Yekîneya Antî Terorê ya Iraqê ragihand ku li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî û di encama du operasyonên cuda de li Kerkûkê du çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.
Her wiha hate gotin ku di operasyoneke lêgerînê ya li heman parêzgehê de, depoyek çek û teqemeniyan dîtine ku di nav de hawan, muşek, narincok û fîşek hebûn. Hat ragihand ku hemû teqemenî ji aliyê tîmên taybet ve hatine pûçkirin.

