Cadey awrîşim, rêgayek û piştêndê (1)
Hevpeyvîn legel Dr. Sîvan Se’îd sebaret be cadey awrîşm. Em bernameyey Rawêj le 12-î ûtî salî 2018 aste kirawe û le rojî Yekşeme 30 Septemberî2018 le têlêvîzyonî Stêrkewe bilaw kirawetewe.
Hesen Qazî: Cadey awrîşim yan rêgay awrîşim birîtî bûn le rêgay beyekewe bestirawî ke be amancî bazirganî le Asya da hebû, ke rojawa û rojhelat û başûrî Asyay be bakûrî Efrîqa û her weha rojaway Urûpay be yektirî debestewe u ew rêgaye ta sedey pazdey zayînî bo mawey hezar û hewt sed sal gewretirîn şebekey bazirganî dinya bû. Ew rêgaye le şarî Twang Hwang le Çîn berew wîlayetî Kanso dehat û lewêwe deçû bo naw Turkistanî rojhelatî emroyî u be nêw Asyay nawendî da têdeperî u le rêga da berew balîx û almalîx u artar berew Semerqend û Buxara deçû. Le Buxara beşî serekey le rêgay Meru, Serexs, Neyşabûr, Gurgan, Bam û Sefyabad berew şarî êstay Rey dehat û lewêra berew Qezwên û Zengan û bakûrî Hemedan le lay Kebûteraheng berew bakûrî ew şare nizîkî Qulî abad û Erdewêl û Tewrêz û Îrewan deçû û le Îrewanewe berew Trabzon yan yekêk le benderekanî Şam lewê kotayî pê dehat. Beşî layekî ew rêgaye le Semerqendewe berew Xwarezm û le Xwarezmewe bo seray Heşterxan û lewêra be kenarî çomî Don û benderekanî deryay Azof lewê kotayî dehat. Girîngtrîn ew kelupeley be Iran da têdeperî birîtî bû le awrîşim, Iranîyekan zor le awrîşmî xawî ke le Çînewe deyanhêna têkel be awrîşmî xomalî dekrid û deyantuwanî be her qîmetêkî ke pêyan xoşe be wilatanî rojaway bifroşin. Yekem kesî ke nawî rêgay awrîşmî le salî 1877-î zayînî le ser ew rêgaye dana, ew nawey lew cadeye na cuxrafî zanêkî Almanî bû be nawî Fêrdînand Rêxthofin ke le ber hênanî awrîşmî Çîn be rêgay Midîtrane da û be şwênî cwê cwêda ew nawey bo helbjard.
Em katetan baş bexêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le rawêjî emcare da mîwandarî dekeyn le berêz Dr. Sîvan Se’îd ke mamostaye le zankoy Şanşî Normal le wilatî Çîn. Mamosta bo êwe sîmayekî nasrawe, pêştir zor car lem bernameye da beşdarî kirdûwe ême carêkî tir bexêrhatinî dekeyn be taybetî sebaret be Cadey Awrîşmî nwê ke projeyekî zor berbilaw û gewrey dewletî Çîne qsie dekeyn çunkû be şêweyek le şêwekan ew projeye ew aktir û layenaney ke dewletîş nîn, yanî xeyrî dewletin û lewane Kurdekanîş degrêtewe. Zor zor be xêr bêy!
Dr. Sîvan Se’îd: Sipas, rojtan baş
Qazî: Min le serewe be yarmetî Wîkî Pêdya be kurtî basî Cadey Awrîşimî konînem kird. Pêm xoşe eger berêzîşt bitewê şitêkî lê ziyad key bîbîsîn.
Sîvan Se’îd: Le barî mêjûyiyewe dekrê lay min leweş kemtir hebêt ke cenabit bast kird, be taybetî nawî şwênî calibit bas kird lewaney ke rêgake be kwê û kwê da derwa. Belam girîngîyeke eweye le kwê dest pêdekat û le kwê kotayî pêdêt û pêyan gutûwe cadey awrîşim belam le rastîda cadekanin, yek cade nîye çunke be pênc şeş mesîrî ciyawaz da derwa bo meqsedî ciyawaz, bo şwên û destinationî ciyawaz. Belam ewey ke girînge eweye ke eme tenha karêkî bazirganî nîye ke detuwanim ziyadî bikem lew commentey cenabit, meseleke tenha bazirganî nîye belkû be hoy ewey bazirganî ‘amîlêkî esasî ye, karaye bo ewey ke ew pêwendîyane durust bê legel Çîn û dinyay derewey Çînda, belam rastî ewe fire layene ew pêwendîye fire layene be taybetî meseley kultûrî, tenanet le zimanîş da, meselen ême eger kiçêk cuwan bê le zimanî Kurdî xoman da elêyn ” xan û man ” e. Wuşey xan û man ewe her êsta be xeyalim da hat ke bîlêm. Wuşey ” Xan” gewretirîn ‘eşîre, yan gewretirîn gurûpî zimanî ye ke êsta bexoyan elên
” Han ” ke le sed da newedî xelkî Çîn be zimanêk qise deken ke pêy ewitrê Mandarîn Han û ‘eşîretêkî tirîş heye ke ewanîş zor têkeln legelyan, ewanîş ” Man ” in. Eger kesêk bo numûne dayk u babî yekyan le Xan bê û yekyan le Man bê be cuwantirîn mirovî ew wilate da dendirê, le rûy cesteyî, cuwanî û helkewteyiyewe, yanî xan û mane.
Qazî: Ew mefhûme tewaw le Kurdîş da heye.
Sîvan Se’îd: Yanî ew te’bîre ke hatûwe bo numûne xan û man, detuwanim bilêm zor numûney awa heye le kultûre ciyawazekanda, beder lewey ke zimanî Çîn, wilatî Çîn taybetmendî lemer xoy heye asan nîye ke communication û pêwendî ciyawaz wekû bo numûne zimanî Feransey û Êspanyay ke le yekewe nizîkin herdûkyan ser be yek famîlîn belam le gel eweşda be hoy ew rêgeyewe ke heye le konewe pêwendîyekî unique û ciyawaz hebûwe ke Çînî be derewe nasandûwe û derewey be Çîn nasandûwe, meseleke tenha bazirganî nebûwe belkû meseley kultûr û ziman û ewaneşî têdaye.
Qazî: Ew Cadey Awrîşim yan rêgakanî tazey awrîşim ke mebestîş rêgay wîşkayî û berayî nîye belkû rêgay awîyş leber çaw degîrê le kobûneweyek da wa bizanim le 16-î mangî pêncî 2017 le rêw resmêk da be amade bûnî rêberanî nizîkey 30 wilat werê xirawe ew projeye. Eger dekrê lewe ra dest pê bikey ke fikrî ew pirojeye çon peyda bûwe û le rûy abûrî û kultûrîyewe le dinyay emro da bo wilatêkî wekû Çîn manay çîye û amancî dirêjxayen lew pirojeye çîye?
Sîvan Se’îd: Pirojeke hêşta be zimanî Englîsî pêy ewtirê initiative destipêşxerî, hêşta nebûwete polîsî tewaw û piraktîkî tewawî dest pênekirawe hêşta. Polîsîye belam piraktîk nîye. Heta emroş hêşta le naw nawendî Çînî da pêy ewtirê initiative ke le salî 2015 da pêşniyar kira le layen serokî wilatekewe be nawî Şî Cînpîng serokî wilatî Çîn û be zorîney deng û qise kirdin biryar dira le naw konfirans û kongrekeyan da ke belê pêwîste ême eme bixeyne halî nîqaşewe û êsta lew katewe ke ewe sê sale nîqaşêkî ber firawan û bilaw, hezaran konfirans çi le derewey wilat û çi lenaw Çîn da le ser em meseleye gîrawe û nek sî wilat belkû êsta ziyatir le 65 wilat beşdarin û amaden bo hawkarîkirdin û hawkarîyekan kewtûwete halî destipêkirdinewe bo bestnewey hemû dinya be bêltêk, be kemereyek, piştêndêkewe le katêkda çend bêltêke, çend kemere û çend rêgeyekîşe belam heta êstaş her nawekey be Englîsî delên:
Dirêjey heye…