Sêşem, 20 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lêpirsîna ÎBB’ê: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina navbera DEM Partî û DEVA 1,5 saetî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şenyaşar: Ji bo aştiyê em deyndarê Sirri Sureyya Onder in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferhat Amed: PKK’ê gelekî mirî rakir ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlîg: Di bin zexta qirkirinê de jin bê parastin nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevalê Fûat PKK di çarçoveya jinê de nirxand û jin timî weke pêşeng dît’ – NÛ BÛ

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seyfî Zogûrlû: Şerê ku niha bê kirin hîn zehmet e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (263)
Gotar

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (263)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Cadey Awrîşim, Rêgayek û Piştêndê (5)
Qazî: Başe her lew pêwendîye da ew nizîkbûnewey Emrîka le Kurey Bakûr û meseley ewey Kurey Bakûrî ew hêzî etomîyey ke heyetî le nawî berê û ewane ewe çi tesîr û kardaneweyekî debê le ser ew pirojeye?

Sîvan Se’îd: Kuryay Bakûr şwênêke ke be bereketî Çînewe mawetewe lewê da, egînya Kuryay Bakûr dû car le Kuryay Başûr piçûkitre, 25 mîlyon xelkî lê ejî, tenanet eger wexit hebê min basî bikem min legel xelkî zor berzî wilateke wezîrî kultûrî Kuryay Başûr da be tefsîl qisem kirdûwe le ser ewey zehmet nebê têmgeyênê çî eguzerê lew dîw sinûrewe. Elê hîç nazanîn, her be cîdî hîç şitêk nazanîn çî eguzerê, yek televîzyonyan heye ke ême etwanîn be bê şifre temaşay bikeyn ke pêman nalên meseleke çîye ye’nî eger wezîrêk nezanê debê xelkî ‘adî çi bizanê wez’ çone belam Çîn ezanêt. Çîn ew wez’ey parastûwe û ew îtîfaqîyey ke êsta rûy dawe le beynî Kurya û Emrîka da û be hîsab şitêkî başe corêke le siyasetî hefta saley em kure gence ke serokî wilatekeye, wate Kîm û bawkî û bapîrîşî. Be heman polîsî îş eken çon m’amele eken, çon pêwendîyekan têk eden û çakî dekenewe, le heman kat da emane proksîyekin ke Çîn îşekeyan legel deka, lanî kem le salî 1949 we. Eme qiseyeke ke ew siyasyaney şitekanî ew nawçeye dezanin eylên min xom başî lê nazanim. Emrîka dezanê be bê Çîn ew dostîye dirêjxayen nabê, belam Emrîka eyewê kêşe bo Çîn durust bika lem bareyewe ewîş ke hîç nebê Hîndistan razî nebê lew mesele belam ewende îxraye, ofrî Çîn bo ewê le ayendeyekî zor zor nizîk da to debînî ke Hîndistan muşkîley nabê lew bareyewe

Qazî: În’îkasî ew destipêşxerî û pirojeye le ser siyasetî nawxoyî Çîn çi debê?

Sîvan Se’îd: Siyasetî nawxoyî Çîn zor yunîke, zor ciyawaze le layekewe abûrîyekî lîberal lîberalî heye. To detuwanî yek bîlyon dolarit hebê, dû hezar hotêlî cuwanit hebê, hawilatêkî Çînîşît. Belam siyasetêkî yegcar sosyalîstî û ber esasî Marksîzm û ber esasî xeyalî tenanet Stalînîş ye’nî heta êstaş le zorbey şwênekan eto resmî Stalînîş debînî, be qeder resmî çêrmen Mao meselen, le hendêk le şarekan wekû Şanghay û Bêjin nalêm, şwênî tir delêm. Leber ewe to tênagey bîzebit eme çone, em hêze, em maşîne gewre çon em wilate berêwe debat û în’îkasî çone. Belam ewende heye ke ewe mixabin şitêkî naxoşe xelik pêy waye ke dewlet xoy ezanê çî ekat û karî min nîye be tewawî karî min eweye piştgîrîyan bikem. Belam ew xelke ke min elêm ewe mîlyarêk xelke belam le Çînî nawend xelkêk heye îqtîrahat deken belam debê pêştir selmandibêtyan ke ême dostîn. Ême dostîn pêman waye Çêrmen Mao ewey xelete ebû away bikirdaye meselen êsta trêndêkî zor gewre heye le wilat da, akadêmîsyen hemûyan pêyan waye ke cultural openness kiranewey kultûrî way pê dewitra şitêkî zor zor girînge bo ewey têkdanî bernamekey serok Mao, bo durust kirdinî şorişî roşinbîrî, şorişî kultûrî hat herçî ew şitaney ke rebtî be dîn û mîtafîzîq û be şitêkewe hebû ke emro mirovêkî şorişgêr durust naka hemûyanî paymal kird. Êsta eme be heleyekî gewre le qelem edrêt belam dîsanewe dînekan, ciyawazîyekan, kultûrekan, zimanekan dênewe. Meselen êsta ew pareyey ke xelik rojane be karî dênê be çendîn ziman lêy nûsrawe, 56 êtnîkî hîsab bo kiraw heye, le naw saytî resmî wilateke da eto be 56 ziman etwanî bixwênîtewe, çuwar pêncyan lew zimananen ke le Rojhelatî Nawînîş da bekar dên. Wekû Turkî wekû Turkî kon.

Qazî: Başe în’îkasî alugorekanî dinya, be taybetîş Rojhelatî Nawerast ke be şêweyekî awa şileqawe, ew şeraney ke heye meselen le Sûriya, le Yemen, barudoxî Efxanistan, barudoxî Suriya, Iraq le mêdyay Çînî da cone? 

Sîvan Se’îd: Teb’en mîdyay çînî be tenya boxoy serbexo, be taybetî Cî Cî tîvî China Chanel TV nizîkî bîst sî çil kanalêke le hemû şwênêk xebernîgaryan heye, xoyan Çînîn belam be Englîzî yan be ‘Erebî çunke ew dû zimane lewê zor birewî heye be rastî, yanî hezaran xelkî Çînî ebînî kadrî ê’lamî ye ‘Erebîyekey baştire le min, Englîzîyekey baştire le min. Çînîn xebernîgarin, akadêmîsyenin etuwanim bilêm sedan profêsorî Çînîm bînîwe ke min layan rûm naye bilêm ‘Erebî ezanim, ke ewan be ‘Erebî qise eken. Ye’nî fê’len sefîrî wilate ‘Erebîyekan hemû be ‘Erebîyekî baş qise deken. Poyinteke eweye ew kanalane herçîyekî heye rastewrast be lîberalî pêşanî deden çunke tesîrî nîye le ser rexnegirtin le wilatekey xoyan. Ye’nî ewe dekate ewey ke zorbey ew wilataney ke otoratêryenin, temamîyet xwazin wehaye. Belam min qisekem le ser eweye, be lamewe girînge eger îznim bidey bîlêm, çareserî Çîn bo ew kêşaney Rojhelatî Nawerast çîye? Yekêk le birgekanî ew projeyeyey One Built, One Road yek piştênd û yek cade bas lewe deka ke tenya dewletekan nîn ke muxatebî ême bin belkû ektirî nadewletî girîng hen ke detuwanin muxatebî ême bin. Lem rêgeyewe derçeyek ebînim ke ekrêt Kurdekan têyda beşdar bin, mixabin min ta êsta hîç policy maker êk ya hîç hêzêkî kurdîm nedîwe ke biçê lew dergaye bidat.

Qazî: Êsta basêkî awa dekrê ke lew maweye da diyare Turkiya pêwendîyekî hebû legel Çîn. Yanî pêt waye bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd le Bakûrî Kurdistan çon detuwanê bibête partner êk bo Çîn?

Sîvan Se’îd: Min emewê lêre corêk ziyatir nelêm lewey ke zerûre belam beşî xom raportêkî gewrem dawnetê ke delêm êwe eger detanewê berastî ‘amîlî seqam gîrî lewê bibînewe, emroke hêzî azadîxwazî Kurd be taybetî le Bakûrî Kurdistan, eger ew cadeyeş durust bibê ke min êsta witim gewretirîn şwênî le Trabzon û Tiflîs e û ew sê wilate meselen, be asanî etuwanî bîrûxênî. Belam to were le lihazî kultûrîşewe temaşa bike, helbet raportêkî dirêje hîwadarim şitêkî lê sewz bibêt, nazanim. Qise kirdineke eweye ke dewletî Çîn têbigeyêndirêt ke be rastî ‘amîlî esasî le Rojhelatî Nawerast da ew xelke bêdewleten ke çil mîlyonêkin etuwanin îşeketan lê têk biden wekû ewey ke êsta îşeke le Iran û Iraq û Sûriya û Turkiya têk eden hemû rojêk. Ye’nî hemû rojêk le pal Turkêk da ke ejî Kurdêk heye lanî kem jiyan lewîş tal eka eger nehêlê ewîş wek ew jiyanî şîrîn bê. Leber ewey Kurdeke jiyanî lê tal kirawe nahêlê ewanîş bixewin. Ca eme eger Turkiyayekî behêz bê, yan Çînêkî behêz bê, ew kesey ke aktirêke eger dilî xoş nekey û happy nebê bew wez’ey ke heye etuwanêt le toş jiyan têk bidat. Eme meseley esasî ye ke lew babete da temaşay dekem. Aktirî nawdewletî ke êsta hebê û zor behêz bê û le Sûriya êsta Kurdekan be taybetî xoyan selmandûwe, le Bakûrî Kurdistanîş ke ewe zor girînge û le Rojhelatî Kurdistanîş hîwadarim zû be zû şitêk durust bibê, Çîn zor wiryayane û ‘aqilane temaşa ekat pêş ewey ke qerar bidat qiseke eweye ke renge êsta golden chance bê, fursetêkî zehebî bê bo ewey ke Kurd bo xoy bilê kake were temaşay bike.

Qazî: Le kotayî da pêm xoş bû zor be Kurtî eger bitewê nuxteyekî serekî bas bkey!

Sîvan Se’îd: Nuxtey serekî be lay minewe eweye ew êşeye ke bilê min wekû Kurdêk lewê mamostam û jiyan û m’aş û hîsabêkî xomim heye wekû şexsî belam ew êşey ke le sikim da heye ew Kurdîyete, ew Kurd bûne xewnî ewe debînim ke rojêk ew wez’îyetey ke lewê heye bibête hoy qazancêk bo Rojhelatî Nawîn, bo Kurd le wê da, leber ewey eger şitêk hebê tewsîyem eweye bo ew hêzaney ke ezanin Çîn hêzêk nîye ke la bibrêt û m’ameley legel nekrê corêk le amade kirdinyan hebê bo ewey ke be pozîtîv m’ameleyek legel ewe biken ke le ayende da be qazancî ew geley minîş bişkêtewe pêm xoş ebêt.

Qazî: Zor zor sipast dekem berêz Dr. Sîvan Se’îd, daway serkewtinit bo dekem, hîwadarim her wa rêbwarêkî mandû nenasî cadey awrîşim bî

Sîvan Se’îd: Sipas

dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya Xweser 8’ê Adarê li jinan pîroz kir
Nûçeya Pişt re Yekgirtina jinên cîhanê wê bibe têkçûna pergala kapîtalîst
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cîhan dixwaze bibe muntehîr

Ji ber xemsarî û bedbextiya me, cîhana ku em tê de ne êdî dev ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya şehîdan hate eşkerekirin

QSD'ê nasnameya 7 şervanên di navbera 8'ê Kanûna 2024 û 11'ê Çileya 2025'an de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Desteya Jîngehê şewitandina xwezaya Efrînê şermezar kir

Desteya Jîngehê ya Kantona Efrîn- Şehbayê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku ji sala 2018’an…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Pêşbirka çekan bi deyn dewam dike…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (273)

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Hewldanên Împratorî li cîhanê

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Huner serpêhatiya me ya herî bedew e -2-

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?