Ayfer Ayçîçek a di sala 2007’an de li Edeneyê hat girtin, piştî 17 salan hat berdan. Malbat û hezkiriyên Ayçîçek ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê ew pêşwazî kirin. Ayfer Ayçîçek ku bi tilîlî û gulan hat pêşwazîkirin got, “Ji sala 2007’an û vir ve ez di girtîgehê de me. Ji ber ku hevalên xwe li dû xwe dihêlim xemgîn im. Di girtîgehê de gelek girtiyên nexweş hene û nayên berdan. Ti kes nikare ruhê azadiyê asteng bike, divê gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derdikeve.”
Ayfer Ayçîçek a ku gelek nexweşiyên wê yên giran hene, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Ayfer Ayçîçek li Mersîn, Sîlîfke, Edene, Alanya û herî dawî jî li Kocaeliyê dihat girtin.