Mor Dayanışma û Cadiyên Kampusê, bi armanca parvekirina rapora ku derbarê êrîşên zêde yên li ser mafên jinan, kuştinên jinan û binpêkirinên mafan ên li kampusan amade kirine, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mersînê civîneke çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de ku gelek aktîvîstên jin û xwendekarên zanîngehê beşdar bûn, pankarta “Li malê, li kuçe, li zankoyan, û kar. Hemû jinên cîhanê di berxwedanê de ne hate daliqandin.
Parlamentera Mersînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Perîhan Koca ku rapor eşkere kir, da zanîn ku di 12 salên dawî de, ji bilî mirinên bi guman ên jinan, 5 hezar û 659 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Hat destnîşankirin ku ji 1ê Tîrmeha 2021’an, ango ji roja vekişîna ji Peymana Stenbolê û vir ve 2 hezar û 207 jin hatine qetilkirin. Perîhan Koca bal kişand ku li Tirkiyeyê her sal bi navînî di navbera 4 hezar û 500 û 5 hezar kesî de ji ber çekên ferdî jiyana xwe ji dest didin û destnîşan kir ku ev rewş rasterast di kuştinên jinan de jî xuya dike. Perîhan Koca bal kişand ku piraniya jinên di kuştinên jinan de hatine qetilkirin bi çekên agirîn hatine kuştin û diyar kir ku li gorî daneyên herî rojane yên sala 2025an, mêran 201 jin bi çekên agirîn qetil kirine. Perîhan Koca got ku çek di kuştinên jinan de bûne amûra sereke û wiha axivî: “Her tercîha siyasî ya ku pêşî li çekdarbûna ferdî nagire û zagona çekên agirîn bi tûndiya nav malbatê re têkildar nake, rasterast bandorê li mafê jiyanê yê jinan dike. Tûndî tenê bi kuştinê sînordar nîn e.”
Perîhan Koca destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zêdebûna kuştinên jinan, çekdarbûna ferdî û xizaniya jinan pergaleke tûndiya saziyî ava kiriye û got ku polîtîkayên heyî mafê jiyanê yê jinan dixe metirsiyê.
Nîsa Tuzla ji Cadiyên Kampûsê jî diyar kir ku li Zanîngeha Mersînê di serdema 2025-2026an de xwendekarên jin bi krîza stargehê, lêpirsînên dîsîplînê, înkarkirina bûyerên tacîzê û zextên aborî re rû bi rû hatine hiştin. Nîsa Tuzla da zanîn ku li xewgehên KYKyê sizayên dûrxistin û derxistina ji xewgehê li gelek jinên ku mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin hatiye birîn, di vê pêvajoyê de bursên wan hatine birîn û xwendekar bi awayekî fiîlî ji perwerdeyê hatine qutkirin.

