Barudoxî komelgey Kurdî le Qazaxistan(4)
Teb’en duwaye mindal gewre debin dezanin ke meseleke eweye ke be şîdet deyanewê zimanî xoyan win neken û apê Nadir yekêke lew kesaney ke wekû rîş çermûyekî ewan duwaye debê be damezrênerî komeley “Yekbûn”. Yanî demewê bilêm wucûdî nostaljiyay ewan bo le beyn neçûnî zimanekeyan be rastî be şêweyekî zor serkewtûwane royiştûwe.
Qazî: Başe derecey xwêndewarî çendeye be pêy ew lêkolînewe û dîdaraney ke berêzt hetbûwe?
Sîvan Se’îd: Wîstim bilêm pêş 15 sal ewe zor keme. Nuxbeyek ke deselatêkî nebê nagate ewê. Belam êsta be berbilawî heye. Bo wêne min legel çend zankoy ewê ke tozêk pêwendîm heye û lewê bûm dezanim sedan xwêndkarî baş hene, sedan Kurd hen ke le şwênî zor berz dan. Bo wêne le naw teamî serokkomar da Kurdî xwêndewarî ‘aqilî lêye, çendîn kes hene. Serokî zanko heye Kurd e lewê. Serokî beşekan hêndêkyan Kurdin. Dozgerî wilateke Kurd e, çendîn fermandarim bînîwe ke wextî xoy fermandarî Sovyet bûn belam êsta Kurd bûnekeyan ziyatir diyare.
Qazî: Êsta eger bêyne barî qanûnî. Ew qanûney ke rêgay dawe ew êtnîsîtiyane kultûrî xoyan biparêzin u rêkxirawî kultûrî xoyan hebê kengê rêkxirawêkî awa damezrawe le Qazaxistan bo Kurdekan?
Sîvan Se’îd: Le salî 1995 bem layewe “Yekbûn” durust debê, êstaş têlêvîzyonêk heye be nawî “Yekbûn” le ser kanalî Youtube, duwaye komeley ” Berbang” durust debê. Berbang rêkxirawe çend afîsêkî heye le çend şwênêkî tir da. Belam beder lewe, hem le astî bedene û hem le astî civakî bo xoy Kurdekan zor çalakin, Kurd her be xeyalî xoyewe ke dezanê xoy legel civak rêk bixa, xo rêk xer bê, xo ser bê, zor xoserane çendîn pêwendî û rayelî civakî cuwan heye le naw wilateke da ke xelik be demî yektirîyewen. Bo wêne min bo xom lewê de’wet kiram bo şayiyek, hem kureke û hem kiçeke ke jinuşûyîyan kirdûwe, zewacyan kirdûwe be yekewe ne daykyan heye ne bawik. Belam malbat, gerek, hawrêyan, xizman mesrefêkî gewreyan kirdûwe û em kiç û kureyan geyandûwe be yek û pareyan bo ko kirdûnetewe. Carî waye le de’wetêkda dû sê hezar kes ko debêtewe, sê çuwar kîlo zêr ko debêtewe bo ew bûk û zawayane. Yanî ew şitane le naw Kurd da ême heman bûwe lewê win nebûwe.
Qazî: Ew rêkxirawane wekû basman kird le pêşda ” Yekbûn” û duwaye “Berbang” statusêkî resmîyan heye?
Sîvan Se’îd: Belê heyane.
Qazî: Şêwey çalakîyekanyan çone bo wêne bone u rêwresmî newroz wabzanim tesîrî zor hebûwe û heye. Û dûwem eweye ke têkelîyan legel ewey ewan be nîştimanî serekî xoyanî dadenên ke Kurdistan bê cone?
Sîvan Se’îd: Ewey ke zor girînge her dû konsêpteke hawterîb derwa. Le katêkda nostaljîyan heye bo wilatî xoyan, dayîm le wilatî xoyan da dejîn ke wilatî dayke û Kurdistane, sitranekanyan hemûy le ser eweye, çalakîyekanyan le ser ewê ye, dilyan lewêye. Min zor kes debînim lewê ke dilyan le zîndanî Adêrneye ke bîr le Selahedîn Demîrtaş dekenewe çendîn piyawî pîr be min delên ew roje me gohdar bûyn Selahedîn got 42 sal min dexene zîndan jimarey pêlawekanî min 42 ye yanî lewê dejîn. Lewê legel dozî xoyan da dejîn, le Rojawa dejîn, belam le heman katda intgrationêkî başyan heye lewê her bûyerêk ke rebtî be çalakî kultûrî xoyanewe hebê be karî dehênin bo ewey ke manîfêstoy xoyanî pê biken. Bo wêne le her bûyerêk da ke le1990 kan û 2000 kanda hebû bê, xirapeyek rûy dabê le wilatî xoman da le Kurdistanda ewan lewê protêstî xoyan kirdûwe. Bo wêne le Almatî le dijî Tansû Çîler muzahere kirawe. Belê hemû salê lewê newrozêkî girseyî mezbût rêk dexrê. Newrozî Kurdan beşdare legel newrozî hemû wilatekanî tir da ke be taybetî le Qazaxistan heye belam agirkirdnewe bes hî Kurde lewê. Qazaxekan cilî cuwan deber deken, ewan Newroz be hî xoyan dezanin pêy delên ” nevrûz” wekû gelêkî şerqî belam Kurdekan newrozî xoyan be Kurdane deken be agir kirdnewe, agir beşêkî meseleke ye. Yanî lewê nasêney xoyan parastûwe hawterîb legel ewey legel nasêney Qazaxîş da hen. Boye çalakîyekanyan ziyatir kultûrî ye.
Qazî: Le barî parastinî ziman diyare xo ewe her be şêwey şefewî û zarekî nîye ke her le malê da qisey pê biken. Aya medrese û xwêndinge heye bo xwêndinî zimanî kurdî? Û her weha amrazî rageyandin?
Sîvan Se’îd: Le zemanêk da ke îmkan nebûwe mekteb durust bikrê nek tenya lewey ke dewlet nehêştibî her îmkan nebûwe komelgeke Kurdayetî bika û mamostay Kurdî bidozêtewe bo mindal, ewe binemale, malbat ew erkey westo girtûwe. Û nûsînî Kurdî be elfûbêy sîrîlîk bûwe belam êste cê kewtûwe mektebî Kurdî heye û elfubêy Kurdî dexwênin û be elfubêyekî Latînî wekû Bakûrî Kurdistan û Rojaway Kurdistan be Kurdî denûsin û mekteb heye le gundekan da, mekteb heye le şarekanda. Le şarekan be resmî mekteb heye ke detuwandirê dersî helbijardey têda bê û mamostay Kurdî ders bilêtewe, ewe be pêy îmkan û pêdawîstîye. Bo wêne le polêk da eger de mindalî têda bê dekrê mamosta dersî Kurdîyan pê bilê pêwîst naka Qazaxeke bîxwênê, Rûseke mecbûr nîye bîxwênê yan êtnîsîtekanî tir. Ew îmkane rê pêdirawe û heye. Belam le gundekan da mekteb heye bo wêne gund heye hemûy Kurd e. Min çûme gundêk hemûy Kurd bûn, nizîkî 250 mal e, mektebyan heye, mizgewtyan heye, wa dezanî le gundêkî le dewrî Batman. Yanî gundêkî wehaye ke temaşa dekey lewê zimanî kurdî zmanêkî rojaneye be kar dêt. Le şare gewrekanda hemîşe her sê zimaneke be kar dênin. Kurdêk legel Kurdêk be Kurdî qise deka, legel hawrêkey be Qazaxî yan be Rûsî qise deka, le fermîyet û nûsîn da be Qazaxî û be Rûsî.
Qazî: Başe lîtêratûr, çapemenî û kitêbî Kurdî degate ewê? Yan xoyan berhemyan dênin bo medresekan bo mektebekan?
Sîvan Se’îd: Pêş ewey ke em kiranewe gewreye rû bida û Youtube û Face book û ew hokaraney rageyandin ewende hasan berdest bin bo wêne min boxom be rêgay Zûm da le pêwendî dam legel hêndêk mamosta lewê. Wek ewe waye lewê bim.
Dirêjey heye…