Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo piştgirî û pêşniyarên xwe yên têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” diyar bikin li avahiyê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmar 1ê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Pêkhateyên platformê, endam û nûnerên saziyên sivîl yên Amedê tevli daxuyaniyê bûn. Li pêşiya maseya ku daxuyanî hat xwendin pankarta bi gotina nivîskar Yaşar Kemal ya ji bo aştiyê ya “Çiya, mirov û heta mirin jî westiyabe, niha helbesta herî xweş aştî ye” hat daliqandin. Daxuyanî bi Tirkî ji hêla hevseroka Şaxa Egitim Senê ya hêjmara 1ê ya Amedê Salîha Zorlu ve hat xwendin.
Salîha Zorlu da zanîn ku nêzî 2 sal berê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê hêviya aştiyê derketiye holê û bi îrade û biryardariya aliyan ve didome û wiha got: “Di vê demê de meseleya Kurd ji nîqaşkirina li ser zemîna pevçûnê dûr ket û di dawiyê de hefteya borî bo zemîna hiqûqî hat guhestin. Ev qanûna ku dê derbikeve derfetê dide ku diyalektîka 100 salan a înkarê û pêvajoya 50 salan a pevçûnê di zemîna hiqûqî de dê bê nîqaşkirin, tevî hemû kêmasiyên xwe jî ji bo gelan û kedkaran bûye hêvî. Yekem car çêkirina tespîteke qanûnî ya li ser çareseriya meseleya Kurd, ji aliyê dîroka siyasî a Tirkiyeyê ve bêguman geşedaneke girîng e. Konjonktura cîhanê û Rojhilata Navîn, jîngeheke aştiyê ya daîmî ferz dike. Ev pêvajo di her alî de pêvajoyeke hêja ye, pêvajoyeke ku divê hemû rêxistinên kedê û qadên civaka sivîl piştgiriyê bidinê, wê bihêz bikin û ji bo bi encamên erênî bi dawî bibe hewldan û têkoşînê bidin meşandine.”
‘EV QANÛN DÛRÎ NASKIRINA MAFÊN BINGEHÎN ÊN GELÊ KURD Û DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ YE’
Salîha Zorlu diyar kir ku di welatekî ku bi salan e di nav pevçûnên bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûne de, bêdengbûna çekan bêguman girîng e û wiha pê de çû: “Bi vê qanûnê re xwesteka rewşa pevçûnê bigihîne zemîna hiqûqî gelek girîng e. Lê belê ev qanun ji qanûna naskirina mafên bingehîn ên gelê Kurd, bidestxistina statuya destûrî û bi giştî ji qanûna demokratîkbûna Tirkiyeyê dûr e. Dîsa jî, amadekirina zeminê ji bo avakirina diyalogê ku forma rêveberiya otorîter û derîvekirina ji bo îfadekirina gavên demokratîkbûnê yên ku hewcedarî pê heye, derfetên piratîkî û piralî pêşkêş dike. Ev qanûn, bi vê rewşa xwe ya heyî, li hember sedemên dîrokî, siyasî, civakî û çandî yên meseleya Kurd nêzîkatiyeke yekgirtî dernaxe holê. Di mijarên bingehîn ên wekî demokrasiya herêmî, mafê zimanê dayikê, azadiya fikir û îfadeyê û azadiya rêxistinbûnê de lihevkirineke berfireh pêşkeş nake. Ji ber vê yekê, ev qanuna ku wekî Qanuna Çarçoveyê jî tê pênasekirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên giran ên demokrasiyê û hiqûqê yên ku Tirkiye îro dijî, ti garantiyê nade.”
‘NEKETINA ÊŞÊN NÛ DESTKEFTIYA HERÎ GIRÎNG A VÊ PÊVAJOYÊ YE’
Salîha Zorlu destnîşan kir ku ti rêziknameyeke demokratîkbûnê ku zexta darazê ya li ser siyasetmedar, rojnamevan, sendîqakar, xwendekar û parêzvanên mafan rabike tune ye û ev tişt gotin: “Bi heman awayî, neheqiya ku bi hezaran kedkarên giştî yên ku bi KHKyan bi awayekî ne hiqûqî ji karên xwe hatine derxistin jî nayê çareserkirin. Ji bo ku zemîna nepevçûnê veguhere hawîrdoreke aştiyê ya daîmî û hemêzker, divê gavên demokratîkbûnê yên pêwîst di zûtirîn demê de dest pê bikin. Me bi salan bal kişand ku piraniya yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane zarokên gelên xizan û kedkar in. Di vê pêvajoyê de neketina êşên nû bo malên feqîran, ji bo kedkar û gelên me destkeftiya herî girîng a vê pêvajoyê ye.
Ji bo kedkarên ku li heman cihê kar dikin û di heman mercan de dixebitin û encamên heman pergala mêtingeriyê dijîn, li dora maf û berjewendiyên xwe yên hevpar hatina cem hev dijwar bûye. Di encamê de, kedkarên ku bêrêxistin hatine hiştin derb xwarine. Îro mûçeya herî kêm ne tenê di bin sînorê birçîbûnê de maye, di heman demê de ji bo milyonan xebatkaran bûye mûçeya navîn. Dema ku kedkarên giştî bi mûçeyên di bin sînorê hejariyê de tên mehkûmkirin, mûçeyên teqawidiyê heta neketiye astekê ku kirêya xaniyekî navîn jî bide.”
‘HAWIRDORA NEPEVÇÛNÊ DIKARE DERFETÊN GIRÎNG BIAFIRÎNE’
Salîha Zorlu bi lêv kir ku bêguman bi dawîbûna pevçûnan re demokrasî bi serê xwe nayê û mêtingeriya kedê jî bi serê xwe bi dawî nabe û wiha axivî: “Rejîmên otorîter yên ku politîkayên aborî yên neo-lîberal ferz dikin, ji hawîrdorên ku şer diafirînin xwedî dibin. Lê belê hawîrdora nepevçûnê dikare derfetên girîng biafirîne ku zemînên têkoşîna hevpar a kedkaran bihêz bike. Ew ê dîsa têkoşîna rêxistinkirî û biryardar a kedkaran be ku berê van çavkaniyan ne bide hewcedariyên sermayeyê, lê bide hewcedariyên gel, xizmetên giştî û kedkaran. Sîcîla demokrasiyê ya desthilata îro berçav e. Ji siyasîkirina darazê heta politîkayên qeyyûman, ji destwerdanên li ser şêwazê jiyana laîk û sekuler heta qedexeyên grevê û zextên sendîkayî, ji rejîma KHKê heta sînorkirina azadiya fikir, îfade, civîn û meşê, hemû pratîkên dijdemokratîk li ber çavên me ne.”
Herî dawî Salîha Zorlu anî ziman ku encama ku divê ji vir bê derxistin ne ew e ku kedkar, rêxistinên kedê û sendîka pişt bide îhtimala aştiyê, encam ew e ku zemîna ku çêbûye veguhêze derfetekê da ku têkoşîna ked û demokrasiyê mezin bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ya bingehîn ew e ku aştî ji berjewendiyên desthilatê bê derxistin û bibe meseleya civakê. Têkoşîna aştiyê bi têkoşîna demokrasî, ked, wekhevî û azadiyê re bi hev re bê mezin kirin. Wek Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, rapor, rexne, û pêşniyarên me yên ku her yek ji wan girîngiya jiyanî heye di nav xwe de digirin û nîşan didin ku ka aştiyeke daîmî û civakî çawa dikare bê avakirin, berê ji aliyê rêveberiyên me yên navendî ve ji komîsyonên ku di bin banê meclisê de hatibûn avakirin re hatibûn şandin. Em diyar dikin ku em îro jî li pişta raporên xwe yên ku me pêşkêş kiribûn rawestiyane. Eger rêzikname di van mijaran de neyên çêkirin, dawîanîna li rejîma qeyyûm, cîbicîkirina bêkêmasî ya biryarên AYM û DMMEyê, garantîkirina azadiyên fikir, ragihandin, û rêxistinbûnê, vegera karkerên KHKî li ser karên xwe, rakirina mexduriyetên akademîsyenên îmzakarên aştiyê, rakirina astengiyên li ber siyaseteke demokratîk, garantî kirina jiyana wekhev û azad a jinan, anîna maf û azadiyên sendîkayî li gorî pîvanên navneteweyî pêk neyê, dê aştiyê di jiyana xwe ya rojane de hîs nekin. Hêza bingehîn a ku vê yekê pêk bîne jî kedkar, gel, jin û têkoşîna me ya hevpar e.”

