Pêncşem, 3 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çetîn Arkaş wê beşdarî kombûna ciwanan a li Kolnê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê dema qeyûm ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî temam bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Zextên li ser rojnamegeran meha Tebaxê jî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK wê ji bo şehîdan li hemû mizgeftan xutbeyê bide û nimêjê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Çapakçur taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rewşenbîrên naskirî peyamên ji bo Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewqa navê xwe bû: Dîlan Şoreşger

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobetê azadiyê ya li Mexmûrê ji aliyê komeke din ve hate dewrgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemal Doskî ê PDK’yî hate revandin û êşkencekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Girîn Taş li Cizîrê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûltan Kara tevî giliyan jî nehate parastin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK: Şoreşa Rojava mînaka jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan e
Kurdistan

PJAK: Şoreşa Rojava mînaka jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan e

PJAK'ê got, "Parastina destketiyên Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê û xurtkirina xwerêveberiya demokratîk berpirsyariyeke dîrokî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya PJAK’ê bi vî rengî ye:

“Îro 14’emîn salvegera serketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Şoreşek ku di sala 2012’an de bi vîn û fedekariya gelê Kurd û piştgiriya gelên din ên li Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê bingehê statûyek demokratîk, yeksanxwaz û pirnetewe di nava dilê Rojhilata Navîn a tije şer û alozî de ava kir. Wek Meclîsa PJAK’ê tevî pîrozkirina bîranîna hemû şehîdên rêya azadiyê, bi taybetî qehremanên berxwedana Kobanê û serdanandina ji bo ruhê teslîmnebûyî yê jin û mêrên azad, radigihîne. Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe ji bo tevayî neteweyên herêmê ku li pey demokrasî, dadperwerî û hevrejiyana aştiyane de digerin.

Sedema sereke ya serketina vê şoreşê, berî her tiştî cewherê wê yê demokratîk û giştgir bû ku li ser bingeha xwebirêvebiriya demokratîk a gel, azadiya jinan û beşdariya hemû neteweyan ava bû. Yekîtiya dîrokî ya Kurd a di rûbirûbûna dijminên hevpar de jî roleke diyarker lîst. Bêyî vê yekîtî û piştgiriyê, bidestxistina serketinê nepêkan bû. Fedekariya bêhempa ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi wêrekî û fedakirina canê xwe di beramberî şerê DAÎŞ’ê û hêzên rejîma Baas de sekinîn, yek ji sedemên din ên sereke yên serketinê bû. Bi dehan hezar şehîdên hêja ew bac bû ku ji bo vê şoreşê hat dayîn da ku Rojava bibe sembola berxwedan û azadiyê ku di taritiya cîhanê de bibiriqe.

Şoreşa Rojava bi fermî naskirina mafên jinan û pêşengtiya jinan a li eniyên pêş yên xebat û rêveberina civakê de, li herêmê serdemek nû ya dîrokê vekir. Amadebûna çalak û wekhev a jinan a di siyaseta demokratîk, xweseriya herêmî, hêzên parastinê û hemû qadên jiyanê de, ne tenê destketiyeke mezin bû ji bo Kurdistanê, di heman demê de bû semboleke mezin û hêvîbexş ji bo hemû jinên azadîxwazên cîhanê. Jinên Rojava bi dirûşma ‘Jin, Jiyan Azadî’ nîşan dan ku azadiya rastîn bê azadiya jinê ne gengaz e.

Şervanên Rojava di eniyên pêş ên şerê qehremanane yên li dijî terorîzma DAÎŞ’ê û bermahiyên rejîma Baas a Sûriyeyê de cih girtin û bi xwîna xwe parastina nirxên mirovahiyê kirin. Di demekê de ku piraniya hêzên cîhanî tenê temaşevan bûn, şervanên fedaî bi piştgiriya gel, DAÎŞ li Kobanê û cihên din têk birin û ewlehiya hezaran kesên sivîl pêk anîn. Ev şoreş wek yek ji ezmûnên herî girîng ên demokratîk, piştî êriş û pîlangeriyên sala bihurî ku encama rêkeftina hegemoniya cîhanî û herêmî ya li dijî gelên bindest bû, rûbirûyî metirsiya tunebûnê hat kirin, lê bi saya xebata gelê me hîna li ser lingan maye.

Îro hinek welatên herêmê bi siyaseta şerxwazî, dagirkerî û piştgirîkirina komên tundrew, bûne sedema sereke ya bêîstîqrariya li Sûriyeyê û li dijî îradeya pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî Kurd û gelên din ên hevpeyman kar dikin. Ev siyaset ne tenê aştiyê paşxistiye, heta agirê şer û duberiyê jî li herêmê geştir kiriye.

Desthilata nû ya Sûriyeyê jî li şûna ku dersê ji rabirdûyê wergire û gavan ber bi sîstemeke demokratîk a giştgîr ve bavêje, hîn jî rêya zilm û înkarkirina mafên neteweyan girtiye ber xwe. Mafê Kurdan, Dûrziyan, Elewiyan, Asûriyan û komên din bi şêwazekî sîstematîk tê binpêkirin. Ev siyaseta zilmkar, Sûriyeyê ber bi qonaxeke metirsîdar, nediyar û aloz ve dibe. Qeyranên kûr ên îro yên Sûriyeyê, nerewayî û nedadperweriya wan di berdewamiya zilma neteweyî, neheqî û nenasîna pirneteweyiya vî welatî de ne.

Tenê rêya rizgariya Sûriyeyê piştî salên dirêj ji şer û malwêraniya mirovî, bi fermî nasîna mafên hemû pêkhateyên civakê û derbaskirina hişmendiya înkarker û qirker e.

Meclîsa PJAK’ê li gel pîrozkirina 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava destnîşan dike ku çareseriya herdemî ji bo Sûriyeyê, tenê bi rêya bi fermî nasîna mafên hemû pêkhateyan û qebûlkirina modela xwerêveberiya demokratîk pêkan e. Rojavayê Kurdistanê bi ezmûna xwe ya serketî ya di rêveberiya xwecihî, wekhevî û parastinê de li beramberî terorîzmê, wek giringtirîn modela demokratîk li herêmê maye.

Di dawiyê de daxwazê ji hemû Kurdan û hêzên azadîxwaz dikin ku ji bo piştgirîkirina Rojava zêdetir ji her demê yekgirtî, hevbeş û hişyar bin. Parastina destkeftiyên şoreşa 19’yê Tîrmehê û bihêzkirina xwerêveberiya demokratîk, erkek dîrokî ya ser milê me ye. Ji ber ku ji hêviya herî giring ya ji bo pêkanîna demokrasiyê ye. Tenê bi yekîtî û pabendbûna bi nirxên şoreşa azadî, wekhevî û berxwedanê, em dikarin li beramberî hemû gefan rawestin û pêşerojeke ronî ji bo nifşên bê ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî
Nûçeya Pişt re 2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DÎSK: Em ê 1’ê Gulanê li Kadikoyê pîroz bikin

DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê diyar kirin ku ew ê îsal 1’ê Gulanê li Kadikoyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din revand

Dewleta Tirk li Efrîn a ku ji sala 2018’an ve ye di bin dagirkeriya wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana 6 girtiyan hate taloqkirin

4 jê jin berdana 6 girtiyên ku dihat payîn ku îro ji Girtîgeha Bakirkoy, Bolû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Dibe ku El Niño dawiya 2026’an bigihêje asta ‘herî xurt’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çetîn Arkaş wê beşdarî kombûna ciwanan a li Kolnê bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di nava 8 mehan de 249 kes li Sûriyeyê mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo gerîlayê HPG’ê Çapakçur taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?