Piştî çalakiya 6’ê Sibatê ya li Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê li dijî polîsan pêk hat, 96 kes hatibûn binçavkirin û 54 kesên ku di nav de parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Gel jî hebûn hatibûn girtin.
Bûroya Hiqûqê ya Gel di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya dîjîtal de ragihand ku 25 muwekîlên wan ên li Girtîgeha Sîlîvriyê sirgûnî girtîgehên Sîncan, Gebze, Kocaelî, Manavgat, Kayserî û Îzmîrê hatin kirin.