Li navçeya Hopa ya Artvînê di 31’ê Gulana 2011’an de beriya mîtînga serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan polîsan bi gaza îsotê êrîşê welatiyên ku Erdogan şermezar dikirin, kirin. Di encama êrîşa polîsan de Metîn Lokûmcû jiyana jiyana xwe ji dest da. Ji ber kuştina Lokûmcû derbarê 13 polîsan de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Trabzonê doz hat vekirin.
11’emîn danişîna doza 13 polîsên kujer li Trabzonê hat dîtin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yilmaz Hûn, Parlamenterê CHP’ê Tahsîn Ocakli, Şaredarê Hopayê Utku Cîhan, Şaredarê Findikliyê Ercument Şahîn Çervatoglu, Seroka Navenda Civakî Nebiye Mertturk, endamê Serokatiya Desteya Rêveber a Partiya Çep Alper Taş û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û sendîkayan beşdarî danişînê bûn.
Ji parêzerên malbata Lokûmcû Hakan Ozkan diyar kir ku di tevahiya dozê de wan xistine pozîsyona parastinê û got, “13 rûpelên mutealayê li ser gelo çalakî aştiyane bû yan na, hatiye amadekirin. Ger gaza dewletê yekî bikuje, ma çima tetîkkêşê fîrmaya madenê yekî nekuje? Ger ev feraseta bêcezabûnê wiha bidome û li vir biryara beraetê bê dayîn, em ê piştî 5 salan dozeke din ji Arhavî, Hopa û Rîzeyê bînin pêşberî we. Biryara beraetê ya di vê dozê de wê hêza li pişt kuştina Reşît Kibar jî veşêre.”
Ji parêzerên malbata Lokûmcû Hasan Haktan jî destnîşan kir ku biryara doza Lokûmcû wê di salên pêş de çarenûsa hemû parêzvanên xwezayê diyar bike û wiha aivî “Gelo dema parastina jîngeha xwe de wê ewlehiya jiyana me hebe yan na? Niha berpirsiyariyek bi rengî ya li ser şandeyê heye. Dibe ku doza Reşît Kibar were Trabzonê. Ez nizanim hûn ê li vir bin an na, lê ger ev çete me qetil nekin, em ê li vir bin. Ji bo biryara ku ji vir derkeve wê hinek raporekê amade bikin. Eger biyara cezayê bê dayîn hûn bawer bikin ku wê doza Reşît Kibar neyê vir.”
Şandeya dadgehê piştî guhdarkirina parêzerên ji bo 13 polîsên bersûc biryara bereata da.
13 polîsên ku Lokûmcû kuştin berat kirin
Danişîna Metîn Lokûmcû yê ku ji ber gaza îsotê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû hat dîtin. Di danîşan biryarê de 13 polîsên kujer bereat kirin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike