Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye
Kurdistan

Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

Koordînasyona KJAR'ê, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîroz kir û şehîd bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJAR’ê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîroz kir û şehîd bi bîr anî.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em di serî de 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ku dikeve 77 saliya xwe û sala 22. a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîroz dikin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Damezrandina PJAK’ê di rojeke wiha pîroz de bêguman nîşan dide ku ev tenê rojbûnek biyolojîkî nîne. Di heman demê de rojbûn û vejîna gelek hebûnên ku careke din pênaseyên jiyanê bi xwe dîtinê ye.

Carnan ferdek dikare tevahiya rêveçûna dîrokê biguherîne. Carnan ferdek dikare wer bike ku civak bi wê re were pênasekirin. Her ferd, her hebûn di heman demê de dikarin gelek guhertinên mezin û bingehîn di serî de di xwe de û pey re di civaka xwe de çêbikin. Bêguman her hebûnek bêyî civaka xwe guhertinan çênake. Hebûna ku wateyên mezin û bedew li xwe bar kiriye, dikare wateyên mezin bide civaka xwe jî. Ferdek bi şertekî ku kariye di xwe de guhertinên mezin di warê hişmendî de çêbike, ango di nêrîn û têgihiştina xwe ya jiyanê de cuda bifikire, ew dem e ku civaka wê jî dibe civakek cuda. Em vê hewldan û keda ferdek pêşeneg re dibêjin xwe fedakirina di oxira nirxên civaka xwe de. Wê demê her hebûn wateyên mezin di nava xwe de nahewînin. Her hebûn nirxên pîroz çênake û mayînde nake. Ferdên ku xwe fedayî civaka xwe dikin, ji xwe derbas dibin û barê civakbûna xwe bi fedakarî radikin, kesên rêber û pêşeng in.

Rêber Apo xelateke ji dayik-xwedawendane ku dixwazin şopên wan ên wekhevî, hezkirin û jiyana azad her tim li ser van xakan dewam bike. Rêber Apo lawikê herî bi xêr û hêja yê jin-dayik e ku bi hiskirina berpirsyartiya mezin li beramber civaka xwe, ev çanda qedîm bi hebûna xwe carekedin îspat û zindî kir. Derketina Rêber Apo ji bajarê Urfayê ku dergûşa çand, zanist û baweriyane ji xwe ber nîne. Xîmê yekemîn ê van hemû zanistan bi destê dayik- xwedawendan hatiye hûnandin. Ji bo wê jî ewqas bi dijwarî jî rastî êrişan hatiye. Di dirêjahiya dîroka vê xaka kevnar de desthilatdaran hewl dane vê şopê ji binî ve rakin û tine bikin. ji bîr û hafizeya gelan jê bibin. Lê derketina Rêber Apo îspat kir ku ti caran bîr û hafizeya civakî tine nabe. Dibe rastî gelek êrişan were, ji rê were derxistin lê her tim cewhera xwe ya civaka Polîtîk Exlaqî berdewam dike û dijî. Di gelek lêkolînên dîrokî de em rastî şerê di navbera başî û xirabiyê de tên.

Em di serdema desthilatdarên bê maske de ne. Hîn jî dixwazin bi rêbazên xwe yên cuda hafizeya civakê bi ferasetên xwe yên dije-civak tije bikin. Têgînên nû yên nijadperest û cinsiyetparêz her roj wek jehrê empozeyî civakan dikin. Xafil ji wê ku civak hebûnek gelekî zindî ye. Ger hişk jî bibe wek gihayekî dikare li ser koka xwe şîn bibe. Fikir û felsefeya Rêber Apo derfet da civaka Kurdistanê ku li ser koka xwe ya dîrokî û kevnar carekedin şîn bibe.

Di serî de ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê Rojbûna Rêber Apo wek bi xwe hesînê ye. Jin bi fikir û felsefeya azadiya ya Rêber Apo bi hebûna xwe hesiya. Felsefeya Rêber Apo deriyê hemû qefesên bi ser jinê ve hatibûn daxistin, vekir û jin gihiştin wateya firînê. Di çanda jinan de firîn tê wateya zanîn û bi xwe hesînê.

Jin di cendereya şer, talan û dagirkeriyê de li pey wan kêliyên azadiyê digerin. Îro desthilat ji bo cîhanê reştir û tarîtir bikin dîsa bi hev ketine. Êdî jinên Kurd wek berê mehkûmî van şeran nîne û wê nebe jî. Sekna bi wêrek û tije zanist a jina Kurd li beramber her cûre desthilatdariyên paşverû yên herêmî û cihanî, bi saya fikir û ramana Rêber Apo ye. Jinên Kurd bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî sînorên di navbera xwe de şikandin û xwe gihandin her jinekê ku dilê wan ji azadiyê re lêdide. xwe gihandin jinên İranî jî, Jinên bi firînê bawer dikin.

Jin Jiyan Azadî li her derê guhertinek çêkir. Li Îranê Jin jiyan Azadî textê dîktatorekî hilweşand. Wa dawî li hikumraniya hezarê salan a dewletek xwînar û dije jin tîne. Jin li Îranê bi fikir û felsefeya Rêber Apo dikarin Îrana bedew, Îrana tije zanist û felsefeyê, Îrana bawerî û çandan careke din ji destê zaliman derxînin. Jin bi hevgirtin, bi xwe parastin û xwe rêxistinkirinê dikarin bermahiyên mayî yên vê rejîmê jî di bin lingê xwe de bipelçiqînin. Ji bo wê jî em wek KJAR di vê serdema ku em gavên dîrokî ber bi Şoreşa Mezin a Jin Jiyan Azadî ve davêjin; Bang li hemû jinên Îranî dikin, Werin em di vê roja pîroz a 4 Nîsanê de ku di heman demê de roja xweza û jîngehê ye, bi rihê jinên ku di zivistana bihorî de canê xwe feda kirin, tevna jiyana azad ji niha ve daynin û dest bi neqişandina wê bikin. Werin paşeroja xwe em bi xwe ava bikin û bihara Îranê bedewtir bikin. Bi vê bîr û baweriya ku wê jinên Îranî bi destê xwe Îranek azad û demokratîk ava bikin, têkoşîn û berxwedana hemû jinan silav dikin. Careke din Rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK’ê li hemû jinên Kurd, Lor, Azerî, Belûç, Fars, Ereb, Tirkmen û Mazî pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara duyemîn a Komînal derket
Nûçeya Pişt re Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Derayê 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin

Li bajarê El-Senemîn ê Derayê, di dema serdegirtina malekê de şer qewimî. Di şer de…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên hikumeta veguhêz li Dêr Hafirê bombe li pirekê barandin

Çeteyên ser bi hikumeta veguhêz bombe li pira Um Tina ya li bakurê Dêr Hafirê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ferat Koçak: Daxwaza me ya ji bo dîtina Abdullah Ocalan dewam dike

Parlamenterê Partiya Çep a Elman Ferat Koçak ku yek ji 39 endamên heyeta hatibû Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump cardin gef li Îranê xwar: ‘An lihevkirin an jî êrîşeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pentagonê wezîfeyeke nû da Elon Musk: Wê şerê siberojê plan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?