekrê kontirroll bikrên bew şêweye yan tenya yek partî detwanê kontirrollî bka. Lew serubendane da her zû zû ewe dekrê ke gûgill memnû’ ekrê, feys bûk memnû’ dekrê. Memnû’ dekrê lewe da ke le astî formall da memnû’e bellam lebin da vî pî ên heye, vêrçuwall nêtork heye detwanî be hoy ewewe to bekaryan bhênî bellam le her bûyerêkî grîng da bo nmûne le novambir da dîsan kongrey gewrey partî wllateke egîrê, renge serok bgorrê ewane. Dîsan bew rojane dwênê û pêrê watis ep îş daxrawe bellam bo karî ‘îlmî xoyan lew bware da ew maşînaney xoyan, încin maşînyan heye ke etwanê dewrî gûgill ebînê her bo xoşî ewe bllêm. Min xom lewê çendê bitwanim xom gûgill bkem, le gûgill da çî bbînim, lewêş ewende ebînim û zyatrîş ye’nî ewe nîye ke ştî wîstit her nebîndirê.